PYD: Me bi ENKSê re bi navê ‘Lêvegera Bilind a Kurd’ li ser 6 xalan li hev kir

PYD: Me bi ENKSê re bi navê ‘Lêvegera Bilind a Kurd’ li ser 6 xalan li hev kir

Rêvebera PYDê û Endama komîteya danûstandinan a şanda Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) Sema Bekdaş ragihand ku PYNK û Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi navê ‘Lêvegera Bilind a Kurd’ li ser 6 xalên bo siyaseta dahatû li hev kirine.

A+A-

Rêvebera PYDê û Endama komîteya danûstandinan a şanda Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) Sema Bekdaş ragihand ku PYNK û Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi navê ‘Lêvegera Bilind a Kurd’ li ser 6 xalên bo siyaseta dahatû li hev kirine.

Piştî civîna doh 20ê Îlona 2020an ya ENKS û PYNKê ku Nûnerê Taybet ê Karûbarên Sûriyê yê Serokê Amerîkayê James Jeffrey jî bi herdu aliyan re hevdîtin pêk anî, hat ragihandin ku bi navê ‘Lêvegera Bilind a Kurd’ lihevkirin çêbûye.

Lê belê li gorî ragihandina aliyê PYNKê, lêveger hîn ava nebûye û nîqaş li ser wê berdewam in û heta danûstandinên li ser Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî bi dawî nebin, lêvegera siyasî zelal nabe.

Endama komîteya danûstandinan a şandeya PYNKê Sema Bekdaş ji ANHAyê re daye xuyakirin, di civînên berê de Peymana Duhokê bingeh dihat girtin û di destpêka civînan de jî lêvegera kurdî hatiye gotûbêjkirin.

Sema Bekdaş daye zanîn ku piştî 10 civînan, PYNK û ENKSê mijara lêvegera kurdî bi dawî kiriye û got: “Navê lêvegerê bû “Lêvegera Bilind a Kurd”. Her du aliyan li ser 6 bendên girêdayî erkên lêvegerê di paşerojê de têkildarî doza Kurd û herêmên dagirkirî, meşandina xebatan ji bo vegerandina koçberan ji warên xwe re li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, xêzkirina siyaset û stratejiya Kurd li Sûriyê, nûnertiya Kurd li Sûriyê û qadên navneteweyî, nûnertiya jinan di lêvegerê de, parastina destkeftiyên ku hatine bidestxistin bi taybet destkeftiyên jinan, rêbazên derxistina biryaran û rêziknameya lêvegerê li hev kirin.”

Li gorî lihevkirina ENKS û PYNKê Lêvegera Bilind a Kurd ji 40 kesan dê pêk were ku 16 ji PYNKê, 16 ji ENKSê û 8 endamên din jî wê PYNK û ENKS her yek 4 kesan diyar bikin, bi şertê ku ne ji sazî û partiyên girêdayî PYNK û ENKSê bin.

Sema Bekdaş li ser nûçeyên ku Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê û Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê li derveyî lêvegerê ne jî got: “Ev mijar nehat nîqaşkirin. Berovajî wê, em dixwazin hemû beşdarî danûstandinan bibin. Ji ber ku dûrxistina her partiyekê yan jî hêzekê li derveyî yekîtiya nîştimanî, dê yekîtiyê kêm bihêle. Derî li pêşiya hemûyan vekirî ye.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin