Şerefxan Cizîrî: Bila Rayedarên Dewletê Fêri Zimanê Kurdî Bibin!

Şerefxan Cizîrî: Bila Rayedarên Dewletê Fêri Zimanê Kurdî Bibin!

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîri daxuyanîyek da raya giştî

A+A-

Li gorî nûçeyên ku di medyayê de belavbûne Qeymeqamê navçeya Beşebebê Îsmail Pendik fêri zimanê Kurdî dibe. Qeymeqam dibêje: gava ku mirov bi zimanê Kurdî diaxive diyalog bi xelkê re bi germî berdewam dike…

 

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizirî li ser vê yekê daxuyaniyek nivîski da raya giştî û  helwesta xwe ya di derbarê fermîbûna zimanê Kurdî  de cardin anî ziman.


 Ew daxuyanî:

 

Bila Hemû Rayedarên Dewletê Fêri Zimanê Kurdî Bibin!

Li gorî nûçeyên ku di medya de belavbûne Qeymeqamê navçeya Beşebebê Îsmail Pendik fêri zimanê Kurdî dibe. Qeymeqam dibêje: gava ku mirov bi zimanê Kurdî diaxive diyalog bi xelkê re bi germî berdewam dike…
Rast e. Gava ku rayedarên dewletê fêrî Zimanê Kurdî bibin atmosferekî germ, aşitiyane, dostane pêk tê. Naskirina gelê Kurd pêşî di ziman û kultura wana re dibe û dibe xwedî wate. Gava ku mirovên me hevdû qebulbikin, hevdû nasbikin diyalogên di navbêna hemwelatî dewletê de, di siyasetê de, di xebata kulturî de hesanîtir dibe, germtir dibe.
Em weke Platforma Zimanê Kurdî ji ber wan sedeman dibejin; bila zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdê û zimanê fermî. Bila pirsa zimanê Kurdî bibe pirseke xwezayî û civakî.


Ji ber vê yekê em weke Platforma Zimanê Kurdî helwesta Qeymeqamê Bêşebabe erenî dinirxînin. Di fêrbûna zimanê Kurdî de em serketine ji birêz qeymeqam re dixwazin.
Em bangi hemû qeymeqam, walî, fermandar, amirên sivil û leşker dikin ku Kurdî fêr bibin. Fêrbûna zimanê Kurdî ji bona rayedarên dewletê bila bibe gava pêşî ji bona aşitî û pêkvejiyanê.  06072019


Şerefxan Cizîrî  

                             
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum