
Nêçîrvan Barzanî: Divê rê neyê dayîn ku Şingal bibe qada milîs û komên çekdar
.
Nêçîrvan Barzanî ji Îraqê xwest ku li Êzidiyan xwedî derkeve, tazmînatê bide wan û got, "Divê rê neyê dayîn ku Şingal û herêmên Êzidiyan bibin qada milîs û komên çekdar."
Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku ji bo asayîkirin rewşa Şingalê divê Peymana Şingalê bê bicihkirin û wiha anî zimê, "Divê Şingal bibe parêzgeh."
Îro di ser komkujiya Kurdên Êzidî re 11 sal derbas dibin ku li Şingalê bi destê DAIŞê zêdetirî 5 hezar Kurdên Êzidî hatin kuştin.
DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kir û bi hezaran Kurdên Êzidî kuştin.
Bi hezaran jin û zarok hatin dîl girtin û revandin û bi sed hezaran kes jî koçber bûn.
Her wiha ji ber şer, ji sedî 80yê bajar û gundên Şingalê wêran bûn.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta salvegera komkujiya Kurdên Êzidî peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got:
"Îro em 11emîn salvegera biêş a komkujiya Êzidiyan bi bîr tînin û bi rêz û wefadarî qurbaniyên wî tawanê yê DAIŞê bi bîr tînin.
Em pabend in ku hemû piştgiriyê pêşkêşî welatiyên xwe yên Êzidî bikin û li gel hemû êşên rabihuriyê, em bi hêvî li paşerojê dinêrin û ji bo sazkirina birînên wan bi hev re kar dikin.
Cihê xem û dilgiraniyeke mezin e ku piştî 11 salan hîn jî nêzîkî nîvê Êzidiyan di nav şert û mercên dijwar ên aborî, civakî û derûnî yên kampan de dijîn.
Erkê Hikûmeta Îraqê ye ku baştir xwedî li welatiyên xwe yên Êzidî derkeve û wan qerebû bike, êdî rê nede ku Şingal û herêmên Êzidiyan bibin qada milîs û komên çekdar û yekalîkirina ajandayên herêmî.
Divê bawerî, aramî, ewlehî, avedanî û xizmetguzarî ji bo Şingalê û navçeyên wan ên din vegerin, dadwerî ji bo civaka Êzidî pêk were û tawanbar bên cezakirin.
"Divê Şingal bibe parêzgeh"
Ji ber vê yekê em tekezî li ser bicîkirina peymana di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê de ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê û kirina wê ya parêzgehê, dikin.
Her wiha em daxwazê ji civaka navneteweyî dikin ku ji her alî ve zêdetir bi hawara Êzidiyan ve were.
Em spasiya hemû wan welatan dikin ku komkujiya Êzidiyan wekî komkujî nas kiriye û em dê di kar û hewlên xwe de berdewam bikin da ku li ser asta navneteweyî zêdetir wekî komkujî were naskirin.
Spas û pêzanîn ji bo alîkariya Hevpeymaniya Navneteweyî ya di têkşikandina DAIŞê de.
Em xwişk û birayên xwe yên Êzidî piştrast dikin ku em dê her tim parêzvanên wan bin û heta ku Êzidiyekî revandî mabe, dê karê nivîsgeha me ya ji bo rizgarkirin û eşkerekirina çarenivîsa wan berdewam be.
Silav li bîranîn û giyanê qurbaniyên Êzidî û li îradeya bihêz û xweragiriya Êzidiyan.
Silav li bîranîn û giyanê hemû wan Pêşmergeyên qehreman ên ku bi fermandariya Cenabê Serok Mesûd Barzanî, ji bo rizgarkirina Şingalê û hemû pêkhateyên Kurdistan û Îraqê canê xwe bexş kir.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin