Nezîr Cibo

Nezîr Cibo

Hemû nivîsên nivîskar >

Rovî dike gazî!

A+A-

Nezîr Cibo

Benîadem , ji bona xwedê bes gazina ji min bike. Ez wezîfa xwe dikim. Kaînatê çi wezîfe dabê min, ez wê tînim cî.

Armanc û doza min têrkirina zikê xwe û çêlîkên xwe ye.

Eger ji bona ku min mirîşkek we xwar, kuştina min heq be, ew çax kuştana we însanan jî haq e. Çimkî hûn hemû xwezayê û heywanatan qetil dikin.

Hûn dibên rovî xapînok e, saxtekar e. Ma îş û karê we însana ne sextekarî ye?

Di serê we de sed  rovî û keftar lotikan didin.

Hûn dibên rovî dikevin lîsê mirîşkên me û zererê dide me. Belê raste, ez dikevim lîsê mirîşkên we. Çimkî we çare ji minre nehişt; we li çîyê kew, susik, kîvroşk nehiştin ku ez bixum. We cî û warê min wêran kir.

Û hûn nankorin, tenê li menfaetê xwe dinêrin. Ez mişka, kulîyan, kurmû kêzikên û ku zererê didin çandinîyên we dixum. Eger ez van nexûm, hûnê bê mahsûl û birçî bimînin.

Gelî benîadem, dev ji nankorî û xweparêzî yê berde. Bela xwe ji min veke. Ev Dinya ne warê te tenê ye, ez jî li vê  Dinyayê dijîm. Aqilê xwe bide serê xwe...

Têbinî : min  ji rupela "Edebiyat, Kultur, sanat ve Farkindalik" ji Tirkî wergerand.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar