Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Şopa ku Min li Xerîbiyê bi Mîr Tehsîn Beg re Tomar Kir: Di Sedsala Guhertinan de Kesayetî, Vîzyon û Jiyana Wî

A+A-

Pêşveçûn

Dîroka Êzdîxanê bi sedsalan e li ser hîmên herî qedîm ên bawerî, berxwedan û sîstema mîrtiyê ava bûye. Di sedsala 20’an de, dema ku civaka me di navbera rûpelên herî tarî yên dîroka Rojhilata Navîn û pêlên nû yên modernîzm û koçberiyê de derbas dibû, fîgurekî herî krîtîk mîna mertalekî ruhanî û siyasî derket pêş: Mîr Tehsîn Seîd Beg. Min ev hevpeyvîna dîrokî di 23’ê Nîsana sala 2000’an de, li xerîbiyê (Almanyayê) li mala şêx Xêrî Derwêş li dar xist û tomar kir. Ev hevdîtin ji bo min ne tenê qeydeke rojnamevaniyê bû, lê rûmet, xemxwarî û vîzyona herî kûr a kesayetiya vî mîrî ji bo paşeroja miletê me ji nêz ve ronî kir.

  1. Jidayikbûn û Rêwîtiya Ber bi Textê Mîrtiyê ve (Zarokatî û Wekalet)

Mîr Tehsîn Seîd Beg di sala 1933’an de, di serdemeke pir aloz a avabûna dewleta nû ya Iraqê de, ji dayik bûbû. Ew kurê malbatekî pîroz û esîl ê ji binemala mîrên Qetaniyê bû; bavê wî Mîr Seîd Beg û dayika malê Meyan Xatûn bû. Di nav heşt xwişk û birayên malbata mîr de (Mîrza, Xêrî, Celal, Farûq û sê xwişk), ew wekî kurê navîn hate perwerdekirin.

Gava ku di sala 1944’an de bavê wî Mîr Seîd Beg emrê Xwedê kir, Tehsînê piçûk hîn zarokekî 11 salî bû. Di bersivên ku da min de, diyar bû ku di vî temenê herî nazik de, ji ber berpirsyariya giran a li ser milê binemalê, Meclisa Ruhanî, mezinên eşîrên Êzdîxanê û dapîra wî ya xwedî-hêz Meyan Xatûnê biryarek dîrokî standin ku ew bibe Mîrê nû yê Şêxanê. Ji ber ku ew hîn piçûk bû, dapîra wî Meyan Xatûnê heft salan (heta sala 1951’an, gava bû 18 salî) wekaletiya wî kiribû û wekî rênîşandereke giranbuha hemû kar û barên giran ên Êzdiyan bi aqilmendî bi rê ve biribû.

  1. Şoreşa Ronakbîriyê: Vîzyona li ser Xwandin û Perwerdehî

Yek ji stûnên herî mezin ên ku bala min kişand û kesayetiya Mîr Tehsîn ji serokên kevneşopî cûda dikir, nêrîna wî ya modêrn û pêşverû ya li ser “zanist û perwerdehiyê” bû. Gava ku wî textê mîrtiyê girt, armanca wî ya herî pêşîn û mezin ev bû ku zarokên Êzdiyan bişîne medresa û mekteban.

Lê belê, min dît ku ev xewn di destpêkê de li nava gund û eşîran rastî astengiyên pir giran hatibû. Li gorî gotinên ku Mîr Tehsîn bixwe ji min re ragihandin, di salên 1950’yan de xwasteka xwandinê li nava xelkê pir kêm bû; heta hinek kalemêr û rûspiyên civatê bi hişmendiyeke girtî derdiketin pêşiya wî û digotin: “Mekteb ji me re heram e.” Mîr ji ber vê zihniyetê hem ji destê kalemêran û hem jî ji ber xemsariya dewletê gelek zehmetî kişandibû.

Ew ne sekinîbû; çûbû gel Waliyê Mûsilê yê wê demê (Sed Qezaz) û zext lê kiribû da ku li gundên Êzdiyan dibistan werin avakirin. Bi saya vîzyona wî ya xurt, di salên 1952-1953’an de yekemîn avahiyên mekteban li herêma Şêxanê bilind bûn. Mîr Tehsîn bi serbilindî ev fêkî di hevpeyvîna min de wiha anî ziman: “Bi xêra vê xwandinê îro miletê me hinekî pêşketî ye, niha doxtor, mihendîs, mamoste û xwandevanên me hene.” Di hevdîtina me de min fehm kir ku ew bixwe jî fîgurekî entelektûel e; wî ji bilî Kurdî (ku zimanê dê û bavê bû), bi Erebî û Îngilîzî dizanibû û zimanê Farsî jî baş fêm dikir.

  1. Jiyana Siyasî û Dilsoziya bi Şoreşa Kurdî re (1970–1975)

Rûbarên jiyana Mîr Tehsîn wekî neynika dîroka siyasî ya herêmê derketin pêşberî min. Rêwîtiya wî ya yekem a derveyî welat di sala 1951’an de ber bi Lubnan û Sûriyê ve bû, da ku nexşeya civakî ya Êzdiyên li Hesekê û Qamîşloyê nas bike.

Lê rûpela herî krîtîk ku ji min re qala wê kir, di destpêka sala 1970’an de rû dabû. Piştî ku li dijî hikumeta navendî ya Iraqê komployek çêbû, dostê mîr ê ku Qeymeqamê qeza Şêxan bû, hatibû girtin û di bin îşkenceyên giran de navê Mîr Tehsîn dabû û gotibû: “Tahsîn jî hevalê me ye.” Rejîma Bexdayê xwestibû Mîr li bajarê Esvinê bigire û bixe bin çav, lê mîr bi fersendnasî û aqilmendî xwe neda destê wan û reviya gundê xwe Baedrê.

Ji bo ku hikumeta navendî tola vê bûyerê ji miletê Êzdî raneke û tadeyê li wan neke, Mîr Tehsîn xwe gihandibû nav refên Kurdan ku wê çaxê Rahmetî Mele Mistefa Barzanî şoreş û berxwedana neteweyî birêve biribû. Ew heta sala 1975’an (peymana reş a Cezayirê û têkçûna şoreşê) di nav vê şoreşê de mabû û piştre neçar bûbû koçberî Îranê û ji wir jî Londonê bibe.

  1. Ketina Nav “Bahrê”: Parastina Adet û Ziman li Ewropayê

Gava ku Mîr Tehsîn di sala 1975’an de bihîstibû ku kurê wî Seît gihîştiye Almanyayê û nêzî sed malbatên Êzdî li Berlîn û Cellê dijîn, yekem car hatibû Almanyayê. Ew şeş sal û nîvan (heta sala 1981’an) li derveyî welat di nav bêderfetiyên giran de mabû, lê bi piştgiriya dilsoz a civatê serê xwe netewandibû.

Mîr Tehsîn jiyana Êzdiyan a li Ewropayê ji min re wekî “ketina nava bahrê (deryayê)” şîrove kir, ku ji bo dîn û çandê zahmetiyeke pir mezin e. Wesiyeta wî ya herî giran ku da min ji bo malbatan ev bû ku li hundirê malê tenê bi zimanê dayikê (Kurdî) biaxivin. Wî bang dikir ku ger dê û bav sînorê Tawisî-Melek, Şêx Adî, Şêx û Pîran fêrî zarokan nekin, zarokên ku tenê bi Elmanî mezin dibin dê her tiştî wenda bikin û ev dînê paqij û qedîm dê ji holê rabe.

  1. Nirxên Êthîk û Civakî: Şerê li dijî Qelen û Zewaca bi Zorê

Nirxên însanî û edaletparêziya Mîr Tehsîn di pirsên min ên li ser pirsgirêkên navxweyî de hîn zelaltir bûn. Wî ji min re mîsalên pir zindî dan ser xerabiyên li Ewropayê. Mîr bi tundî li dijî sitandina qelenên zêde û zewicandina ciwanan a bi zorê (bêyî dila wan) radibû.

Wî ev sûc bi temamî dixiste stûyê timaya dê û bavan û digot ji ber vê zordariyê ciwan ji hêrsan re diçin digihîjin xerîban. Şîreta wî ku di hevpeyvîna min de ji bo keç û kurên ciwan diyar kir ev bû ku ger dê û bav zordariyê li wan bikin, bila bi gotina wan nekin, lê neçin şaşîtiyan jî nekin; bila werin derdê xwe ji rêvebirên komel û malên Êzdiyan re bibêjin.

Her weha wî ji min re mîsala parastina exlaqê civakî da: eger kesek xirabiyekê bike (çi ji gundiyan be çi ji mala mîran bibe), divê tenê ew kes were tawanbarkirin, ne ku tevaya eşîr an herêmê pîs bikin. Wî got: “Dibê bizin bi piyê xwe û mî ji bi piyê xwe bêye dalqandin.”

  1. Rêxistin, Parastina Dîn û Dûrxistina Siyasetê ji Malên Êzdiyan

Min fehm kir ku Mîr Tehsîn dîtibû parastina fîzîkî bê saziyan nabe. Wî damezirandina komel û malên Êzdiyan (bi taybetî ya Oldenburgê ku min bixwe li wir dersên dînî didan zarokan) pîroz dikir. Lê belê, wî hişyariyeke pir mezin da min û dilsozên xwe: Siyaset û şerê partiyan divê nekeve hundirê xebata Êzdiyatiyê. Wî bi xwe ji min re got ew ne hevalê çi partiyekê ye û ne jî li dijî ti partiyekê ye; her kes li derve di ramanên xwe de serbest e, lê di hundirê malên Êzdiyan de tenê xizmeta dînê pak û her du cîhanan heye.

Di mijara Meclisa Ruhanî de, wî sîstema qonaxî diparast, bang li ilmder û qewlzanan dikir ku ilmê devkî bidin nivîskaran da ku bêtir pirtûk werin weşandin.

Encam

Mîr Tehsîn Seîd Beg rêberekî pir dilnizm, rasteqîn û fersendnas bû. Di heman hevpeyvîna min de gava min pirsê li ser çêkirina rismên wî wekî sembol kir, ew bi dilekî mezin ji min re wiha peyivî: “Hebûna şikil û risiman ne tiştekî pewîst e. Lê min divê mîletê min pirsyara ji Mîrê xwe bikin, ka bê Mîrê wan ji wan re çikiriye?” Ew xwe ne wekî pîroziyekî ji esmên hatî, lê wekî “beşerekî” mîna her kesî didît.

Ev berhema giranbuha ku min di sala 2000’an de qeyd kir  di vê pirtûka min (ISBN: 978-625-7085-20-5) de hate parvekirin. Mîr Tehsîn heta roja kirasguhastina xwe ya di sala 2019’an de, bavekî dilsoz, çavvekirî û parastvanê herî mezin ê herf û toreyên Êzdîxanê bû.

Ruhê wî şad be.

Kemal Tolan, nivîskar û lêkolînerê Êzdî

bc50eb73-4835-412f-8df0-8a8d4a8031ac.jpeg

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin