Sêyemîn pêşangeha pirtûkan li Qamişloyê hatiye lidarxistin.

Sêyemîn pêşangeha pirtûkan li Qamişloyê hatiye lidarxistin.

Nivîskarek 2‪0‪0‪ pirtûkan bê beramber di pêşangeha pirtûkan de li bajarê Qamişlo bi ser xwêneran de belav dike.

A+A-

Li Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê, sêyemîn pêşangeha pirtûkan hatiye lidarxistin ku têde bi hezaran pirtûk hatine pêşandan. Nivîskarekî Kurd ê ji Qamişloyê jî derdora 200 pirtûkan kom kirine û bi rêya sêyemîn pêşangeha pirtûkan, pirtûkên xwe pêşkêşî xelkê dike.
 
Nivîskarek 2‪0‪0‪ pirtûkan bê beramber di pêşangeha pirtûkan de li bajarê Qamişlo bi ser xwêneran de belav dike.
 
Ebas Mûsa yê nivîskar ji Rûdawê re dibêje, xwendin li Rojavayê Kurdistanê ne di asteke pêwîst de ye lewma divê keşûhewayeke baş ji xwendinê re bê peydakirin.
 
Nivîskar Ebas Mûsa herwiha ragihand, asta xwendina pirtûkan li Rojavayê Kurdistanê kêm bûye, lewma jî ew hewl dide bala xelkê bikişîne ser xwendina pirtûkan.
 
Ebas Mûsa tekez kir: “Kesê xwêner li pirtûkan bigere û nizanibe hilbêjere zehmet e, lê hinek hene ev demeke dev ji xwendinê berdane, eger bi rengekî baş jêre bê pêşkêşkirin dê careke din bixwînin.”
 
Sêyemîn pêşengeha pirtûkan bi beşdariya pirtûkxaneyên ji Bakur û Başûrê Kurdistanê li bajarê Qamişlo birêve diçe, û têde pirtûkên bi zaravê soranî jî hene. Di sêyemîn pêşangeha pirtûkan a Qamişloyê de bi dehan hezar pirtûk bi 8‪ hezar navûnîşan hene.
 
Endama Desteya Çandiniyê û ji Komîteya Amadekara Pêşangeha Pirtûkan a Qamişloyê, Neîma Mûrad jî ji Rûdawê re got: “Îsal 4‪3‪ beş in, pirtûk jî 1‪1‪2‪ hezar in, bernameya me 1‪0‪ sibê destpê dike, ji yek heya pênc jî navber e, heya saet 9 jî gotûbêj hene.”
 
Tiştên veşartî û vekirî, navê yek ji 1‪1‪2‪ hezar pirtûkan e ku li vir peyda dibin, biryar e ev pêşangeh 6‪ rojan berdewam bike ku têde çalakiyên cûda têne lidarxistin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin