Çarenivîsa dan û standinên Îran û Amerîkayê

Çarenivîsa dan û standinên Îran û Amerîkayê

.

A+A-

 Endamên her du baskên Kongreya Amerîkayê di hevpeyvînên taybet ên li gel Rûdawê de nêrînên xwe yên li ser peymaneke pêkan a di navbera Îran û Amerîkayê de anîn ziman.

Hinek endaman diyar kir ku dîplomasî tenê rêya çareseriyê ye.

Hinekên din jî teqezî li ser berdewamiya zextên li ser Îranê kir.

Ev yek nîşaneya nakokiyên kûr ên li Washingtonê ye ku çawa nêzîkî vê krîza mezin bibin.

Endamê Demokrat ê Kongreya Amerîkayê Johnny Olszewski tekezî li ser pêdiviya bilez a dan û standinan kir.

Johnny Olszewski amaje bi mesrefên giran ên şer ên ji bo Amerîkayê kir û got:

“Divê em vê mijarê bi rêya dîplomasiyê çareser bikin.

Divê em rêyekê bibînin ku hem ji bo Amerîkayê û hem jî ji bo cîhanê bibe çareserî.”

Johnny Olszewski rexne li nêzîkatiya Serok Donald Trump girt û anî zimên ku stratejiyeke zelal a îdareyê nîne.

Olszewski destnîşan kir ku divê di her peymanekê de rê li ber çekên nukleerî yên Îranê bê girtin û Tengava Hurmizê ji bo bazirganiyê vekirî bimîne.

Piştgiriya ji bo zextê

Berovajî Demokratan, Komariyan piştgiriya xwe ya ji bo helwesta tund a birêvebiriya Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir.

Endamê Kongreya Amerîkayê Greg Murphy hêvî kir ku peymanek çêbibe lê wî guherîna navxwe ya Îranê wekî şert nîşan da û got:

“Ez hêvî dikim xelkê Îranê rabe ser pêyan û dawî li dînîtiya vê hikûmeta Îslamî ya radîkal bînin.”

Murphy her wiha piştgiriya nêzîkatiya Trump kir û ew wekî “muzakerekarê mezin” pênase kir.

Wî destnîşan kir ku zextên berdewam dikarin Îranê neçarî peymanekê bikin.

Endamê Kongreya Amerîkayê Troy Nehls jî daxwaza berdewamiya zextê kir.

Troy Nehls got ku divê Amerîka “bi biryar bimîne” û anî ziman:

“Me ew anîne ser çokan. Divê em zextê bidomînin da ku Îran peymaneke li gorî berjewendiyên Amerîkayê qebûl bike.”

Nehls her wiha got ku divê ti carî destûr neyê dayîn ku Îran bibe xwedî çekên atomî.

Rexneyên li ser vekişîna ji peymana atomî

Li aliyê Demokratan, rexne li ser vekişîna ji peymana nukleerî (JCPOA) zêde bûn.

Endamê Kongreya Amerîkayê Don Beyer diyar kir ku peymaneke nû dê bişibe peymana sala 2015an û da zanîn:

“Di dawiya rojê de, dibe ku peymaneke me ya wekî JCPOAyê hebe.”

Don Beyer nêzîkatiya niha wekî “gelekî xirab” pênase kir û xwest ku agirbesta niha bê dirêjkirin.

Endamê Kongreya Amerîkayê Scott Peters jî rexne li birêvebiriya Trump girtin ku bi Kongreyê neşêwirî ye.

Scott Peters kampanyaya leşkerî wekî “bêdestûr” bi nav kir.

Endama Kongreya Amerîkayê Mary Gay Scanlonê jî rexne li biryara Trump a vekişîna ji peymana nukleerî girt û got:

“Peymaneke me bi Îranê re hebû lê vî serokî ew xera kir.”

Şertê îdeolojiyê

Endamê Komarî yê Kongreya Amerîkayê Marlin Stutzman diyar kir ku serkeftina peymanê bi serkirdayetiya navxwe ya Îranê ve girêdayî ye û anî ziman:

“Heger heman îdeolojiya tund hebe, ev yek bi ser nakeve.”

Marlin Stutzman da zanîn ku divê Îran dawî li piştgiriya komên çekdar ên herêmê bîne.

Tevî nakokiyên li ser stratejiyê, endamên her du partiyan jî li ser wê yekê hevnêrîn in ku divê rê li ber bidestxistina çekên nukleerî ya Îranê bê girtin.

Ev nîqaş di demekê de ne ku Trump roja sêşemê agirbest dirêj kir.

Trump amaje bi hewlên dîplomatîk û daxwazên aliyên navneteweyî yên wekî Pakistanê kir ku dem ji bo dan û standinan hebe.

Hîn ne zelal e ku dê ev dan û standin bigihêjin encamekê yan na lê endamên Kongreya Amerîkayê li ser xaleke hevpar in: Metirsî hem ji bo Amerîkayê û hem jî ji bo herêmê gelekî mezin e.

(Rûdaw) 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin