"PDK û YNK dê li hev bikin"

"PDK û YNK dê li hev bikin"

Parlementerekî YNKê dibêje, hetanî dawî ya vê heftiyê PDK û YNK dê li ser pirsgirêkên xwe li hev bikin.

A+A-


Parlementerekî YNKê dibêje, hetanî dawî ya vê heftiyê PDK û YNK dê li ser pirsgirêkên xwe li hev bikin.

Parlementerê Kurdistanê û endamê firaksiyona YNKê, Zikrî Zêbarî ji BasNewsê re got, hewl û xebatên lihevanîna PDK û YNKê li ser pêkanîna hikûmetê û çareseriya pirsgirêka danîna parêzgarekî nû bo Kerkûkê didomin.

Zikrî Zêbarî her wiha got, bi texmîna min hetanî dawî ya vê heftiyê (27 vê mehê) her du partî dê li hev bikin.

Wî parlementerê YNKê da zanîn, YNKê navê du namzetan ji bo parêzgariya Kerkûkê daye PDKê û got, yek ji wan Xalid Şivanî ye û yê din jî Cemal Tahîr e.
 
 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin