Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK):  Ji bo pêçandina birîna kurdên Êzdî pêwîstî bi bernameyeke taybet heye

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK): Ji bo pêçandina birîna kurdên Êzdî pêwîstî bi bernameyeke taybet heye

.

A+A-

Îro yazdemîn salvegera komkujîya kurdên êzdî ye ku ji alîyê rêxistina hov û terorîst DAIŞê ve li Şingalê û derdora wê pêk hat.

Roja 3ê tebaxa 2014an, rêxistina DAIŞê êrîşeke berfireh bir ser navçeya Şingalê û derdora wê. Di encama vê êrîşî de, bi hezaran welatiyên sivîl ên kurdên êzdî hatin kuştin û bi hezaran keç, jin û zarokên êzidî jî hatin êsîr kirin.

Di wê êrîşê de bi sed hezaran xelkê sivîl yên kurdên êzdî mecbûr man ku cîh û warên xwe bihêlin û terk bikin.

Birîna jenosîda Şingalê ya xuşk û birayên me yên kurdên êzdî birîneke kûr e û ev birîna hemû kurd û kurdistanîyan e.

Heta nuha jî gelek keç û jinên kurdên êzdî di destên DAIŞa hov de ne û çarenivîsa wan ne diyar e.

Heta nuha jî piranîya gelê me yê êzdî ku mecbûr mane Şingalê terk bikin, nekarîn vegerin ser cih û warên xwe.

Divê Parlamento û Hikûmeta Herêma Kuristanê ji bo pêçandina vê birîna kûr û dijwar ya xuşk û birayên me yên kurdên êzdî bernameyeke taybetî amade bikin û bi cîh bînin.

Em bangî  Netewên Yekgirtî dikin ku vê komkujî û jenosîda kurdên êzdî bi awakî fermî qebûl bikin.

Di yazdemîn salvegera jenosîd û komkujîya Şingalê ya xuşk û birayên me kurdên êzdî de, em rêxistina hov û terorîst DAIŞê û hemû piştgirên wan careke din şermezar û rûreş dikin.

Em di yazdemîn salvegera jenosîda Şingalê de, hemû şehîdên vê jenosîdê bi giramî bibîr tînin; em xemxur û şirîkê hemû êş û birînên xuşk û birayên me yên kurdên êzdî ne.

03.08.2025 

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin