Parlamenterekî Rûsî: Êrişa li Efrînê bersivek bû bo Tirkiyê

Parlamenterekî Rûsî: Êrişa li Efrînê bersivek bû bo Tirkiyê

.

A+A-

Firokeyên cengî yên Rêsyayê li Efrînê, bi moşekan li pêgehên çekdarên opozîsyona Sûrî dan, ku Tirkiye piştgiriya wan dike. Parlamenterekî Rûsî jî dibêje, ew êriş bersivek bû bo Tirkiyê û tekez dike, “Êdî qonaxeke nû, qonaxa rizgarkirina tevahiya erdê Sûrî destpê dike.”

Li gor agahiyên xwecîhî, firokeyên Rûsî li herêma Efrînê pênc êrîşên moşekî li ser pêgehên koma Feylaq el Şam pêk anîne û ziyaneke mezin pê gihandine.

Ev, yekemîn êrîşa hêzên hewayî yên rûsî ye li Efrînê, ji dema ku artêsa Tirkiyê û komên opozîsyona Sûrî, di Adara 2018an de ew dever kontrol kirine.

Moskow bi berdewamî amaje bi mîsyona xwe ya parastina yekpariya axa Sûrî dike.

Parlamenterekî Rûsî dibêje, rêkeftina Rûsya û Tirkiyê li dijî terorîstan bû. Lê Enqere bi rêkeftinê re pêgir namîne, lewma jî dem hatiye ku tevayî erdê Sûrî ji dagirkeriyê bê rizgarkirin.

Yevgeniy Fedorov, Parlamenterê Dûma ji Partiya Rûsyaya Yekgirtî, dibêje, “Bê guman, rêkeftina me li ser operasyona hevbeş hebû li dijî teroristên dagirker ên biyanî yên li Sûrî. Ew operasyon, bi hevahengî hatin pêkanîn. Lê êdî qonaxeke nû, qonaxa rizgarkirina tevaya erdê Sûrî destpê dike. Ji aliya din, hin îdîa û niyetên Tirkiyeyê li Kirim û Ûkrayna û li herêmên din jî hene. Tirkiye dixwaze parek ji mîrasa Yekîtiya Sovyetê bistîne. Di wateyekî de, ew êrîşaê dawî, bersiveke me bû, ku tiştîê wisa pêkan nîne.”

Bi nêrîna vî pisporî, ku nêzî Wezareta Derva ya Rûsyayê ye, pêkanîna êrîşê hewayî li Efrînê pêşhateke giring e û armanca sereke jî, ji serbazî zêdetir, siyasî ye.

Grîgorî Lukyanov, Siyasetzan û Şarezayê Rojhilata Navîn, dibêje, “Êrîşê dawî yê Rûsyayê li Efrînê, sîgnalekî vekirî ye; ji layekî ve ji bo Tirkiyeyê, ku di wan demên dawî de siyaseteke çalak, ne tenê li Sûrî, li gel gelek herêmên din jî dimeşîne û piştgirî dide bi gelek hêzên antî Rêsya; û ji layeke din sîgnaleke ji bo Kurdan e, ku berjewendiya wan di proseya diyaloga li gel Şam û Moskowê de heye.”

Ji sala 2018 ve, di encamê rêkeftina Moskow, Enqerê û Tehranê de, artêşa Tirkiye û komên pê re girêdayî, herêmeke berfireh ya Rojavayê Kurdistanê kontrol kirine.

Ji wê demê vir de, her demê ku Enqera bixwaze tawizeke ji Moskowê werbigre,  pêgehên artêşa Sûrî an jî HSD; û dema ku Moskow tawizek ji Enqerê bixwaze, pêgehên komên girêdayî bi Tirkiye didin ber bombeyan.

Lewma jî, çavdêrên bêlayen dibêjin, dûr nîne, ku êrîşên dawî yên Rûsyayê  li Efrînê jî, di çarçoveya heman taktîkê de hatibe kirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin