
Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
.
Veysel Vesek
Her wekî ku tê zanîn, çapemeniya netewekê -gelekî bi alfabeyên ew netewe bi kar tîne çêdibe. Di nava kurdan de jî li gorî geşedanên çandî û dîrokî hinek alfabe hatine bikaranîn. Ji wan alfabeyan taybetî em bêhtir yên piştî îslambûna kurdan dizanin û alfabeya piştî îslambûnê, kurdan ji bo nivîsê bikaranî alfabeya Aramî ye. Ev alfabe di nava kurdan de wekî zimanê Quranê jî hatiye zanîn û di medreseyên kurdan de wekî amûra zimanî û çandî hatiye bikaranîn. Hîn jî kurdên, Başûr, Rojava û Rohilat vê alfabeya aramî ya kurdî di çapemenî û weşanên xwe de bikar tînin. Ji ber ku demeke dirêj di nava civaka kurdan de bi cih bûye, gelek berhemên çandî û dînî hatina afirandin. Taybetî klasîkên kurdî bi vê alfabê hatina afirandin.
Alfabeya diduya ya Kirîlî, ango alfabeya gelê Slav e. Piştî avakirina Yekîtîya Sovyetê li Rusyayê kurdên Qafkasyayê dest bi karanîna alfabeya Kirîlî kirine. Ya rastî kurdên Qafkasyayê cara ewil bi alfabeya Latînî ya Şemo-Marogulov di navbera salên 1928-1929’an de weşangeriya kurdî kiriye. Lê piştî demekê ev alfabe hatiye qedexekirin û li şûna wê alfabeya Kirîlî hatiye danîn. Hema bêje hemû berhemên kurdên Sovyeta berê bi vê alfabeyê hatina afirandin.
Alfabeya latînî ya di nava kurdên Bakurê welat de belav bûye; Di sala 1932’yan de ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve di kovara Hawarê de hatiye danîn. Bi xêra nivîskarên Hawarê gelek berhemên bi alfabeya Latînî hatin afirandin û berhema sereke hatiye çapkirin jî berhema Dr. Kamûran Alî Bedîrxan ya navê “Elfabeya Min” bû.
Kurdan jî wekî hemû gelên din xwestiye bi alfabeyên cur bi cur xwe îfade bikin, çand û zimanê xwe pêş bixin û xwe bigihînin nifşên nû. Lê Komara Tirkiyeyê ji roja hatiye avakirin heta bigihîje salên 1990’î jî weşanên bi alfabeyên kurdî qedexe kirine. Li kîjan welatê biyanî weşaneke kurdî çêbûye, dest avêtiye wê weşanê û ji bo werê qedexekirin hewl daye. Her wiha gelheya gelê kurd piranî li tirkî bû û Komarê nedihişt weşanên kurdî bigihên welat. Ev nivîsar dê du mînakan ji çavkanîyên fermî yên Komara Tirkiyeyê bide û dê bi encameke kurt were dawîkirin
ALFABEYA DR KAMÛRAN BEDIRXAN QEDEXE DIKIN
Her weke mî li jor jî behs kir, belavbûna alfabeya kurdî ya Latînî bi xêra birayên Bedirxanî, Celadet Alî Bedirxan û Dr. Kamûran Alî Bedirxan çêbûye. Dr. Kamûran Alî Bedîrxan ji wan dersên di Hawarê de û bi hinek tiştên din, pirtkûkek bi navê “Elfabeya Min” di salan 1938’an de li Şamê, ji bo hînbûna kurdiya bi alfabeya Latînî amade kiriye. (Di sala 2009’an weşanên Hêlîn ev pirtûk çap kirîye) Lê Hikûmeta Tirkiyeyê bi biryara Serokomar Celal Bayar di sala 14/4/1952’yan de, belavkirina vê pirtûkê qedexe dike1. Û di vê Biryara Kabîneya Tirkiyeyê de bi taybetî ji bo vê berhemê qedexeya ketina sînorê welat jî tê dayîn. Ango alfabeya Latînî ya bi kurdî, li Tirkiyeyê hatiye qedexekirin. Bi vî şiklî li Tirkiyeyê tu kurd dê nikaribin bi zimanê xwe hînî alfabeya latînî bibin.
JI BER KURDÎ QEDEXEYA ROJNAMEYA YEWNANÎ
Biryara diduyê jî di sala 1956’an de dîsa bi îmzeya Serokomar Celal Bayar ji aliyê Kabîneya Komara Tirkiyeyê ve tê belav kirin. De qey wî çaxî li Yewnanistanê (Grek) rojnameyeka bi navê “Yenî Îzmîr” (Îzmîra Nû- Akropolîs) heye û di hejmara xwe ya 11/8/1956’an de alfabeyên kurdî yên Slavî-Kirîlî û Aramî çap dike. Lijneya Wezîran ya Komara Tirkiyeyê dikeve pey vê rojnameyê û hem hejmara wê ya 11/08/1956’an, hem jî hejmarên piştî vê tarîxê werin çapkirin jî qedexe dike. Helbet dîsa di vê biryarê de qedexeya ketina hundirê welêt jî heye.
MENDERES SEROKWEZÎR, BAYAR SEROKOMAR E
Wexta mirov li her du “Biryarname”yan dinêre, xuya dike ku di salên 1950’an de hatine belav kirin. Di wê demê de desthilatdarî di destê Partiya Demokratê (Demokrat Partî) de bû. Her wiha Serokwezîr Adnan Menderes bû û Serokomar Celal Bayar bû. Dîsa di biryarnamê de, xuya dike ku Hikumetên Komara Tirkiyeyê kî bin bila ew bin, li hemberî weşangeriya kurdî bi tundî tevdigerin û saloxdanên wan pir xurt in. Ji ber ku di her du biryarnameyan de cih û dîrokên çapa pirtûka “Elfabeya Min” û Rojnameya Akropolîs safî xuya dikin. Her wiha li gorî Biryarnameya 1952’yan “Elfabeya Min” li Şamê di sala 1938’an de çap bûye, hejmara Rojnameya Akropolîs (li gorî Biryarnameya Hikumetê Yenî Îzmîr) 1956’an de li Yewnanistanê çap bûye.
Wekî encam ez dikarim vê bêjim, qedexekirina alfabeyên kurdî, biryareke Jenosîda Spî ya li ser kurdan e. Û mixabin encamên vê Jenosîda Spî îro li ser me kurdan bêhtir xuya dikin. Li Tirkiyeyê hemû alfabeyên bi kurdî, hatine qedexekirin û Hikumetên Komarê nehiştine kurdî bi serxwe ve were. Hîn jî gelek kes dibêjin, “Çima kurdî pêşneketiye.” Li gel van astengiyan hebûna kurdî ya li Tirkiyeyê, di dema îro de mucîzeyek e.
1-Ji Arşîva Serokomarîya Tirkîyê, 18/01/1979 , 128-29-13
2-Ji Arşîva Serokkomarîya Tirkîyê,dosya no: 52-39, 1976
Not: Di vê rêzeyê de ev nivîsa diduyan e. Di çarçoveya “Di Komara Tirkiyeyê de Astengiyên li ser weşangerîya kurdî” de nivîsa yekem a vê beşê:
Çavkanîya nivisê: Diyarname
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin