Mêran di meha Kanûna Pêşîyê de 23 jin kuştine

Mêran di meha Kanûna Pêşîyê de 23 jin kuştine

Mêran di meha Kanûna Pêşîyê de, tundkarî herî li 74 jinan kirîye, tecawiz li 5 jinan kirîye. Bi darê zorê karê seksê bi 161 jinan kirine. Istismara cinsî herî kêm li 32 zarokên keç kirîye û tacîz li 28 jinan kirîye.

A+A-

Evrim Kepenek

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Kanûna Pêşîyê de herî kêm 23 jin kuştine.  

Medyayê mirina 31 jinan (Aydin 2, Nevşehir 1, Denizli 2, Hatay 1, Stenbol 6, Bursa 2, Bartın 1, Edene 1, Meletî 1, Sêrt 1,  Îzmîr 1, Çanakkale 1, Wan 3, Ordu 1, Konya 1, Mereş 1, Manisa 1, Çewlig 1, Kutahya 1, Amed 1, Kayseri 1) wekî “mirinên gumanbar” destnîşan kirîye.

Mêran Stenbolê hewil dane du jinan bikujin. Medyayê nivîsîye ku mêran li Stenbolê hiştîye Eda Ç û li Amedê jî Remzîye Y. bixwazin xwe bikujin.

Li Denizlîyê, jineke afgan du mêrên ku istismara zayendî lê kirine bi kêran kuştîye. Paşê xwe radestî polîsan kirîye.

Di meha Kanûna Pêşîyê de mêran herî kêm tundkarî li 10 jinan kirîye an jî gefa mirinê li wan xwarîye (Stenbol 2, Riha 1, Edirne 1, Amed 1, Trabzon 1, Aydin 1, çapemenîyê navê sê bajaran nenivîsîye). Jinek ji wan trans bûye.

Tûndkarîya mêran a di salên 2018-2019ê de

Mêran di sala 2019ê de herî kêm 328 jin û 15 zarok kuştine, tecawiz li 51 jinan kirine, 712 jin mecbûr kirine ku karê seksê bikin, taciz li 232 jinan kirîye, îstismara cinsî li 279 zarokan kirîye.  Mêran di 12 mehên sala 2019ê de, tûndkarî li 630 jinan kirîye.

Medyayê mirina 134 zarokan bi gotina “mirinên gumanbar” nivîsandîye.

Mêran di sala 2018ê de ya kêm 225 jin û pitik jî di nav de 17 zarok kuştine, tecawiz li 61 jinan kirine, 516 jin mecbûr kirine ku karê seksê bikin, taciz li 188 jinan kirîye, îstismara cinsî li 347 zarokan kirîye. Di 11 mehên destpêkê yên 2018ê de mêran jî 380 jin birîndar kirine.

Bianet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin