Mêran di meha Kanûna Paşîyê de 21 jin kuştine

Mêran di meha Kanûna Paşîyê de 21 jin kuştine

Mêran di meha Kanûna Paşîyê de, tundkarî herî hindik li 48 jinan kirîye, tecawiz li 16 jinan kirîye. Bi darê zorê karê seksê bi 121 jinan kirine. Istismara cinsî herî kêm li 31 zarokên keç kirîye û tacîz li 16 jinan kirîye.

A+A-

 

Evrim Kepenek

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Kanûna Pêşîyê de herî kêm 21 jin kuştine.  

Medyayê mirina 14 jinan (Mûgla 2, Sêrtê, Edene, Antalya, Aydin, Meletî, Stenbol 2, Çankiri, Îzmîr, Manîsa, Kocaelî, Bûrsa) wekî “mirinên gumanbar” destnîşan kirîye.

Mêran li Edirne, Denizli, Amed û Îzmîrê hewil dane çar jin xwe bikujin.

Medyayê nivîsîye ku mirina herî kêm du jinan (Kayserî-Stenbol) “kuştinên failên wan nedîyar e”. Mêran hewl dane jinek xwe bikuje.

Li Konyayê jina bi navê S. O. di qedemgeha garê de mêrê bi navê S. A. bi guleyan kuştîye. Jinê xwe radestî polîsan kirîye û gotîye ku mêrî tecawiz li wê kirîye.

Li Dêrsimê ji 5ê Kanûna Paşîyê ya 2020an û vir ve Gulistan Doku, xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê winda ye. Xebatên ji bo Doku bê ditin berdewam dikin.

Ji bo çavkanîya vê nûçeyê bitikînin

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin