Nuri Aldur

Nuri Aldur

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Spor û Civak

A+A-

Payîza Bihûrî min wek agadarîyek/enformasyonek daibû ku ezê ji serê salê û pêde dest bi nivîsandina çend temayên/babetên din yên nû bikim.

”Spor û civak” yek ji wan tema´ya na ku ez nûha dest pê dikim. Ezê ne li ser fonksîyon, rol û bandora sporê rawestim; ewe kar û wezifeya doktor û terapeutaya anjî berpirsîyarîya dezgeh, șaredarî û hûkûmeta ya. Belkî jî wezifeya her ferdekîye ku xwe û jîyana xwe bi parêzê, baștir û xweștir bikêye û eve plan û xebat biryar û disiplîn dixwazê û pêwîst dike. Hingî pirseke weha karêt bê pirsîn ku ma ”spor çîye”? Li gor zanyarî û bawerîyamin ku hemû tiștên ku haraket têde anjî di navde hinek haraket hebê ewe dibe spor û spore jî.

Erê çine evan harekatan? Ewan meș, bazdan, futbol/basket/woleybol, bisiklêt ajotin, hemû awayên leyistikan(hokey, îsokey, golf…) avjenî, dans û her yên mîna wanin.                                                                                      

 Ev gelek salin ku ez bi sporê ve meșgulim – balam ne di sewîyên bilind anjî elît de. Di heftîyên de dû caran ez bazdidim û ez vê aktîvîtêtê bo xwe giring dibînim, wê mîna sporê binav dikim/qabûl dikim û bawerim hemû kes jî anjî civak jî wa dizanê/wa dinasê û di civakêde bûyîye standard mîna sîstemek. Di van demên sporaminde ez liqayî gelek kesan dibim, gelek ji me silavê didine hev – lê yên go silavî hev jî nakin ne kêmin. Ev gotina ku dibêt ”her merovek dinyayeke bi serê xwe ye” karêt li vir rastbe. Anjî ”ferd û beșer jev cûdane” tê heman wateyê. Û ha li vir ez û çend kes bi rêça sporê em bûne nasên hev û heta ezê karibim bibêjim ku em bûn dostên hev û dostanîya me her berdewama. Helbet ew li gor ferdan jî têt guhertin; li gel hinekan em qala ba û baranê dikin - lê li gel hinekedin em qala politîka û rewșa der û welatan dikin û eve sohbetan kurtin û di gelek caran de, piștî hal û ahwal pirsîn, tên kirin.          

  Lewra ez sernivîsa xwe bi ”Spor û civak” binav dikim û ezê çend serpêhatîyên xwe bi nivîskî bo we xwendevanan pêșkêș-  û hedîgar bikim. Nivîsamin ya yekemîn di tema ”Spor û civak” ê de cara werêye, yanî du hefteyÊN dine û ewê bisernivîsa ”Fotograf”be. Piștre wê her nivîsek bi serê xwe be û li ser kesekîdin be/hevalekîdin be.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin