NY: Tundûtûjîya li dijî jinan 2 caran zêdetir bûye

NY: Tundûtûjîya li dijî jinan 2 caran zêdetir bûye

Sekreterê Giştî yê NY ragihand, di heyama du hefteyên derbasbûyî de, bûyerên tundûtûjîya li dijî jinan li malê, bi şêweyekî berbiçav zêde bûne.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Antonio Guterres, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî (NY), di peyameke vîdyoyî de, daxwaz dike tundûtûjîya li nava malan bi dawî bê ku metirsî heye qurbanîyên wê tundûtûjîyê ji ber rêkarên bo rêlibergirtina belavbûna vîrusa koronayê li hinek bajaran, nekarin xwe bigihînin cihekê.

Sekreterê Giştî yê NYê daxwaz ji hikûmetên welatan dike, tedbîrên pêwîst bigirin bo ku rêlibergirtina tundûtûjîya li beramber jinan di dema kerentînê de û hevdem daxwaz dike baştirkirina rewşa jinan bikin beşek ji planên xwe bo rûbirûbûna koronayê.

Li gelek welatên cîhanê rêjeya tundûtûjîya li beramber jinê zêde bûye ku beşek ji wan welatan ev in;

Awustralya

Awustralyayê ragihandîye ku nêzikî 6.61 milyon dolar bo rûbirûbûna tundtûjîya li nav malan terxan kirine. Ev jî piştî wê ku dezgehên taybet aşkere kirine, binpêkirin li beramber jinan zêde dibe. Herwiha li gor gotina serokwezîrê wî welatî, piştî tedbîrên kerentînkirinê bo rêlibergirtina belavbûna vîrusa koronayê, rêjeya lêgerîna ji bo hevkarîyê li Googleyê ji sedî 75 zêde bûye.

Komeleya ‘Womens Safety’ ji bo rûbirûbûna tundûtûjîya li malan li New South Wales ku wîlayeteke qelebalix e, dîyar dike, zêdetir ji sedî 40ê karmendan ragihandine, hejmara wan kesên skala hebûne, zêde bûye. Yek li ser 3 ji wan skalayan jî peywendî bi rêkarên vîrusa koronayê hebûye.

Fransa

Li Fransayê jî rêjeya destwerdana hêzên polîs di maweyê hefteyekê de li kerentînê, ji sedî 36 zêde bûye. Li wî welatî çendîn tedbîr hatine girtin bo rûbirûbûna tundûtûjîya li dijî jinan. Li gor amarên berî belavbûna vîrusa koronayê li Fransayê, her sê rojan jinek ji alîyê hevjîn an hevjînê xwe yê berê ve hatîye kuştin. Ev jî tevî hebûna hêla germ ku jin dikarin berdewam di dema hebûna tundûtûjîyê de peywendî bikin.

Çîn

Li Çînê, di dema belavbûna vîrusa koronayê de, tundûtûjîya li dijî jinan bi rêjeya ji sedî 300 zêde bûye. Ji roja 25.02.2020 ta 15.03.2020, 300 haletên cudabûnê hatine tomarkirin, bi şêweyekê ku di her rojekê de 14 haletên cudabûnê hatine tomarkirin.

Medya navxwe ya Çînê li navçeya Hubei ragihandîye, di dema kerentînê de, 162 raportên tundûtûjîyê hatine tomarkirin, di demekê de ku sala derbasbûyî 47 raport hatibûn tomarkirin. Li gor gotina efserekî xanenişînkirî, ji sedî 90ê tundûtûjîyan peywendî bi tedbîrên koronayê heye.

Amerîka

Hêla germ a taybet bo rûbirûbûna tundûtûjîya li dijî jinan, li çend wîlayetên Amerîkayê bi şêweyekî çaverênekirî zêde bûye ku tê de jinan daxwaza alîkarîyê kirine, ji ber ku ji alîyê zilaman ve tundûtûjî li hember hatîye kirin di rojên destpêka kerentînê de. Li gor amarên polîsê taybet bi tundûtûjîya li dijî jinan, li bajarê Seattle li bakurê rojavayê Amerîkayê, rêjeya peywendîyan ji sedî 23 zêde bûye. Herwiha li bajarên Nashville û Washingtonê jî rêje digihije ji sedî 55.

Brazîl

Li gor zanyarîyên dadgerekê ku pispor e di warê tundûtûjîya li dijî jinan, li bajarê Rio de Janeiro li Brazîlê, haletên tundûtûjîyê bi rêjeya ji sedî 45 zêde bûye.

Tunis

Wezîrê Jin û Malbatê li Tunisê ragihandîye ku rêjeya tundûtûjîya li beramber jinan di maweyê kerentînê de 5 caran zêdetir bûye, bi dîyarkirî jî di navbera rojên 23ê ta 27.03.2020.

Iraq

Li Iraqê hejmarek ji malbatan ku ji eşîran in, heta niha rê bi wê nadin ku jin bo kerentînkirinê bên birin.

Kurdistan

Berevajî piranîya welatên din ên cîhanê ku ji ber rêkarên rêlibergirtina belavbûna vîrusa koronayê xelk piranîya dema xwe di malê de derbas dikin, li Kurdistanê rêjeya tundûtûjîya li dijî jinê kêm bûye.

Li Başurê Kurdistanê, di heyama pêkanîna qedexeya hatinûçûnê de ji bo rêlibergirtina belavbûna vîrusa koronayê, rêjeya tundûtûjîya li beramber jinê, ji sedî 70 kêm bûye.

Ferman Mihemed, Berdevkê Rêveberîya Navenda Tundûtûjîya li Beramber Jinê li Hewlêrê, ji Rûdawê re ragihand, ji roja 14ê Adarê ku qedexeya hatinûçûnê dest pê kir, rêjeya tundûtûjîya li beramber jinê ji sedî 71 kêm bûye.

Li gor zanyarîyên Mihemed, di heyama mehekê de ji Hewlêr û derdora wê, 36 gilî derbarê tundûtjîya li dijî jinê de gihiştine ber destê wan ku ev li gor amara par, tê wateya ji sedî 71ê kêmbûna tundûtûjîya li dijî jinê.

Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin