“Qerargeha hizbên kartonî di serdama Beasê de jî hebûn”

“Qerargeha hizbên kartonî di serdama Beasê de jî hebûn”

Parêzgarî meşrû yê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm bersiva bangeşeya malbenda Yekîtîya Niştimaniya Kurdistanê da.

A+A-


Parêzgarî meşrû yê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm bersiva bangeşeya malbenda Yekîtîya Niştimaniya Kurdistanê da. Kerîm diyar kiriye ku di serdama Beasê jî da qerargeha hizbên kartonî li Kerkûkê hebûn.


Dr. Necmedîn Kerîm, di hevpeyvînekê ligel VOAyê da bersiva wê bangeşeya Malbenda Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) da û da zanîn ku Melbenda YNKê diyar dike ku ew li Kerkûkê mane. Bes divê bizanibin di serdema Beasê jî hizbên kartonî beşdarî li Kerkûkê bûn. Herwiha Kerîm dîyar dike, ku  ew kesên Kerkûk firotine hewil dane li dadgeha Libnanê jî li dijî dozê vekin.


Kerîm behsa doza li ser wî ya Libnanê jî kiriye û daye zanîn ku dadgeha Libnan ligor yasayan kar dike ne ku ligor berjewendiyên hin berpirsên Iraqî û hin aliyên siyasî.
Di berdewamiya hevpeyvîna xwe da Kerîm behsa asayîkirina rewşa Kerkûkê jî dike û diyar dike ku aliyên siyasî, li komîteya avakirine hewil dihête dayîn ku artêşa Iraqê ji nava bajêr derkeve û hêzên xwe cihî li nava bajêr bîmînin û xelkê ji Kerkûkê derketine jî vegerin Kerkûkê.

 
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin