Parlamentera Slovakyayê: Kurdistanê dil û sînorên xwe ji bo kesên di tengasiyê de vekirine

Parlamentera Slovakyayê: Kurdistanê dil û sînorên xwe ji bo kesên di tengasiyê de vekirine

.

A+A-

Parlamentera Slovakyayê Veronika Remišováyê ji Rûdawê re got, “Kurdistan cihek e ku dil û sînorên xwe ji bo wan kesên ku di tengasiyê de ne vekirine.”

Veronika Remišováya ku ji bo Roja Nizaya Niştimanî hatibû Başûrê diyar kir ku Kurdistan nimûneyeke baş e bê ma civakên cuda çawa bi hev re dijîn û anî zimên, “Ev tiştek e ku ez ê ji vir bibim welatê xwe, Slovakyayê.”

Wê diyar kir ku olên cuda bi rêya Roja Nizaya Niştimanî peyamên “Pêwîstiya me bi yekîtiyê heye, pêwîstiya me bi aştiyê heye, pêwîstiya me bi têgihiştinê heye û pêwîstiya me bi rêzgirtina dualî heye” dane.

Remišováya destnîşan kir ku li Ewropayê jî siyaset ji bo jinan zehmet e û li pey çû:

“Çimkî siyaset karê mêran e. Gelek mêr di siyasetê de hene, gelek şer hene, gelek kîn heye. Ji bo jinan ne hêsan e ku di cihekî wisa rikber de berdewam bin çimkî em li rehmê digerin. Em dixwazin bi awayekî yekgirtî bin, ne ku parçe bin.”

Parlamentera Slovakyayê Veronika Remišováyê pirsên Pêşkêşkarê Rûdawê Niwêner Fatîh bersivandin:

Rûdaw: Veronika Remišová, tu bi xêr hatî Rûdawê û bi xêr hatî Kurdistanê jî.

Veronika Remišová: Gelekî spas ji bo mêvandariya we û vê pêşwaziya germ a ku pir bêhempa ye.

Rûdaw: Spas. Slovakya çawa bi wê yekê re tevdigere ku nêzîkî sê salan e li Ukraynaya cîrana wê diqewime?

Veronika Remišová: Belê, em di serdemeke bêîstiqrar de dijîn. Di dema hikûmeta me de, dema ez di hikûmetê de bûm, em rastî gelek qeyranan hatin. Qeyrana Kovîdê û pandemî hebû, qeyrana enerjiyê hebû, şerê Ukraynayê û destdirêjiya Rûsyayê hebû.

Demeke pir dijwar e, lê ez bawer dikim ev ne tenê ji bo Slovakyayê lê ji bo hemû cîhanê ye. Bi baweriya min, ev dem me fêr dikin ku aştî tiştekî bi qîmet e û divê em qedrê wê bigirin.

Rûdaw: Wekî siyasetmedarekê, piştî hatina Trump a ser kar, tu guherîna di siyaseta Amerîka ya li hemberî Ukraynayê de çawa dibînin?

Veronika Remišová: Ez fêm dikim ku Serok Trump radigihîne ku aştiyê dixwaze. Her kes aştiyê dixwaze, çimkî em dixwazin aştî li Ukraynayê hebe. Ji bo her kesî baş e, nexasim ji bo Slovakyayê ku cîraneke wê ya demokratîk û geşbûyî hebe, ne ku dewletek di şer de be.

Lê ji aliyekî din ve, bi dîtina min Ukrayna xwedî mafê serweriya axa xwe ye. Ev nabe aştiyeke dadmend eger em bibêjin em axan ji bo Rûsyayê dihêlin, Rûsyayeke ku di vê pevçûnê de destdirêjîkar e. Li gorî min, pêwîstiya me bi aştiyê heye lê pêwîstiya me bi aştiyeke dadperwerane heye ku ji bo Ukrayna û hemû herêmê dadperwerane be. Tenê aştiyeke dadperwerane dikare aramiyê bîne.

Rûdaw: Dema em behsa aştiyê dikin, tu niha li vir î û beşdarî duayeke niştimanî dibî ji bo jiyana bi hev re, aştî û yekrêziya di baweriyê de. Ez bawer im ev cara yekem e tu li vir î.

Veronika Remišová: Cara yekem e.

Rûdaw: Tu çawa dibînî? Çaverêkirina te çi bû û te îro û duh çawa dît?

Veronika Remišová: Ji bo min ezmûneke ruhî ya mezin e, çimkî Kurdistan cihek e ku dil û sînorên xwe ji bo wan kesên ku di tengasiyê de ne vekiriye. Di dema şer de aware bûne û ez bawer dikim ev nimûneyeke baş e ka civakên cuda çawa bi hev re dijîn. Ev tiştek e ku ez ê ji vir bibim welatê xwe, Slovakya.

Rûdaw: Îro hesta te çawa bû? Ji ber ku ne tenê yek ayîn bû, Misilman, Xiristiyan û olên din jî bi hev re beşdar bûn. Hesta te çawa bû? Te hest bi çi kir?

Veronika Remišová: Ez difikirîm ku ev mînakeke baş a diyaloga navbera olan e ku Xirîstiyanên em hene, deqeyeke me ya bêdengiyê ji bo rêzgirtina Papa hebû. Paşê Misilman, Cihû, dêra Suryanî, yanî gelek nûnerên olên cuda bi yekdengî axivîn û peyameke wan a hevpar hebû, “Pêwîstiya me bi yekîtiyê heye, pêwîstiya me bi aştiyê heye, pêwîstiya me bi têgihiştinê heye û pêwîstiya me bi rêzgirtina dualî heye.” Ez bawer im dema em qala olê dikin peyva "rêz"ê pir girîng e.

Rûdaw: Veronika, eger em li hevkêşeya siyasî li Ewropayê binêrin, mixabin dabeşbûnên zêdetir di navbera welatan de û di nav welatan bi xwe de jî rû didin. Bi nêrîna te, çima ev yek bi ser Ewropayê de tê?

Veronika Remišová: Hinek bûyerên dabeşker hene, ne tenê babet lê bûyer. Wekî nimûne, şewba Kovîdê bûyereke dabeşker bû, civak heye ke ji nişka ve dabeş bûye ser alîgir û dijî vaksînê. Paşê şerê Ukraynayê heye, dabeşbûn di nav hevpemanan de heye ser alîgiriya Rûsya yan Ukraynayê.

Ev dema gelek guherînan e. Enflasyoneke pir bilind hebû, rewşa aborî ne pir baş bû, destdirêjiya Rûsyayê fişar danî ser xerciyên berevaniyê, loma divê em di Yekîtiya Ewropayê de ji bo berevaniyê bêtir pereyên bêhtir veqetînin. Ev hemû rewş bêîstiqrariyeke herêmî ye û bêîstiqrariyek di çarçoveyeke berfirehtir a jeopolîtîk de jî heye.

Tu dikarî li Amerîkayê bibînî ku eşkere behsa terikandina NATOyê dikin ku tiştekî bêmînak e, tiştek e ku di xeyalê de nehatiye. Bi dîtina min, ev bêîstiqrarî dê di nav Yekîtiya Ewropayê de û herwiha di nav dewletên neteweyî yên takekesî de jî gelek parçebûnan bi xwe re bîne.

Rûdaw: Lê li gorî te, Ewropa dikare ji vê rewşê derkeve? Çimkî dabeşbûn hê jî berdewam in û bandora wan a domînoyê heye.

Veronika Remišová: Belê, dikare me bihêztir bike. Her qeyranek dikare wekî xaleke destpêkê bê dîtin ji bo guherandina tiştekî, ji bo yekgirtîtirbûn û bihêztirbûnê. Li gor min, tenê eger em bi hev re kar bikin û em bi hev re bin Ewropa dikare berdewam be.

Pir girîng e ku Yekîtiya Ewropayê li ser vê yekîtiyê bê avakirin. Tiştê ku me heta niha bi dest xistiye pir hêja ye. Bîne pêş çavê xwe ku şer di navbera Almanan û tevahiya Yekîtiya Ewropayê de hebû lê niha em bi hev re hevkariyê dikin, em bi hev re bazirganiyê dikin, em di heman civakê de ne ku ev rewşeke pir xweş e. Wekî siyasetmedar, baweriyeke min a kûr heye ku tenê yekîtî dikare Ewropayê wekî parzemînekê bihêztir bike.

Rûdaw: Jinek di siyasetê de, ev ji bo te çawa çû serî?

Veronika Remišová: Zehmet e, lê bawer im...

Rûdaw: Çima zehmet e? Dibe ku hin jinên siyasetmedar ên vir, temaşevanên min, li bendê bin ku jinek li Rojhilata Navîn bibêje ku bûna jina siyasî zehmet e, lê li Ewropayê çima?

Veronika Remišová: Hê jî zehmet e çimkî siyaset karê mêran e. Gelek mêr di siyasetê de hene, gelek şer hene, gelek kîn heye. Ji bo jinan ne hêsan e ku di cihekî wisa rikber de berdewam bin çimkî em li rehmê digerin. Em dixwazin bi awayekî yekgirtî bin, ne ku parçe bin.

Bi dîtina min, hê jî li Ewropayê jî siyaset ji bo jinan zehmet e, her wiha dibe ku medyaya civakî jî ku her kes dikare her tiştê bixwaze binivîse, zehmet be, loma di medyaya civakî de gotara kînê pir heye. Ev ne hêsan e, nemaze dema malbat û zarokên te hebin.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin