Pêşniyara Salnameyekê Êzdiyatiyê li ser bingeha salnameya Manga Melik Fexredîn-
PÊŞEKE
Ez ne ilimdar û qewilbêjim, lê divê em bi rastî û bê tirsa bi gotinê dest pê bikin: Ez û çend kesên mîna min difikirin bi tenê nikarin salnameya Êzdiyatiyê standard bikin. Lê ev rastî nake ku em bêdeng bimînin. Berevajî wê, divê rêvebir, ruhanî û lêkolînerên Êzdî li ser vê mijarê pêşniyariyekê amade bikin, da ku di nav civakê de bê nîqaşkirin.
Ez baş didime xwan ku , „çarşema serê nîsanê ne destpêka serê sala Êzdîtiyê ye“*:
LI GORÎ ZANÎNA MIN: BINGEHÊ FIKRÎ
Bi dîtina min di “Qewlê mehan” de pîvana salnameya Manga Melik Fexredîn de zelal dibe ku ew koda jiyanê û felsefeya Êzdiyatiyê ye.
“Ji qewlî Fexrî zergûna,
here bi herf e û ye bi nasîn e
Roja binyata vê dinyayê danîne,
ew roj bi xwe kanûne. (qedim)
Li Sêzdiyî Kanûnê
Roj Seknî Li Qanûnê
Zivirî beêxo da Havînê.
Li Sêzdiyî Xizîranê
Roj Seknî Li Qapanê
Zivirî berêxo da Zivistanê.“
Di vê gotinê de, di demekê ku meha “kanûna qedim-pêşî” di êvara 13ê meha 1 ya salnameya mîladî de biqede û 14ê dest pê bike, ew dibe serê sala Êzdiyatiyê. Lê di “qewilî” de eşkere nabe ka tarîxa destpêka binyata dinyayê kengiye. Ji ber vê yekê, em Êzdî hêjî nikarin bibêjin ka em îsal di kîjan salê de ne.
Wekî din, em dizanin ku gelek rojiyên Êzdiyan, bi taybetî Îda Êzî, di vê meha kanûnê de dest pê dikin û di roja înê ya yekemîn hefteya kanûnê de tê pîrozkirin.
Salnameya Manga Melik Fexredîn ne tenê alavekî hêsabkirina demê ye. Di “Qewlê Şems û Fexrê Mîra” de jî tê gotin:
“Sira Padşê min hat hinda ve,
Li Şems û Fexrê Mîra dikir silav e,
Li çardeh mehê de vedigere tav e,
Tav li çardeh mehê vedgeriya
ji nîşan û hesabê Enzelî ye,
Ji qudreta Padşê min î bêrî ye,
Ji qudreta Padşê min î cebêr re.
Meh, sal û zemana vedigêr e,
Li çardeh mehê tav jî vediger e.”*
DI VÎ HESABÊ ENZELÎ DE SÊ-STÛNÊN ESASÎ HENE
1. Demsal:
Li gorî guherîna roj û hîvê, sal bi çar demsalan tê dabeşkirin: Bihar, Havîn, Payîz, Zivistan.
2. Çand û jiyana mirovan:
Di her demsalekê de çandîna erdê, berhem û xwedîkirina lawiran bi ronahîya şev û rojê tê girêdan. Ev pîvana salnameyê dike rêbera jiyanê.
3. Ezman û astronomî:
Hereketên roj, hîv û stêrkan û guherîna demsalan bingeha standardkirinê ne. Ev salnameyê dike zanistî.
DESTPÊKA SALÊ
Ez pêşniyar dikim ku destpêka salê li gorî vê “Qewlê mehan” bêye standardkirin. Di vê qewlê de, dinya bi riza Xwedê û Milyaketan di meha “kanûn qedim” de dest pê kiriye û ev dibe serê sala Êzdiyatiyê.
PÊWÎSTIYA STANDARDKIRINÊ
Divê em Êzdî tev salnameya xwe li ser bingeha salnameya Manga Melik Fexredîn, bi zanistê, astronomî û rêxistinek nû standard bikin. Ev ne tenê parastina dîrokê ye, belkî afirandina pêşerojê ye.
ENCAM
Ev pêşniyar tenê destpêkek e. Divê ev mijar di nav civakê, di nav ruhanî û lêkolîneran de bê nîqaşkirin da ku em bikarin salnameyekî yekgirtî ava bikin.
“Gava meriv dîroka xwe nas bike, ew dem pêşeroja xwe jî dikare biafirîne.”
Kemal Tolan
Nivîskar û lêkolînerê Êzdiyatiyê 21.03.2026


YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin