Parlemento ya Kurdistanê di 11ê mehê de baweriyê dide hikûmeta nû

Parlemento ya Kurdistanê di 11ê mehê de baweriyê dide hikûmeta nû

Parlementerê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)li Parlementoya Kurdistanê Zana Mela Xalîd aşkere kiriye di 7ê Tîrmehê da Parlementoya Kurdistanê dicive û baweriyê dide hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê.

A+A-

Parlementerê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)li Parlementoya Kurdistanê Zana Mela Xalîd aşkere kiriye di 7ê Tîrmehê da Parlementoya Kurdistanê dicive û baweriyê dide hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê.

Zana Mela Xalîd ji malpera femî ya PDKê re axivîye û da zanîn ku PDKê proseya avakirina hikûmeta nû bi dawî kiriye. Herwiha Zana Mela Xalîd vê yekê jî diyar kir ku di roja 11-7-2019an Parlementoya Kurdistanê dicive û peyam ji hemû aliyan re hatiye şandin ku beşdarî di kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê da bikin.

Herwiha Zana Mela Xalîd daye zanîn ku hemû aliyên siyasî divê heta 11ê mehê navên namzetên xwe aşkere bikin. Eger ew aliyên navên namzetên xwe nedin cihê wan dimîne.

Duhê 02-07- 2019an Endamê Melbenda Hewlêrê yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Hacî Mesîf ji BasNewsê ra axivî û da zanîn ku heta du hefteyan kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê ava dikin

Di roja 30-6-2019an Parlementoya Kurdistanê civiya û serdema beharê ya Parlementoya 15 rojan dirêj kir.
Di 11- 06- 2019an da Parlementoya Kurdistanê  Mesrûr Barzanî weke bo avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkdar kir.
Herwiha di roja 12-06-2019an jî de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî erkdar kir.
DiğerE-posta

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin