
78 dewlet daxwaz ji Rûsyayê dikin ku bê şert û merc şerê li dijî Ukraynayê rawestîne
.
27 welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) li gel 51 dewletên din ên cîhanê, di nav de Brîtanya, Japon, Koreya Başûr, Awistralya û Îsraîl, daxwaz ji Rûsyayê kirin ku ji bo pêkanîna aştiyê, li ser agirbesteke temam, bilez û bê şert û merc bi Ukraynayê re li hev bike.
Ev helwest di daxuyaniyeke hevbeş a wan 78 dewletan de li New Yorkê hate ragihandin; beriya ku Encûmena Asayişê ya Neteweyên Yekgirtî civîneke taybet derbarê rewşa Ukraynayê de li dar bixe. Di daxuyaniyê de, piştevaniya temam ji bo Kîevê hat nîşandan û hişyarî li ser zêdebûna êrîşên Rûsyayê yên li dijî sivîlan û binesaziya wî welatî hat dayîn.
Welatên beşdar nîgeraniya xwe ya kûr li hember êrîşên li ser Deryaya Reş anîn ziman û diyar kirin ku Rûsya hewl dide hinardekirina dexlûdanê Ukraynayê têk bibe, bi vê yekê jî metirsiyê li ser ewlehiya xurekê ya li seranserê cîhanê çêdike. Herwiha tekezî li ser misogerkirina azadiya keştîvaniyê û parastina keştiyên bazirganî û binesaziyên stratejîk hate kirin.
Di beşeke din a daxuyaniyê de bal hate kişandin ser wê yekê ku Ukrayna ji meha Adara 2025an vir ve amadebûna xwe ji bo agirbesteke giştgir û bêşert nîşan daye. Ji ber vê sedemê bang li Moskoyê hate kirin ku heman helwestê nîşan bide, da ku rê ji bo dîplomasî û danûstandinên rasteqîn vebe. Hevdem daxwaz ji Rûsyayê hate kirin ku bi armanca avakirina baweriyê, dîlên şer û welatiyên sivîl ên girtî serbest berde.
Di dawiya daxuyaniya hevbeş de wiha hate gotin: “Ukrayna aştiyê dixwaze, em jî aştiyê dixwazin. Divê Rûsya dawî li êrîşên xwe bîne, pabendî agirbestê be û bi rengekî çalak beşdarî danûstandinan bibe, ji bo mîsogerkirina aştiyeke berfireh, dadperwer û mayînde li gorî qanûnên navneteweyî.”
Aloziya leşkerî ya di navbera Rûsya û Ukraynayê de di Sibata 2014an de bi dagirkirin û pêvekirina nîvgirava Kirimê ji aliyê Rûsyayê ve dest pê kir. Piştre di 24ê Sibata 2022an de bi êrîşeke berfireh a hêzên Rûsyayê, ev nakokî veguherî şerekî mezin û dagirkeriyeke leşkerî ya berfireh.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin