Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Malwêraniyê çawa destpêkirî ye???

A+A-

Bûbê Eser

Piraniya siyasetmedar, rewşenbîr  û sal mezinên weke me, em tim behsa malwêraniya xwe û rewşa welatê xwe dikin. Lê em kesek li xwe hay nabin ku me bi destê xwe ew malwêranî pêk anîne. Loma jî ew malwêraniya em behsa wê dikin, her ku dihare firehtir û malwêrantir dibe.

Dîsa em ew kesên ji ber vê rewşê aciz in, nerehet in, hêsiran dibarînin em bi xwe ne. Lê me carekê bi aqilekî selîm rewşa xwe ya ku niha gelê me, ciwanên me tê dene, nabînin an naxwazin bibînin da ku rastiya wê bêjin.

Pirs ev e, Ma gelo em çawa hatin an ketin vê rewşê? Ez jî dibêjim ma gelo me carekî ev pirs ji xwe kiriye ku vê çareser bikin. Ma gelo em qet li ser vê rawestiyanin ku em pêşî lê bigirin.NA.

Lê çi dema hin vê rastiyê dibêjin an dinivîsnin, kesên bêtir ji ber vê rewşê dinalin êrîşan têne ser me re. Lê em carekê jî be nabêjim û nahêlin rastî bê nivîsîn. Yên dinivîsînin jî dibin hedef û armanca kesên tim ji ber vê rewşa niha kêfxweş in.

Dema nivşek zarokên xwe bi zimanê dagirkerên xwe mezin bike. Dema nivşek nehêlin û nexwazin zarokên wan bi karê siyasî ve mijûl bibin û dema nivşek roj bi roj xwe ji adet û toreyên xwe dûr bixin, gelo nivşê li dû wan dê çawa bibin kurd? Ziman û hêjayiyên kurdan û kurdistanê biparêzin?

Weke mînak vê vekim. Ez ê vê vekim lê bi hêviya hin li ser xwe negirin. Ji ber ku rewşa niha ya em têdene, ya me tevan e. Em ew kesên ji salên 1965-heta 1980 tên me bi destên xwe ev malwêranî pêk anîne. Hûn bêjin çawa? ez ê vê vekim.

Me vî nivşî gelekî tade û zehmetî dîtine.  Rû bi rûyê êşkenceyên mezin bûne û ketin zîndanan. Me bi xwe ev malwêranî kirine. Gelek ji me reviyan bi kuçe û kolanên ewropa ketin. Heta vir normal e. Ji bona me ew zilm û zordarî dîtibûn û bûne xwedî zarok. me ne xwestin ku zarokên me jî weke me rû bi rûyê wan zehmetiyên me dîtibûn, bibin.

Loma jî me serpêhatiiyên xwe, jiyana xwe, dîroka xwe bi zarokên xwe nedan naskirin. Me nexwestin ku em dilê zarokên xwe bi wan tade û êşkenceyên li me hatibin kirine, biêşînin. Ji ber vê bû me dîroka xwe û jiyana ku em têde jiyabûn ji zarokên xwe re negotin. Me bi xweşî û delalî ew mezin kirin ku bibin ciwanên baş û xwedî karên bi pere. Loma ji adet û toreyên kurdewarî dûr ketin.

Aha tam di virde me malik li xwe û zarokên xwe xerab kir. Em ji ber zilma dijminê xwe, tadeyên dagirkerên me li me kiribûn, bi çolan ketin, bûne penaber. Lê me zarokên xwe bi zimanê dagirkerên xwe mezin kirin.

Ji kesên li welat mabûn û ji zîndana bi navê 5 nolîyê derketibûn. Piraniya wan bi temamî kurdî li xwe û zarok, xwe qedexe kirin. Heta dereceyekê mirov dikarin ji bona kesên li welêt ango li bakurê Kurdisstanê dijîn vê qebûl bike.

Ji ber ku şert û mercên wan dest nedida da ku zimanê xwe fêr bibin. Him ji ber tirsa dijmin ku gelekan nedixwestin zarokên wan jî weke wan bikevin zîndanan û ji dibistanê xwe nemînin kurdî li xwe û li zarokên xwe qedexe kirin. Sedemeke din jî ji ber pêşveçûna teknîka nûjen weke inernet, facebook ûhwd bêtirîn zarokên welêt xwe fêrî wê kirin. Ew jî bi tirkî bûn û kurdî bêtir û rehetir hate ji bîr kirin.

Lê li ewropa ew mecbûriyeta ku em bi zimanê dagirkerên xwe qise bikin û wî fêrî zarokên xwe bikin tune bû. Lê me ew kir. Sedema wê dihat gotin ku dema zarok herin welêt heger bi tirkî nizanibin wê nikaribin bi mirovên xwe re têkilî deyne. Ev ne rast bû. Loma gelek ji zarokên kesên weha bûne zimanzanê zimanê tirkî û bi dehan berhemên tirkî nivîsandin. Ev jî bû sedemek ku ciwan zimanê xwe fêr nebin.

Lê her me çiqasî digoti in: Ziman hebûne, me ew hebûn bi destê xwe kuşt. Carekê bifikirin ku di malekê de heger tu bi zarokên xwe re bi kîjan zimanî qise bike an rê wan bide, helbet ew zarok jî wê bi çanda xwediyê wî zimanî mezin bibe û roj bi roj ji xwe dûr bikeve.

Ji bona em bikaribin li xwe vegerin, her kesên vê kêmaniyê dibînin û dinivîsînin, divê ew destpê bikin û zimanê dagirkeran di mala xwe de qedexe bikin.  Ji ber ku kî bi kîjan zimanê qise bikin û tevbigerin wê adet û hêjayiyên xwediyê wî zimanê jî weke yên xwe nas bikin û bizanibin ku ew jî malwêraniya herî mezin e û me heta niha ev kirî ye û hê jî berdewam e.

Camêr dike haho, dike gazî û hawar lê zimanê mala wî tirkî ye. Zarokên wî bi kurdî nizane. Dema te, min û me xwe xistibin vî halî divê em berê xwe rexne bikin ku me ev malwêranî bi serê xwe de anîne. Ji bona çareseriyê jî divê em rêyan bibînin. Bi gazî û hawarê ev nabe.

Dema em zarokên xwe fêrî kurdî nekin. Wan fêrî çand û folklora kurdî nekin, helbet ew zarok û ew ciwan jî weke kurd mezin nebe. Heger îro hin bi tirk bêjin em kurd in jî dê zeman bê wê nebiyên me bêjin kalê min Kurd bû.

Madem me ev bi destê xwe anîye serê xwe, divê em loman nekin û zûtirîn demê zimanê dagirkeran li xwe, li zarokên xwe û di mala xwe de qedexe bikin. Divê em xwe dûrî zewaca bi kesên dagirkerên xwe bigirin. Divê havînan em zarokên bişînin başûrê kurdistanê bila wir bibînin da ku bizanibin kurdistan çi ye û ala kurdî çawa li hemî kolanên welêt hatine darvekirin. Ev bi serê xwe jî wê hin pirsan di serê zarok ango ciwanên me de veke.

Ma ne cihê pirsê ye ku gelo heta niha me çend malbatan zarok ango ciwanên xwe ji bona bêhnvedana havînê ji dêlva dewletên ewropa, şandine Kurdistana azad?

Divê em êdî zarokên xwe, bi xwere bibin, civîn, konferan û şahiyên kurd. Divê em ji nûde guhê wan bi kurdî dagirin. li ber çavên wan em folklora kurdî rê wan bidin. Divê em wan bişînin Kurdistana azad da ku wir bibînin û ji welatê xwe, ji zimanê xwe hez bikin.

Loma dibêjim: Divê em dev ji gazinan berdin û li xwe vegerin da ku bikaribin zarokên xwe ji malwêraniya ku em behsa wê dikin, xelas bikin. Heger em vê nekin, du nivş heta sê nivşên din êdî em ê weke kurd tenê bi nav bimînin ku ew jî heta derekê dihere. Jê û pêve em ê jî weke kêmneteweyên din bi hevre zarok û nebiyên xwe bikin tirk. Û hûn sax…

Önceki ve Sonraki Yazılar