Îraq: Hebûna Tirkiyeyê ya leşkerî êdî nayê qebûlkirin

Îraq: Hebûna Tirkiyeyê ya leşkerî êdî nayê qebûlkirin

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Ebûdî ragihand hebûna Tirkiyeyê ya leşkerî êdî nayê qebûlkirin.

A+A-

Qasim Ebûdî her wiha eşkere kir ku Tirkiyeyê bi destpêkirina pêvajoya danîna çekan re, vekişîna hêzên xwe qebûl kiriye û got, “Emw naxwazin PKK ji axa me li ser Tirkiyeyê bibe gef.”

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Îraqê Qasim Ebûdî beşdarî Foruma MERI 2026an bûn.

Rûniştina heftem a forumê bi navnîşana “Ji Parçebûnê Ber bi Hevgirtinê ve: Piştî Koalîsyona Navneteweyî Paşeroja Pergala Ewlehiyê ya Îraqê” hat lidarxistin.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Îraqê Qasim Ebûdî rû Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di panelê de axivîn.

Vekişîna artêşa Tirkiyeyê

Qasim Ebûdî qala serdana xwe ya dawî ya Tirkiyeyê kir û naveroka hevdîtinên xwe eşkere kirin û got:

"Me ji rayedarên Tirkiyeyê re got ku hebûna wan a leşkerî êdî ji bo Îraqê nayê qebûlkirin."

Qasim Ebûdî diyar kir ku Serokwezîrê Îraqê Zeydî ji Serokê MÎTê ya Tirkiyeyê re gotiye ku hebûna Tirkiyeyê "li hemberî rûmeta Îraqê bêrêzî ye."

Li gorî gotina Qasim Ebûdî, piştî nîqaşên dûr û dirêj Tirkiyeyê ev vekişîn qebûl kiriye.

Bi gotina wî wan soz daye ku bi awayekî hevaheng li gel çareserkirina mijara Şingalê, ji Başîqayê dest pê bikin û ji Îraqê vekişin.

Qasim Ebûdî destnîşan kir ku Tirkan nîşan daye ku ew bi Îraqê re têkiliyên bêkêmasî dixwazin û aramiya Îraqê ji bo wan girîng e.

Wî anî zimên ku xistina çekan a bin kontrola dewletê wiha kiriye ku Tirkiye dev ji israra xwe ya mayînê berde û got:

"Biryara Îraqê çi qasî yekgirtî be yên din ew qasî zêdetir rêzê li biryarên wê digirin."

Her wiha Ebûdî da zanîn ku komên çekdar ên li derveyî dewletê li hev kiriye ku di demeke diyarkirî de çekan deynin û di vê demê de ti çalakiyan nekin.

Çareseriya pirsgirêka Şingalê

Qasim Ebûdî li ser pirsgirêka Şingalê jî axivî û ew wekî pirsgirêkeke aloz pênase kir.

Wî got ku vê pirsgirêkê him aliyê navxweyî him jî aliyê herêmî heye.

Qasim Ebûdî da zanîn ku avakirina Şingalê ji pirsgirêka komên çekdar aloztir e çimkî bajar bi temamî wêran bûye.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî diyar kir ku hikûmeta Îraqê hewl dide pirsgirêkê bêyî şer û bi awayekî aştiyane çareser bike û wiha domand:

“Ez geşbîn im ku dê pirsgirêka Şingalê were çareserkirin. Dê ev mijar di nava mehekê de were çareserkirin."

Wî da zanîn ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê qebûl nake ku yekîneyên leşkerî li Şingalê bimînin.

Qasim Ebûdî destnîşan kir ku li ser tevlîkirina wan hêzan a nav saziyên ewlehiyê lihevkirin pêk hatiye.

Li gorî zanyariyan, hezar û 500 kes ji wan hêzên leşkerî hatine tevlîkirin.

Ji wan 500 jin dê bibin polîs û xebatên ji bo tevlîkirina hezar û 500 kesên din jî didomin.

Qasim Ebûdî ji bo Şingalê bangî Herêma Kurdistanê jî kir û got ku ew li bendê ne Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartina qeymeqamekî sivîl û serbixwe alîkariya wan bike.

Hêzên Koalisyona Navneteweyî

Qasim Ebûdî qala vekişîna hêzên Koalîsyona Navneteweyî jî kir û got:

"Vekişîna hêzên Koalîsyonê beşek ji Peymana Çarçoveya Stratejîk a di navbera Îraq û Amerîkayê de ye."

Ebûdî diyar kir ku di destê Koalîsyonê de teknolojiya modern heye û Îraqê hîn ev teknolojî bi dest nexistiye.

Wî anî zimên ku dê di rojên pêş de ji bo peydakirina wan kêmasiyên teknîkî bixebitin.

Li gorî gotina wî, hevahengiya di navbera hêzên ewlehiyê de niha di asta herî jor de ye.

Ebûdî destnîşan kir ku hinek kom li Îraqê danîna çekan red dikin lê rewşa ewlehiyê ya welêt aramtir e û hêzeke yekgirtî ya Îraqê heye.

Girtiyên DAIŞê û qerebalixiya girtîgehan

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Îraqê pêşniyar kir ku ji bo piştgiriya Îraq û Sûriyeyê ya li dijî terorê fonek were avakirin.

Wî eşkere kir ku parvekirina agahiyên îstixbaratî ya bi Koalîsyonê re didome.

Ebûdî da zanîn ku DAIŞ li hinek deverên Îraqê hîn jî çalak e.

Li ser girtiyên DAIŞê jî axivî û diyar kir ku baweriya bi darizandina wan a ji aliyê dadgehên Îraqê ve zêde bûye û got:

"Me li Sûriyeyê zêdetirî 5 hezar girtiyên ku di kontrola HSDyê û bin çavdêriya Koalîsyonê Navneteweyî de bûn wergirtin."

Wî bal kişand ser qerebalixiya girtîgehan û da zanîn ku pêwîstiya girtîgehan bi reforman heye lê krîza aborî pêşiya xebatên reformê digire.

Ebûdî destnîşan kir ku di têkoşîna li dijî terorê de tecrubeyeke demdirêj a Îraqê heye û civaka navneteweyî Îraqê wekî hevpar û aktorekî bingehîn dibîne.

“Îraq welatekî bêalî ye”

Qasim Ebûdî destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn dibe ku Îraq tenê welatê bêalî be û got:

"Ti baskekî leşkerî yan jî destwerdaneke Îraqê li ti welatekî din nîne. Îraq heta niha ji bo ti welatan nebûye gef.

Lê belê helwesta hinek welatên cîran li hemberî Îraqê neyînî ye û wan welatan sînorên xwe hema bêje bi temamî girtine.” (RN)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin