
450 malbatên din ên koçber vedigerin Serê Kaniyê
Di çarçoveya proseya vegera xelkê resen bo ser axa wan de, 450 malbatên din ên koçber ên Serê Kaniyê vedigerin war û malên xwe.
Endamê Meclisa Gel û endamê Tîma Serokatiyê, Mistefa Ebdî li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Facebookê ragihand, îro 13ê Cotmehê saet 08:00ê karwanekî nû yê koçberan ber bi herêmên wan ve bi rê dikeve.
Li gorî zanyariyên ku Ebdî dane xuyakirin, di vê qonaxê de 450 malbatên koçber ên Serê Kaniyê yên ku li bajarê Hesekê bi cih bûbûn, vedigerin ser cih û warên xwe. Di heman demê de, karwanekî din ê ji 50 malbatên xelkê Hesekê ku li Serê Kaniyê diman, vedigerin ser malên xwe yên li Hesekê.
Mistefa Ebdî tekez kir ku tevahiya amadekariyên lojîstîk û ewlehiyê yên pêwîst hatine temamkirin, ku ev yek rêkxistina pêvajoya vegerê û dabînkirina hêsankariyên çûnûhatinê ji bo hemû malbatan li xwe digire.
Pêvajoya vegera karwana yekem a koçberên Serê Kaniyê bo warê wan di 10ê Tebaxa 2026an de dest pê kiribû; ev yek jî piştî derbasbûna heft salan di ser koçberkirina wan a bi darê zorê re hatibû encamdan. Karwana yekem ji nêzîkî 650 malbatan pêk dihat ku bi sedan mêr, jin û zarok bi pêdiviyên xwe ve bi rê ketibûn.
Birêvebirin û çavdêriya vê proseyê ji aliyê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê ve û bi hevahengiya çend aliyên mirovî û ewlehiyê tê meşandin, da ku karwan bi awayekî rêkûpêk derbas bibin û pêdiviyên bingehîn ji bo vegeriyayan werin dabînkirin.
Heta nih zêdetirî 2 hezar û 100 malbatên ji koçberên Serê Kaniyê di çar karwanên cuda de vegeriyabûn warê xwe û 50 malbatên ku li Serê Kaniyê bicih bûbûn jî vegeriyabûn ser malên xwe li Hesekê. (K24)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin