Nuri Aldur

Nuri Aldur

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Spor  û  civak / fotograf

A+A-

Nuri Aldur      

Kesekî dor 75 – 80 salî, zeîf û dirêj, șîyar û sosyal xwîyadike. Her dem kamera wî di sûkra wî de ye, lê ew li çûkên ku li ser darana di meyzênê, li teyrikên ku difirin tamașa dike û ew her amadaye ku kamerayê ji sukra xwe derxê û sûretan bigrêye û wa dîyara ku armanca wî/hedefa wî ku planên xwe takîp dike- û karê xwe (weke fotograf) bikêye.

Lê her balkêșe ku ew di heman demêde dixwazê sosyal jî be/civakî jî be û dîyalogeke nerm û sivik û sohbeteke kin û xweșik jî bimeșênê ye. Bê goman ew jî dibîne/dizanê ku ez jî xwedî wan sifatanim ku atmosfera dîyalogê û sohbetê hêsantir dibe û proses bê formalîte aktîve dibe –mîna qanûna li xweza/tabîatê û bi spontanîtêt anjî otomotîkî dikevê dewra xwe û cih û kêlî dibê awakî vekirî, însanî, hevaltî û dostanî.

Hevdîtin û hevaltîyame(min û fotograf) tesadûfîye, anjî bi gotinekedin em her carî ku em hevdû dibînin em/liqayî hev dibin û eve bûyîye weke norm – em hingî lev disekinin û ji der û dor qal dikin û li ser babetên ne plankirî/ne xwe amadekirî di axivin û gelek caran bi ken û xweșî jev di veqetihin. Di dîyalogeke/sohbeteke me yî ser pîyan de wî weha got: ”ew trêmbêlên/kemyonên KONSUM ku suretên șînayî, av,  gîya, çêlek û golikan û tabîateke xweșik li ser wana; ewan sûretan min kișandine. Yanî ezim fotografê wan manzarayan….”. Helbet min bi ”Bravo ye kê” ew pîrozkir û got ku ewan manzaran min dîtine/têne bîramin û her bijî ku tu kar û xebatên wilo bi kalîte dikê ye. Ewî jî spasdarîyek damin û got ku ne tenê ewan manzarayan yên wî ye; wî gelek caran suretên xwe jibo bîro- û fîrmayên din jî rêkirine/rêdike û baș jî pere qezenç dike.

Carekedin jî dema ku me hev dît û wî famkir ku ez bi çi karî ve meșgûlim, qala nevîyekî xwe yî ku dîagnosa ADHD heye kir û bi awakî sivik/îndîrekt rexnegeri li civakê dikir ku ewan zarokan û dê û bavên wan arîkarîya ku pêwîste nagirin û eve jî jîyana van zarokan û dê û bavên wan hinek zahmettir dikêye.

Ha tam di vê demê de wî dît ku du teyrik/çûk li ser dareke pevre șerdikin anjî belkî jî  pevre di leyistin;  kamera xwe zû amadekir, sohbeta me qûtbû û wî manzaran van çûkan bi denge wan va dokûmentkir û bi beșișîkirineke/rûkenîke serkeftî kamera xwe asê kir û me xatir jev xwest.                                                                                 

Dema min ji malbatêre qala vî fotografî û hevaltîyame kir, keçamin Stran weha got: ”wawwww baba tu kesên meșhûr dinasê.”. Analîza Srtran bo meșhûrbûnê vî camêrî, bawerim ewe ku ewan sûretên li ser kemyonên Konsumê ji kamera wî ne.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin