Hozan Bengi

Hozan Bengi

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Serhêpahtîya destpêka xwendina pirtûkan û evîna xwendinê

A+A-

”Li vir divê ez çîroka xwe û strangotinê jî, ji we ra bêjim. Ez 8-9 salî bûm em hatin Tetwan û babê min, ji ber xatirê hevaltîyê jî, xanîyek li hember mala Mamê Feqî Huseyin Sağnıç xanî kirî û bi wê awayê jî ez û Newzetê (Nevzat Sağniç) kurê Mamê Feqî  bûne nasên hev, hevalên hev, birayên hev û jı wê rojê pê ve jî û pê ra, hemû jiyana mın û Newzet bi hev ve hat girêdan. Newzet hindek ji min meztir bû û ji min zanatir û hema bêje aqiltir jî bû. Min hemû tiştên girîngên jîyana xwe ya wan deman, bi Newzet ra dest pê kir û pê ra derbaz kir.


Malên me xanî bûn û baxçeyên dora xanîyên me jî dora 1000 m2 dibûn. Ya me baxça me da, dar hebûn û me diçand û parêzekê me yê baş hebû. Min diçû û li devê Behra Wanê, ku nêzikê mala me bû, çîmen dibirîya dihanîya û pê guldankan çêdikir. Dîya min ji axê û ji berên axê hez dikir û min jî hez dikir, ku alîkarîya wê bikem.


Lê baxça Newzet ji ê me cida bû. Hindek amirên gîmnastîk û sporê ji xwe ra çêkiribû, sobayek, ku bi kepeka darên dartaşxaneya Mamê Feqî tê da dihat şewitandin. Em havînan diçûn û me baçîkan (garis/lazût, gilgil) didizîya û tanî ser sobê dikeland. Mi dizîya bostanên hemû taxê dikir. Ne zêde, û em haj jê hebûn, ku em şitil û kertikan, mijaran xirab nekin û me tenê têra xwe tanî. Pirê caran jî me ji wan ra digot – paşî!


Em ji xwe ra li wê heta direnganê şevan rûdiniştin. Me gîmnastîk dikir, dixwend û min stranan digot. Newzet ji “dengbêjîya” min hez dikir û di her macalê da bi min stranan dida gotin. NE hêjayê gotinê ye, lê min di serî da stranên Tirkî digotin.


Sînemayekî havînî hebû li hember malên me û heta direngê êvarîyan straên wan taxê dadigirt. Min wan stranan, mina stranbêjên wan distira. Min dengê xwe jî, wek yê wan derdixist.


Newzet, di “destpêka” jîyana min a, ji zaroktîyê bo xortanîyê da dewrekî mezin dîtîye. Her tiştekî, ku di wê temenê da dibe, ez jî wî hîn bûm. Me di serî da kitêbên rêzikan (Texas, Tommiks û wek wan) dikirîya û dixwend bi dehan kirtêbên me hebûn. Me bihevra dikirîya û paşî dibir û bi xortên din ra vediguhêzî. Me bi hevra, bi xortên din yê kolana me (Saray Caddesî) Şahrêya Saray da goga pê (fodbold) û Qîtoke û Çalo dileyîst. Tê bîra min, ku me çavveşartok jî dileyîst.


Rojek ji rojan, Mamê Feqî xeber şand, ku ez û Newzet, em biçin malê û biçine oda Mamo. Em bi heyecan çûne û em çi bibînin! Hemû rêzikkitêbên me, ji mala me û mala wan li wê raxistine û Mamê Feqî û babê min Mele Îsmet jî li hember rûniştine!


Mamê Feqî dest pê kir û got, ku belkê tiştekî baş e, ku em ji xwendinê hez diken, lê heyfa me ye, ku em dema xwe bi van tiştên beredayî dikujin.


Min pirsî:
“Ez çi bixwînim mamo?”
Got:
“Ji ha pê da ezê kitêban bidime te û ku te kuta kir, were, inca ezê yekê din bidim te.”
Min got:
“Başe mamo”
Kitêbxaneyekî dewlemend a mamo hebû.
Min got:
“Mamo ez niha hema pirtûkek dixwezim!
Mamo çû û ji nav pirtûkên xwe yek hilbijart û hat da destê min.
Min lê nihêrî:
Bi Tirkî “Jîyannameya Mahatma Gandî” bû.
Ez bi kêf, bi kitêba xwe bin çengan da çûme malê. Ji min ra wisa hat, ku êdî ez ji wê rojê pê ve mezin bûme û êdî bi babê xwe û mamê Feqî ra dikarim bipeyîvim.
Ez çûm 2-3 rojan ketim ser kitbê, lê min nekarî, ez ji pargrafa pêşî debazê ya didûwan bibim. Bi Tirkîya kevin bû û zimanê wî ji min ra zêde giran bû.
Bi şermokî ez vegeram ba mamo û min jê ra got, ku:
“Ez tiştek jê tênagehim”
Dengê xwe nekir. Kitêbê bir danî cihê wê û kitêbek qerese mezin girt û hat.
Zirafê min qeta!
Ez ketme tirsa, ku ezê dîsa nekarim tê bigehim û şermezar bim li hember mamo.
Kitêbê da destê min û got:
“Ka li vê jî binêre, tu jê hez kî yan ne”
Min xwend ku “Ince Memed” a Yaşar Kemal bû.
Ez bi tirs û şerim çûme malê û bê ji dilî min dest pê kir!
Bawerken, heta ew kitêba qerese xilas nebû, min bi şev û roj ji dest berneda.
Piştê çed rojên kurt, min pirtûka xwe girt û ez çûma mala mamo.
Ji ber ez zû hatibûm, ji mamo we bû, ku min nekarîye vê jî bixwînim.
Min bi ken û kêf gotê:
“Mamo ez hemû pirtûkên wek vî dixwezim. Min hemû û bi xweşîyek mezin xwend.
Got:
“Ka bêje, çi ji kitêbê bîra te da maye.”
Min dest pê kir û yeko yeko çîrokê jê ra got.
Mamo bi ken dengê min birî û çû kitêbek dî ji min ra anî.


Êdî piştê wê, ez bûme xwendevanek, ku wek tîryakîyan, hemû kitêbên destê min diketin min dixwend.
Wisa lê hat, ku min hemû pereyên destê min diketin, pê cigareyên xwe distand û ê mayî jî, min pirtûkan pê distand.


Bi demek ji xortanîya min da, min karî hejmarek mezin ji literatûra cîhanî, wek Rusî, Almanî, Înglîzî, Amerîkanî û htd. Û bi se da jî yên Tirkî bixwînim. Êdî kitêb li Kitêbxaneya bajêrê Tetwanê, kitabxaneya Mamo Feqî û yên babê min nemabûn. Inca min dest pê kir bi xwe kirî, yan ker(deyn) kir û xwend.”

Têbînî: ev nivîs, serpêhatîyeke, ji gelek serpêhatîyan, ku ez li ser dixebitim.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin