
DIAKURD: Bila giyanên şehîdên kurdên Êzdî şad be!
.
Konfederasyona Kurdên Diaspora - DIAKURD, li salvegera 11an a komkujiya Kurdên Êzidî peyamek belav kir û tê de dibêje:
Dostên hêja, Kurdistaniyên birêz,
Em îro, trajediyek gelê xwe bi bîr bînin. Serpêhatiyek ku di dîrokê de wekî Roja Reş ji bo gelê me yê Êzidî hatiye tomarkirin. Tam yanzdeh sal berî niha, di tebaxa 2014an de, cîhan şahidiya hovîtiyekê kir ku nayê wesfkirin. Rejîma terorê ya DAIŞê li seranserê herêma Şengalê belav bû, û li dû xwe komkujî û tawanên bêwêne li hemberî gelê me encam dan.
Bi hezaran kurdên Êzîdî bi awayê herî hovane hatin kuştin. Jin û mêr bi xwînsarî hatin îdamkirin, zarok û jinên ciwan hatin revandin û wek kole hatine firotin, ew rastî îstîsmara zayendî hatin û rastî şîdeta nemirovane hatin. Êzdiyên Şengalê hatin koçberkirin, malên wan hatin şewitandin, mîrateya wan ya çandî hate wêrankirin. Ev ne tenê şer û pevçûnek bû; ew hewldanek bi zanebûn û sîstematîk bû, ji bo nehiştina tevahiya komeke olî bû. Jenosîdek - ya 74emîn di dîroka trajîk ya gelê kurdê Êzîdî de bû.
• Îro em livirîn da ku vê êrişa hovane, wehşetnak bibîr bînin.
• Em jiyanên bêguneh yên ku winda bûne bi bîr tînin.
• Em malbatên ku ji hev parçe bûne bi bîr tînin.
• Ew êxsîrên heta niha jî di destê wan vehşan de ne bi bîr tînîn,
• Êzdiyên bê ser û şûn û windabûyî bi bîr tînîn,
• Em kesên ku ji vê trajediyê filîtî, yên ku li ser giyan û laşên xwe birînên wan hene, û her roj bi bîranînên tiştên ku wan jiyayne û ji bo ku li ser pîyan bimînin û têdikoşin bi bîr tînîn.
• Berxwedana wan şahidiya ruhê bêhempa yê ruhê mirovahiyê ye.
Di salvegera wê karesatê de em girêdan û pabendbûna xwe bi gelê xwe yê êzidî û bi taybet hevwelatiyên ku bûne amanca wê trajediya hovane tînin ziman. Ew karesate nabe were ji bîr kirin û dibe em weke gelê kurd ji her demê zêdetir xebata li dijî nefret, bêtehamulî û tundrewiyê berdewam bikin. Metirsiya komkujiyê her tim li pêşiya me ye û dibe me bi bihêzkirina yeketiya xwe rê nedin karesatên wiha dubare bibin.
Berpirsiyariyeke me ya hevpar heye ku heqaniyetê ji bo qurbaniyan misoger bikin. Divê tawanbar bên dadgehîkirin. Erka me ye ku em piştgiriyê bidin kesên rizgarbûyî û destekê bibin têkoşîna wan ji bo ji nû ve avakirina jiyana xwe û civaka xwe. Ev yeke bêguman her wiha hewceyê baldariya navneteweyî, îradeya siyasî û alîkariya mirovî ye.
Îro, em bi bilindkirina dengê xwe li dijî neheqî û zordestiyê, bîranîna kesên ku me winda kirine bi rêzdarî bi bîr bînin. Werin em hemû hewl û mecalên xwe bikarbînîn da ku dîrok careke din xwe dubare neke. Werin em hemî pabend bibin ku ji bo cîhanek ku wehşetên weha careke din çênebin, têbikoşin.
Bila giyanên şehîdên kurdên Êzdî şad be!
Silav li canê hemû pakrewanên kurd û Kurdistanê!
Konfederasyona Kurdên Diaspora - DIAKURD
2.8.2025
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin