Sêmalka dê 24 demjimêran vekirî be û deriyê Qamişlo-Nisêbînê jî tê avakirin

Sêmalka dê 24 demjimêran vekirî be û deriyê Qamişlo-Nisêbînê jî tê avakirin

.

A+A-

Serokatiya Deriyê Sînor ê Sêmalkayê ragihand ku ji 1ê Çiriya Paşîn û pê ve, ev derî dê 24 demjimêran di hemû rojên hefteyê de vekirî be.

Ev biryara nû hem tevgera rêwiyan û hem jî çalakiyên bazirganî bi temamî dihewîne.

Bi vê gavê re, çûn û hatin û derbasbûna di navbera herêmê û derve de dê gelekî hêsantir bibe û astengên demjimêrî yên berê dê nemînin.

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ye.

Deriyê heftemîn: Qamişlo û Nisêbîn

Xebatên ji bo vekirina Deriyê Sînor ê Qamişlo û Nisêbinê yê di navber Bakur û Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin.

Serokê Desteya Giştî ya Derî û Gumrikê ya Sûriyeyê Quteybe Bedewî li ser hesabê xwe yê Facebookê ragihand ku "bi awayekî fermî dest bi karê avakirina Deriyê Sînor ê Qamişlo û Nisêbînê hatiye kirin."

Quteybe Bedewî da zanîn ku ev derî dê bibe deriyê 7emîn di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de.

Ev gav di çarçoveya pakêteke planên berfireh de ye ku armanca wê nûjenkirina deriyan, hêsankirina tevgerê û kêmkirina dema derbasbûnê di navbera Sûriye û welatên cîran de.

Amadehiyên deriyê Qamişlo û Nisêbînê dest pê kir

Birêvebirê Pêwendiyan ê Desteya Giştî ya Deriyên Sînor û Gumrikê Mazin Eloş ji Rûdawê re eşkere kir ku ji bo avakirin û nûjenkirina deriyê Sînor ê Qamişlo û Nisêbînê yê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de, amadehî bi awayekî fermî dest pê kirine.

Eloş da zanîn ku ev derî wekî heftemîn deriyê bejayî yê di navbera her du welatan de bipêşketineke girîng û stratejîk e.

Wî destnîşan kir ku "ev derî dê rasterast bibe sedema geşkirina bazirganiyê û piştgiriya aboriya herêmî ya parêzgeha Hisîçayê û tevahiya deverê.

Her wiha dê derfetên nû û berfireh ji bo tevgerên transît û veguhastina navneteweyî ya di axa Sûriyeyê re veke."

Eloş diyar kir ku vekirina derî dê rêyên dûr kurt bike, dema derbasbûnê ya ku deriyên din ferz dikir kêm bike û bi vî awayî barê li ser milê welatî û rêwiyan sivik bike.

Serdaneke meydanî ji bo şopandina projeyê

Alîkarê Parêzgarê Hisîçayê Ehmed Hîlalî li gel Birêvebirê Deriyê Sêmalkayê Hemûd el Hemûd di çarçoveya geşteke ji bo şopandina kar û barên amadehiyê de, serdaneke meydanî li cihê ku derî lê were avakirin pêk anîn da ku çavdêriya amadehiyan bikin.

Ehmed Hîlalî diyar kir ku "Deriyê Qamişlo û Nisêbînê projeyeke stratejîk e ji bo Parêzgeha Hisîçayê."

Hîlalî da zanîn ku tê payîn ev derî tevgera bazirganî, veguhestin û transîtê ya di navbera Tirkiye û Îraqê de bi rêya axa Sûriyeyê zêdetir bike û bi vî rengî çalakiya aborî li herêmê bi awayekî berbiçav xurttir bibe.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin