Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Pêkûtî û çewsandina li dijî HDPê

A+A-

Li Tirkîyê pirsgirêk çareser nabin, feraseta siyasî ne guncan e, ji ber ku amanc ne çareserkirin e, berevacî bi fêlbazî ji holê rakirin e.

Heçkû, her birînekê dermanekî wê heye, eger di destê mirov da çakûç hebe, mirovê bêfam her pirsgirêkê wekî bizmar dibînî.

Di cîhana îro da hatiye selmandin, ku dermanê pirsgirêkên civakî, siyasî û neteweyî dîyaloğ û demokrasî ye.

Bala xwe bidin, pirsgirêkên Tirkîyê her sal ji salên berê bêhtir û gewretir dibin, ji ber ku feraseta siyasî wekî tevşo her bona amancên xwe lê dêxe, ev jî ne çareserkirin, zexmkirina desthilata xwe ye.

Pirsa bakurê Kurdistan'ê her hebû, ticara pirsek neteweyî nehat dîtin, berê pirsek şekawet îro jî teror têt dîtin, paşê pirsên çînî geş bûn û pirsên civakî liserhev kom bûn, li şûna çareserkirinê şîdeta dewletê sergirt, di encamê da, bi hezaran genc hatin kuştin û bi deh hezaran di zîndanan da hatin rizandin.

Dema amanca dewletê ne dîyalog û demokrasî be, hêlek, grubek bêt çewisandin û rê li ber hinekên din bêt vekirin û derfetên giranbûha bêt dayîn, pirsên din derdikevin, wekî îro navê wana FETÖ dibe an tiştekî din...

Eger amanc ne çareserkirin be, berevacî domandina desthilata grup an kesayatî be weha dibe, pêkûtîkirin, bêdengkirin her rêya kurt û cazîp dixuye!

Bona demek kurt şîdet her rêya gengaz e, lê paşê bedelê wê giran û biêş e.

Di çareserkirina pirsgirêkên neteweyî û civakî da jidilbûn pîvana, rêkara her girîng e.

Di çaserkirina pirsgirêka bakurê Kurdistan'ê da herdem dewlet û di dewra desthilata xwe da R. Tayyip Erdogan û derdorên wî nejidil bûn, di dest da gellek hûrgilên balkêş hene ku vê rastîyê diselmînin.

Bi encam, îro fêla xerab teqîya û pêkûtîyê dest pê kir.

Ew tabloya ku em îro dibînin bi salan e têt hûnandin, ji Îmraliyê dest pê kir.

Dema mirov pirtûka "Rizgarîya demokratîk û avakirina jîyana azad. (Têbiniyên Îmaraliyê)" dixwîne, baş têdigehê rewşa îro, çewsandina dewletê ya îro.

Jixwe, di axafitinek xwe da Bêşir Atalay, ku di dewra wezîrtîya xwe da berpirsê "pêvejoyê çareserkirinê" bû, li ser pirsek rojnamevanî weha bersiv dida, "Me xwest çekê ji destê PKKê bistînin, lê em serneketin."

Bi bawrîya min ew hevok, him kurteya "pêvejoya çaerserkirinê" û him jî ya pêkûtîya HDPê ye.

Xwestin bi fêlbaziyê amancê xwe bi destxwe va bînin, lê nebû, bi 15î tîrmehê jî derfetek giranbûha ket destê R. Tayyip Erdogan û desthilatê û ew jî îro bi kar tînin.

Êrişa li dijî HDPê û desteser kirina hevserok û parlementeran yekser pêkûtî ye û bêşik naye qebûl kirin.

Dewlet dixwaze berê siyaseta bakurê Kurdistan'ê bide çîyayê, jixwe hinek caran dibêjin, mebesta xwe ya xerab venaşêrin.

Ji ber ku têkoşîna li dijî "terorê" hêsaye, ji têkoşîna li dijî siyasetê.

Bi desteserkirina parlementerên HDPê, îro dibe ku hestên hinek derdoran pîj bike, bikefîne, lê di encamê da bar giran dibe, deshilata Tirkîyê nikane di bin vî barî da rabe.

Bi desteserkirina hevserokên HDPê û parlementeran dewlet serkevtî nabe, bi êrişên weha paşeroja Tirkîyê hêj tarî dibe, îro gellek kes bi çavekî ewleyî li paşeroja xwe nanêrin.

Di hêla din da, divê HDP dev ji pêşdarîyên xwe berde, him di parlementê da bî, him li hember biryara wê helwestek nefamkirî bigrî!

Em dizanin, TBMMê heta demekê parêzbendî rakir, bêşik ev biryar li dijî HDPîyan bû, lê dîsa jî divêbûya pêşwazîya banga dadgehê bikirina.

Bi helwestek weha pirsgirêk yekser diket rewşa siyasî û gengeşîyên li ser mijarê geş dibûn.

Eger, HDPîyan pêşwazîya banga dadgehê bikirina, herkes dizane ku dadgehên Tirkîyê nebêlay in û dibetîyek pir mezin e ku dadgehan biryara desteserkirina hevserok û parlementeran bida, bi bawerîya min bertekên hêj xurtir dê rû bidana û gengeşîyên li ser pirsa bakurê Kurdistan'ê û siyaseta Tirkîyê dê hêj geş bûbûya.

Neteweya Kurd jî dê mebesta êriş û pêkûtîyê hêj baştir fam bikira.

Bi hezaran sal têkoşînek çekdarî bêt dayîn jî di encamê da çareserî siyasî ye, her çiqasî di qada siyasî da pirsgirêk bêt gengeşî kirin, çareserî ewqas nêzik dibe.

Divê em vê rastîyê bibînin.    

05.11.2016/Semsûr

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin