PZK: Dersa Zimanê Kurdî Hilbijêrin

PZK: Dersa Zimanê Kurdî Hilbijêrin

Platforma Zimanê Kurdî (PZK) daxuyanîyek ji raya giştî re parve kir: Bi Kurdî Bifikirin, Bi Kurdî Binivîsînin, Bi Kurdî Biaxivin, Bi Kurdî Bixwînin!

A+A-

Navenda Nûçeyan

“Weke ku tê zanîn di dibistanan de nehê meha yekê (09 01 2020 roja dawî ye) dîsa wexta hilbijartina dersan e. Em weke Platforma Zimanê Kurdî dixwazin ku şagirtên Kurdan zimanê xwe hılbijêrin. Em dizanin ku îro derfeta şagırtan li dibistanan heye ku dersa zimanê Kurdî hilbijêrin. Ev mafeke ku divê Kurd bi hemû haweyan xwedi lêderkevin.

Her çiqasî armanca me ya sereke perwerde bi zimanê dayikê be jî, ku Platforma me bi bîryardarî xwedî li vî mafê derdikeve, divê zimanê Kurdi weke dersa bijarte, ji alîyê hemû Kurdan de weke gava pêşi were nirxandin. Em vê derfeta ku heye baş bicîh werînin, wê di pêşerojê de dergeh li ber perwerda bi zimanê dayîkê jî vebe.

Bi demê re wê hewcedarîya hejmara mamosteyên Zimanê Kurdî zêde bibe û zanîngeh jî mecburin li gorî vê rastîyê mamosteyên Kurdî perwerde bikin. Mamosteyên Kurdi ku hene jî bi vî haweyî dibin xwedî kar. Ev jî ji bona xurtkirina perwerdê bi Zimanê Kurdî destkeftîyeke mezin e. Di vê mijarê de çiqasi zor û zehmetî hebe jî, dive Dayik û Bav xwedi li zimanê Kurdî derkevin. Zimanê xwe bi hişmendî hilbıjêrin û zimanê xwe weke nasnama xwe jî biparêzin. Rûmeta me di zimane de ye! Hebûna me jî di zimanê me de ye!

Gelî Kurdan! Di mala xwe de, li kolan û bazaran bi Kurdî bi axivin. Sîyasetê bi Kurdi bikin!

Em weke Platforma Zimanê Kurdî bangî hemû Kurdan dikin ku di dibistanan de dersa zimanê Kurdi hilbijêrin. Zimanê kurdî hebûna me ye. Çi Kurmanc çi Zaza bê cudabûn, divê zarokên me di dibistanan de zimanê xwe hilbijêrin. Îro di xebata perwerdê de ev mafeke, divê ev mafê ziman bi hişmendî were bikaranîn.

Banga me ji hemû partîyên sîyasî, sazîyên sivîl, medya Kurdî, rewşenbîr û hunermendan re  ev e; Her kes ji alîyê xwe de bila xwedî li dersa zimanê Kurdî derkevin. Dîsa bi derfetên xwe jî zimanê xwe fêrbibin. Zimanê xwe di çalakîyan de bikarbînin. Di pirsa ziman de em bi hişmendî û hestyarî tevger bikin. Em bi hevdû re ji bona zimanê Kurdî kar bikin, hişmendîya zimanê Kurdi bilind bikin, nivîsandin, xwedin û axaftina bi zimanê Kurdi bila bibe helwesteke xwezayî di nava civaka Kurdan de. Ji ber ku Kurd bi zimanê xwe Kurd in.”

Platforma Zimanê Kurdî

Dîyarbekir.                                                              

03 01 2020

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin