Hemasê bersiv da: Gelo dê çekên xwe deyne?

Hemasê bersiv da: Gelo dê çekên xwe deyne?

.

A+A-

Hemasê bersiv da wan îdiayên ku dibêjin di çarçoveya dan û standinên agirbest û pevguhertina dîlan ên li Xezeyê de wê çekan deyne û ragihand, “Heta ku dagirkeriya Îsraîlê berdewam bike, xwedîbûna çekan mafekî me yê neteweyî û yasayî ye.”

Hemasê derbarê wan nûçeyên ku digotin Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump ê Rojhilata Navîn Steve Witkoff gotiye, “Hemasê danîna çekan qebûl kir” li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, “Heta ku dagirkerî berdewam bike berxwedan û çek mafekî neteweyî û yasayî ye” û hat destnîşankirin ku ev yek bi normên navneteweyî jî hatiye piştrastkirin.

Hemasê tekezî li ser wê yekê kir ku heta gelê Filistînê mafên xwe yên neteweyî bi temamî bi dest nexe, danîna çekan ne mijara gotûbêjê ye û got:

"Em ducare piştrast dikin ku di serê van (mafên me yên neteweyî) de avakirina dewleteke serbixwe ya Filistînê ya xwedî serweriyeke tam ku paytexta wê Quds be, tê.”

Hatibû îdiakirin ku Steve Witkoff li Tel Avîvê bi xizmên dîlên Îsraîlî re civiyaye û gotiye ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji bo bidawîkirina şer bi biryar e û “Hemasê danîna çekan qebûl kiriye.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin