NY: HSDê soz da zarokan ji nav rêzên xwe  derxîne

NY: HSDê soz da zarokan ji nav rêzên xwe derxîne

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û NY li ser mafên zarokan rêkeftinek îmze kirin, HSDê soz da tevahiya zarokan ji nava rêzên xwe derxîne.

A+A-

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û NY li ser mafên zarokan rêkeftinek îmze kirin, HSDê soz da tevahiya zarokan ji nava rêzên xwe  derxîne.


Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ligel Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî (NY) bo karûbarên Zarokan Virginia Gambali baregaha NY li bajarê Cenêvê yê Swîsra, civiya û pilaneke kar ji bo qedexekirina bikaranîna zarokan di şer de îmze kir.


Peyvdarê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Stephane Dujarric, li ser wê yekê daxuyanî da û ragihand, wan bi HSDê re pilaneke kar derbarê rêgirî li biçekirina zarokan re îmze kirine û HSDê dê hemû keç û zarokên temen biçûk ji nava rêzên xwe derxîne.


Di daxuyaniyeke Nivîsgeha Virginia Gambali de hatiye gotin ku ev pilana kar piştî wê yekê hat îmzekirin, ku di raporta salane ya Netewên Yekgirtî de hatibû gotin, YPG di nava rêzên HSDê de kar dike, zarokan biçek dike û di şer de bikar tîne.


Di Tîrmeha 2014an de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Rêveberiya Xweser bi Rêxistina Banga Cenêvê ya Navdewletî re peymanek derbarê qedexekirina biçekirina zarokan îmze kiribû.
Li gor rêkeftinê, divê zarok di nava rêzên YPG û YPJê de bêne dûrxistin û rêgirî li beşdariya wan di şer de bê kirin, YPGê jî wê demê ragihand, wan 149 zarok ji rêzên xwe dûr xistine.


Di Tîrmeha 2015an de jî, Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) raportek derbarê biçekirina zarokan belav kiribû û diyar kiribû, YPGê di salekê de 59 zarok tevlî rêzên xwe kirine û YPG bi wê yekê tometbar kir ku peymanya Banga Cenêvê binpê kiriye.
 

 


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin