Li Tirkîyê meha Sibatê 22 jin hatine kuştin

Li Tirkîyê meha Sibatê 22 jin hatine kuştin

“Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînîn” ragihand ku meha Sibatê li Tirkîyê 22 jin hatine kuştin. Li gor ‎platformê, 12 jin bi awayekî gumanbar mirî hatine dîtin û 15 jin jî nehatîye zanîn ka ji ber çi hatine kuştin.‎

A+A-

Navenda Nûçeyan - Ji jinên canê xwe ji dest dane, 2 ji ber rewşa aborî, 5 jin ji ber xwestine cuda bibin an daxwaza lihevkirinê red kirine, hatine kuştin.

Ji 21 jinên meha Sibatê hatine kuştin, 1 nehatîye zanîn ji alîyê kê ve hatîye kuştin, 8 ji alîyê hevjînên xwe ve, 5 ji alîyê nasekî ve, 3 ji alîyê kesên bihev re, 3 ji alîyê kurê xwe ve, 1 bav û 1 jî ji alîyê mere berê pêre bûye ve hatine kuştin.

Li gor Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînîn, 10 jin bi çekan, 9 bi kêr an tiştên wiha û 2 lêdanê hatine kuştin 1 jin jî hatîye fetisandin. 13 jin li malên xwe, 3 li nav kolanê, 1 li hotelê, 1 li nav erd, 1 li cihekî bêdeng û 3 jin jî nehatîye zanîn li ku hatine kuştin.

Ji bo berfirehtir nûçeyê bitikînin

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin