Neçîrvan Barzanî li Parîsê bû

Neçîrvan Barzanî li Parîsê bû

Duh Serokomarê Fransayê Emmanuel MACRON, Neçîrvan Barzanî vexwend.

A+A-

Duh Serokomarê Firansayê Emmanuel MACRON,Neçîrvan Barzanî û heyetekê vexwend.
Duh ( 11.07.2019 ) li ser vexwendina Serokomarê Firansayê Emmanuel MACRON, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi weftekî ku ji Felah Mistefa, Kerîm Sincarî, Sefîn Dizayê pêkhatî bi seredana fermî li Parîs a paytexta Firansa bû.

vexwendin-paris.jpgSerokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Nêçirvan Barzanî û wefta wî ya li Fransayê, Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Fransayê, şeva 11yê Tîrmehê li Parîsê resepsîyonek li dar xist. Li gel gelek mêvanê xwedî nav û payebilin, Partîya Azadîya Kurdistanê-PAK bi weftekî ku ji Endamê Komîteya Birevebir a Meclîsa Ewrûpayê ya PAKê û berpirsê Fransayê Îhsan Aydin û endamê Meclîsa PAKê ya Ewrûpayê û endamê Komîteya Fransayê Faysal Taşkiran jî di resepsîyonê de bûn. Heyeta PAKê ji bo seroktayîya Rêdar N. Barzanî pîrozbahîyê lê û li Mesrûr Barzanî kir. Û herwiha serkeftina wan xwestin.

Di resepsîyonê de Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Nêçîrvan Barzanî bi ûslûbekî dostane û axaftinên xwe yê xweş yek bi  yek seredana amadebûyên resepsîyonê kir.

Herwiha S. H. Kurdistanê N. Barzanî li ser peywendîyên di navbeyna Firansa û Herêma Kurdistanê de axifî û got: Peywendîyên me ji mêjve ye. Di biryara herêma azad de jî hewlên Fransa yê  gelek dostane bû. Wek hûn dibînin, şahidin jî, aniha jî peywendîyên me gelek germ û dostane ne.

in-cin.jpgB. N. Barzanî, di berdewamîya axaftina xwe de behsa pêkhatina hikûmeta 9an jî kir û diyar kir ku; Pêkhatina hikûmeta herêma Kurdistanê bi nirxekî mezin pesinkir û bi hêvî bû ku dê ev hikûmet karê giring pêk bîne.

Dîsa S. H. Kurdistanê Rêzdar N. Barzanî li ser peywendîyê nû yê bi Bexda re kir û got: Peywendîyên me bi serokayetî nû yê Bexda Adil Abdul-Mahdi re başe. Û emê bikarin di vê demê  de hinekî pirsgirêka çareser bikin.

Resepsîyon bi atmosferekî xweş heta derengê şevê domîya û  bi sipasîya berpirsê Herêma Kurdistanê qedîya.

RN/Fransa
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin