Mêran di meha Adarê de 25 jin kuştine

Mêran di meha Adarê de 25 jin kuştine

Mêran di meha Adarê de tundkarî li 46 jinan kirîye, bi darê zorê karê seksê bi 83 jinan kirine. Istismara cinsî li 23 zarokan kirîye, herî hindik tacîz li 10 jinan kirîye.

A+A-

Evrim Kepenek- Bîanet

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Adarê de herî kêm 25 jin kuştine.  

Medyayê mirina 14 jinan (Antalya 4, Mêrdîn, Mêrsîn, Amed, Çanakkale, Artvîn, Semsûr, Şirnex, Sêwas, Stenbol û Samsûn) wekî “mirinên gumanbar” destnîşan kirîye.

Medyayê nivîsîye ku mirina herî kêm du jinan (Sînop-Antalya) “biguman” nivîsandîye. Li Îzmîrê mirina jina bi navê Nûray V. di medyayê weke “kuştina failê wê nedîyar” hatîye nivîsandin.

Mêran gefa mirinê herî hindik li 4 jinan (Stenbol, Trabzon, Mêrsîn û Bûrsa) xwarine.

Di meha Adarê de jinekê li Enqereyê mafê parastina xwe ya rewa bi kar anîye. Jinikê hevjînê xwe kuştîye ku 25 salan êrîşa cinsî û ya psikolojîk li wê dikir.

2019-2020

Di sê mehên pêşîyê yên 2020an de, mêran 66 jin kuştine, tecawiz li 31 jinan kirîye, 77 zarok istismar kirine, tecawiz li 20 jinan kirîye. Herî hindik bi darê zorê karê seksê li 338 jinan kirîye, mêran tundkarî li herî hindik 145 jinan kirîye.

Di sê mehên pêşîyê yên 2019an de, mêran herî hindik 68 jin kuştine, taciz li 20 jinan kirine, 33 zarok istismar kirine, tecawiz li 12 jinan kirîye. Li gorî zanyarîyên ku di çapemenîyê de belav bûne, di her sê mehên pêşîyê yê heman salê de mêran 89 jin birîndar kirine, heri hindik bi darê zorê karê seksê li 72 jinan kirîye.

Kuştin

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Kanûna Pêşîyê de herî kêm 25 jin kuştine. Mêran di heman meha sala borî de 22 jin kuştibûn.

Mêrê ku jinek kuştîye, di heman demê de îşkenceya bi rêk û pêk jî li wê kirîye. Yek ji jinên ku hatîye kuştin, berîya bê kuştin serî li biryara parastinê dabû. Jinek jê hemwelatîya Ingilîstanê yek jî ya Azerbaycanê bûye. Polîsekî û binefser bûye.

Jinên di meha Adarê de hatine kuştin

Anastasîya M., Bahtîyar K., Dilek K., Gamze S., Gönül G., Günay Ş., Halime D., Hatice B., Hatice K., L.K., Lale B., Latife B., Maşide Y., Melek D., Münevver Ş., Neşe O., Özlem M., Pınar A., Pınar U.B., S.İ., Sultan A., Surîye Ö., Ulvîye H., Vildan A.Y., Viviant B.

Bajarên ku mêran li wan deran jin kuştine

Enqere (1), Antalya (1), Dîlok (1), Aydin (2), Bûrsa (2), Denîzlî (1), Amed (2), Stenbol (3), Îzmîr (1), Karabuk (1), Qers (2), Konya (2), Mêrdîn (1), Mûgla (1), Ordû (1), Rîze (1), Samsûn (1), Tekîrdag (1),

Medyayê nenivîsîye bê ka mêran 18 jin ji ber çi kuştine. Di çapemenîyê de hatîye nivîsandin ku mêran sê jin ji ber “xwestine veqetin”, sê jin ji ber “hesûdîyê” kuştine. Jinek jî li gorî ku medyayê nivîsandîye ji ber “xespkirinê” kuştine.

Hevjîn/destgirtîyê ji sedî 68 jinan ew kuştine.

Mêr/destgirtî 12 jin kuştine. Mêr/destgirtîyê berê pênc jin kuştine. Bav, kur û xizmên din çar jin kuştine. Şaredarekî jinek kuştîye. Mêran nenivîsandîye bê ka mêran û sê jinên ku kuştine hev nas dikirin an na.

Mêran nêvîyê jinan bi çeken gulexwar kuştine.

Mêran 13 jin bi çekên gulexwar, 10 jin jî bi alavên birrek kuştine. Mêran jinek bi ben fetisandine. Çapemenîyê şêweyê kuştina jinekê nenivîsandîye.

Mêran 10 jin li nava malê, 8 jin li kolan, kargehan û nexweşxaneyan ango li cihên civakî kuştine. Cihên ku mêran heft jin lê kuştine di çapemenîyê de nehatîye nivîsandin.

Pêvajoya hiqûqî

25 failên kuştina jinan hebûn. Tenê pênc ji wan hatine girtin. 14 fail hatine desteserkirin.

Çar failan xwe kuştîye. Çapemenîyê ji bo failekî nivîsîye ku “lê digerin.” Rewşa hiqûqî ya failekî di çapemenîyê de nehatîye nivîsandin.

Kuştinên ku di mehên borî de pêk hatine lê di meha Adarê de derketine holê

* Derketîye holê ku li Antalyayê Hatice B. (38) ya 8 sal berê winda bûye, hevjînê wê B. B. (38) ew kuştîye û bi alîkarîya du kesan binax kirîye. B. B. Li xwe mikur hatîye. Hevjîna wî ya bere M. T. Û hevalê wî S. D. bi sedema alîkarî bi wî re kirine, hatine desteserkirin. Derketîye holê ku B. B. ji M. T. û S.D. re gotîye heke alîkarîya wî nekin ew ê zîyanê bigihîne zarokên wan. Jina ku kuştine li ber çem veşartine.

* Derketîye holê ku jina cesedê wê 10ê Sibata 2019ê li Duzceyê li ber rê di nava baholekê de hatîye ditin û derketîye holê ku bi kêran hatîye kuştin, yê jineke temenê wê di navbera 30-50yî de ye. Ji bo nasnameya jinê dîyar bikin û kesên kujer bibînin xebat dewam dikin.

* Derketîye holê ku kesê 4ê Sibatê jina sûrîyeyî ya ducanî ya bi navê Manar A. (35) û kurê wê Muhammed C. (5) kuştîye, Y. A. (3) yê hemwelatîyê Sûrîyeyê ye. Medyayê di meha Sibatê de ji bo kuştina her du kesan gotibû, “kuştinên failên wan nedîyar”. Y.A. di jêpirsînê de li xwe mukir hatîye.

* Hatîye îdiakirin ku di Meha Kanûna Paşîyê de mêrê bi navê M. U. ji ber nexwestîye pê re bizewice, jinek kuştîye. Piştî ku malbata jinê bi malpereke nûçeyan a herêmî re axivîye, çapemenîyê di 19ê Sibatê de mijar kirîye nûçe.

Tecawiz

Li gorî nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û yên berbelav, ji ajans û malperên nûçeyan berhev kirin, medyayê di meha Adarê de ti bûyereke tecawizê nenivîsandîye. Mêran di Adara 2019ê de herî hindik tecawiz li şeş jinan kiribûn.

Taciz

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Kanûna Paşîyê de herî kêm taciz li  10 jinan kirîye. Par di heman mehê de ev jimar heft bûye. Mêran jineke çînî, yek fasî yek jî azerî taciz kirine. Herî hindik di du bûyeran de mêran tundkarî li jinan kirîye.

Jinan neh mêrên taciz li wan kirîye nas nedikirin. Hevkarê jinekê taciz li wê kirîye.

Herî kêm heşt jin bi devkî/fizîkî hatine tacizkirin. Mêran hewl dane xwe ji hêla cinsî têr bikin tacîz li du jinan kirîye. Mêran di bas û yên weke wan de taciz li du jinan, li kolan, bexçe û yên weke wan ango li qadên civakî taciz li heşt jinan kirine.

Bajarên ku mêran jin lê tacîz kirîye

Edene (1), Denizli (1), Stenbol (7), Sakarya (1).

Pêvajoya hiqûqî

Pênc fail hatine desteserkirin. Lêpirsînname ji bo failekî hatîye destpêkirin. Failek serbest maye. Pêvajoya hiqûqî ya sê failan di çapemenîyê de nehatîye aşkerekirin.

Istismara li zarokan

Di meha Adarê de, mêran ya kêm taciz li 23 zarokan kirine, hin ji zarokên taciz lê hatîn kirin kur bûne. Sala borî, ev hejmar di heman mehê de heşt bû. Zarokek ji wan ducanî bûye û bûyer wiha derketîye holê. 

Zarokan 10 tewanbar nas nedikirin. Dersdarên wan tacîz li du zarokan, ajokarê serwîsa xwendekaran taciz li du zarokan, sê melayan taciz li zorekekê/î, birayan tacîz li du zarokan, dersdarê rehabîlîtekirinê tacîz li zarokekî/ê, cîranekî tacîz li zorekekî/ê, dikandarekî tacîz li zarokekî/ê, dersdarê sporê tacîz li herî hindik çar zarokan kirîye. Zarokek kêmendam bûye.

Mêran li dikanan tacîz li heşt zarokan, li navenda dermankirinê tacîz li zarokekî/ê, li serwîsê tacîz li zarokekî/ê, di nava asansorê de tacîz li zarokekî/ê, li dibistanan tacîz li du zarokan, li malan tacîz li sê zarokan û li kolanan herî hindik tacîz li zarokekê/î kirine. Medyayê cihên istismara cinsî ya li heşt zarokan hatîye kirin nenivîsandîye.

Bajarên ku mêran istismara zayendî li zarokan kirîye

Edene (1), Adapazarı (1), Antalya (3), Amed (1), Isparta (1), Stenbol (1), Konya (4), Manisa (2), Sinop (2), Zonguldak (6), Çapemenîyê cihê bûyereke tacîzkirinê nenivîsandîye.. 

Pêvajoya Hiqûqî

17 fail hebûn. Tenê pênc fail hatine girtin. Failek hatîye desteserkirin. Sê fail bi şertê kontrola edlî serbest bûne her weha ji dezgehên xwe yên fermî hatine derxistin. Lêpirsînname ji bo heft failan hatîye destpêkirin. Pêvajoya hiqûqî ya failekî di çapemenîyê de nehatîye nivisandin.

Tûndkarî / birîndarkirin

Di meha Adarê de, mêran herî kêm tûndkarî li 46 jinan kirîye. Di heman meha sala borî de ev hejmar 20 bû.

Çapemenîyê ji bo rewşa herî hindik sê jinan gotîye “bi giranî birîndar bûne”. Mêran bi rêk û pêk tundkarî li ser sê jinan kirine.

Jineke ku mêran tundkarî lê kirîye afgan yek jî iraqî bûye. Biryara dûrxistinê ji mêrekî ku tundkarî dikir hatîye dayîn lê digel vê mêrî dîsa tundkarî li jinan kirîye.

Bajarên ku mêran lê tûndkarî li jinan kirîye

Adapazarı (1), Aksaray (1), Antalya (2),Denizli (1), Edirne (18), Elezîz (3), Hatay (1),  İstanbul (9), İzmir (1), Kayseri (3), Kocaeli (1), Manisa (1), Samsun (1), Trabzon (1), Riha (1), Wan (1).

Jinan heft mêrên ku tundkarî li wan kirîye nas nedikir, mêr/destgirtîyê 27 jinan, mêr/destgirtîyê kevn ê pênc jinan; bav, kur ango xizmên din ên şeş jinan, tundkarî li wan kirîye. Xwedîyê kare jinekê tundkarî li wê kirîye.

Çapemenîyê sedema tundkarîya ku mêran li 34 jinan kirîye nenivîsandîye.

Herî kêm heşt jin ji ber xwestine veqetin/li hev neyên rastî tundkarîya mêran hatine. Bi sedema hesûdîyê tûndkarî li sê jinan hatîye kirin. Mêran bi behaneya “xesbkirinê” tundkarî li jinekê kirîye.

Mêran derb li 35 jinan xistîye û ew birîndar kirîye. Du jin bi kêran, heşt jin jî bi çekên guleber birîndar kirine. Mêran jinek ji pencereye avêtine û ew birîndar kirine.

Pêvajoya hiqûqî

Herî hindik 45 fail hebûn.

Tenê sê fail hatine girtin. Failek bi şertê kontrola edlî serbest bûye. Heft fail hatine desteserkirin. Ji bo failekî biryara jûrdixistinê hatîye dayîn.

Çapemenîyê ji bo rewşa hiqûqî ya failekî gotîye, “lê digerin”, ji bo yekî jî gotîye “baz daye”.

Failekî xwe kuştîye. Lêpirsînname herî hindik ji bo 22 failan hatîye amadekirin.

Rewya hiqûqî ya heft failan di çapemenîyê de nehatîye nivîsandin.

 Karkerîya seksê ya mecbûrî 

Mêran di meha Adarê de ya kêm li 83 jinan karê seksê daye kirin. Par di heman demê de ev jimar 22 bûye. Di meha Adarê de 53 jinên ku ji bo karê seksê hatine mecbûrkirin welatîyên Tirkîyeyê bûne. Herî hindik 30 jin welatîyên Tirkîyeyê bûne.

Pêvajoya hiqûqî

Herî hindik 94 fail hebûn ku karkerîya sekse ya mecbûrî bi jinan kirine. 74 fail hatine desteserkirin. Tenê 20 fail hatine girtin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin