Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Pirsgirêka serete a Kurd-Kurdistan bêdewletbûne!

A+A-

Tegera Goran di „siyaseta herêmî a silêmanî" de fetisîye. Ji siyaseta Tevgera Goran helwestek Kurd û Kurdistanî dernakeve. Hemû hewldanên Tevgera Goran, li ser têkçûna helwestek yekpare a kurdistanî-netewî hatîye damezirandin.Şerê hizbî bi dijminatîya "PDK û malbata Barzanîyan" dimeşîne. Lê di eslê xwe de neyartîya hestên Kurdistanî dike û ne yekrêzîya Kurdistan, berjewendîyên İran û desthilatdarîya İraq li ser başûrê Kurdistan diparêze.

Tevgera Goran ji pir beşan pêktê û di navbera Tevgera Goran de yekrêzî tineye. Beşek nêzî siyaseta PKK û a Şîe ye. Ev beş di helwesta dijîtîya çûna referandûm û serxwebûna Kurdistan de cîh digire û serkêşîya dijîtîya „referandûm û serxwebûn a Kurdistan" dike. Eşkere dijî dewletbûnê ye û xwe beşek ji İraq, siyaseta ereban dibîne. Di daxuyanîyên xwe de ev beş bi şîweyek vekirî dixwaze ku vê helwestê bi Tevgera Goran û beşek ji YNK bide pejirandin.

Her çiqa hinek berpirsiyarên Tevgera Goran li henber van daxuyanîyan:

''Ewên bi navê Tevgera Gorran ve çûn nav eniya ''Nexêr'' bo referandûma herêma Kurdistanê, peyvendiya wan bi Tevgera Gorran ve tineye, ji ber ew helwêst helwêstê wan bixwe ye û Gorran bi ti awayekê li gel wan nîne, kîjan endamê Gorran biçe nav eniya ''Nexêr'' peyvendiya wî Gorran re tineye, ji ber Gorran berdewam piştevanî li pirsên niştimanî kiriye.''dibêjin jî, li henber kirinên vî baskê "nexêr"(!), helwesta giştî a Tevgera Goran ne zelale. Bêbiryarîya baskê netewî, xwînê dide vî baskê "nexêr".

Beşek din heye di bin bandora YNK deye û bêhelwestek zelale. Bi mejîyê hizbî difikire. Berjewendîyên hizbî û helwestek kurdistanî-netewî tevlihev dike. Ev mejû û hewdanên derengîn jî dibe sebeb ku bibiryara xwedî lê derketina serxwebûnê di siyaseta Tevgera Goran de zelal nebe. Di asta siyaseta dijrabertîya „PDK û serokatîya Barzanî" de fetisîye. Tevgera Goran, wedî helwestek teng û herêmî ye. Heta ku Tevgera Goran, xwe ji siyaseta teng a herêmî - Silêmanî rizgar neke û xwe zelal neke, wê zirarê bidin siyaseta Kurd û Kurdistan. Di berjewendîyên netewî, niştimanî de gava serete gava netewî ye, ne a hizbî.

Pirsa „referandûm û sexwebûna Kurdistan" pirsek netewî ye. Ev pirs ji bona hemû pêkhateyên olî û netewî re eşkerekirin û pejirandina îradeya Kurdistan bi xwe ye. Pirsek netewîye û ji berjewendîyên hizbî dûre. Kî/kê vê pirsê di warê berjewendîyên hizbî de bikar bîne, ew zerarê dide helwesta Kurd a piralî û kurdistanî. Nabe ku pirsgirêkên siyasî-hizbî derkevin pêş û di warê netewî de bibin asteng ji gavên serkevtinên netewî-kurdistanî de. Nabe ku em vê helwestê normal bibînin.

Tevgera Goran li henber dîroka çûna referandûmê (25.09.2017) derdikeve û dixwaze ku ev biryar bipaşde bêt girtin.

Wek ku em dizanin; li gor banga serokê başûrê Kurdistan birêz Mesud Barzanî, roja 7ê hizîran a 2017ê partiyên siyasî yên başûrê Kuredistan, serkirdeyên kêmhateyên medenî, olî, netewî hatin cem hev. Di bin serokatîya birêz Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê de civiyan û di wê civîna dîrokî de biryara encamdana referndûma serxwebûna Kurdistanê, di roja 25.09.2017ê de hat dan. Wan partî, alî û pêkhateyên ew biryara referndûmê dan, ji xwe re helwestek dîrokî,şanazî û rûmetiyek emzin di dîrokê de qeyd kir.

Tevgera Goran û hareketa Îslamî (Komel) dinav van hewldanan de cîh negirtin û bangên cîhgirtinê redkirin. Dîrekt li henber vê îradeya hevpar derketin. Ji ber ku di nav biryaran de bi qestî û dijraberî cîh negirtin; xwe wek muhalefet dan nîşan. Xwestin ku biryar bipaş de bêt girtin. Di vî warî de Tevgera Goran û Komela İslamî, sebeba ku di biryarê de cîhnegirtin, kirin helwestek neyarî û li henber berjewendîyên hevpar-netewî bikar anîn.

Tevgera Goran û Komela îslamî muhalefetî çi dikin?

Muhalefeta berjewendîyên netewî an, hizbî?

Çi argûmanên Tevgera Goran û Komela İslamî hene ku dixwazin biryarê bipaşde bigirin?

Yek sebeb gotin „niha ne dema referandûmê ye"(!) û ji bona çareserkirina pirsgirêkên Kurdistan jî Bexda wek edres pêşniyar kirin.

Gelo ji bêdewletbûnê meztir pirsgirêk, ji bona Kurd û Kurdistan heye?

Çima ne dema referandûmê ye û kengî deme?

Tevgera Goran û Komel ev sebeb eşkere kirin? Na!

Ev jî têt wateya ku naxwazin Kurdistanek serbixwe ava bibe.

Sebeba din jî Çalakkirina Parlementoya Kurdistan bû: Ev jî her ku siyaseta hevgirtî gav berbi wan de avêtin, ew ji dan û stendinan revîyan û sebebên din derxistin holê. Lê ti caran bi rewşek zelal sebebên paşdexistina dîroka referandûmê nanîn ziman. Diyare ku tenê di vê babetê de li dijî dewletê û serkêşîya Kurd û kurdistanî ne, İraqek yekgirtî diparêzin.

Tevgera Goran ji bona çareserkirina pirsgirêkan Bexda wek edres dide. Pirsgirêka Kurd a herî mezin û serete bêdewletbûne. Gelo Bexda dikare vê pirsgirêkê çareser bike?

Kurdan di vî warî de, di dirêjaya dîrokek dîrêj de Hukumdarîya Bexda ceribandine û netîce her komkujî, koçberî û jenod bû ye. Çima niha Bexda ji me re dibe edres?

Ji beyankirina îradî a Kurdistan bipaş de gavavêtin Întîhare. Tevgera Goran û Komel Îslamî ji Kurdan re vê întîharê rewa dibînin.

Em baş dizanin ku di herêmê de dewletek kurdistanî, seqemgerîya herêmê naxe bin têlûkan. Tam tersê wê dibe garantîya seqemgerîya navçeyê û ev jî bi yekrêzîya Kurd û Kurdistan ve girêdayî ye. Kî li dijî siyaseta Kurd û Kurdistanî derkeve, neyê rêzê; ew di armanc û daxwazên dijminan yên dijraberî bidestxistin û tomarkirina serkevtinên siyasî de cîhê xwe li kêleka neyarên Kurdistan çêdike..

19.08.2017

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin