Pasdarên Îranê 2 kolber kuşt!

Pasdarên Îranê 2 kolber kuşt!

Li devera Hewraman ya Rojhilatê Kurdistanê, 2 kolberên kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hatin kuştin.

A+A-


Li devera Hewraman ya Rojhilatê Kurdistanê, 2 kolberên kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hatin kuştin.


Dezgeha mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, şeva borî pasdarên Îranê li zozana Nelkemîn li kêleka gundê Hane Germele yê devera Hewraman ya Rojhilatê Kurdistanê komek kolber dan ber guleyan.


Li gorî agahiyan, di encama wê êrişê de kolberek hat kuştin û yek jî giran birîndar bû. Navê kolberê ku hatiye kuştin, Goran Ezîzzade (25 salî) û xelkê gundê Hane Germele bûye. Navê kolberê birîndar jî Esîr Şahpesendî ye ku niha li nexweşxaneya bajarê Pawe tê dermankirin.


Şeva borî li zozana Tete ya Hewraman jî komek kolber rastî êrişa pasdaran hatin. Di encama wê êrişê de jî kolberek hat kuştin lê hîn navê wî nehatiye zanîn. Kolberekî Serdeştî bi navê Mihemed Awaze jî birîndar bû.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin