
İbrahim Gürbüz: Ji bo çalakîya muzîkê
.
Dostên hêja,
Ez we hemûyan bi rêzdarî silav dikim.
Îro ez pir bi kelecan im. 35 sal berê, 1991an de dema me Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) û 1992an de Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ava dikir, ez di wê demê de jî gellek bi kelecan bûm. Wê demê di nav netewa Kurd de hestekê pirr xurt yê neteweyî hebû.
Armanca me ya avakirina NÇM û Enstîtuya Kurdî ew bû ku, em xizmeta çandê, hunerê, zanistîyê û zimanê Kurdî bikin. Ev sazgehan, ji bo me, ne tenê cîhên xebatê, çandê, hunerê, zanistîyê û perwerdehîyê bûn; wekî binesazîya wezaretên çand û perwerdehê yên pêşerojê bûn. Me bi vê bawerî û kelecanê karê xwe dikir.
Her çiqas ji ber şert û mercên dîrokî û polîtîkayên çewt, xeyalên me yên wê rojê bi cih nehatin jî, lê belê, me tu carî hêvî û kelecana xwe winda nekir û ji niha û pê ve jî, emê winda nekin.
Em xwediyê wê baweriyêne ku, heta netewa Kurd li dine hebe, daxwaza mafên wan ê azadiyê jî wê hebe. Hêzên kolonyalist ji bo ku rê li tekoşîna neteweyî bigirin doh jî gelek plan dikirin, îro jî dikin. Hê jî planên asimilasyonê di nav netewa Kurd de dimeşînin. Lêbelê ev hewldanên wan hemû vala ne. Tu carî ser nakevê. Lewre bi van hewldanên xwe dixwazin rê li çemê herikî bigirin. Carinan dixwazin bendên mezin jî deynin pêşîyê, lê av bi hêza xwe her diherike û di dawîyê de digihîje deryayê. Em, di vê bawerîyê de ne.
Dema me di sala 2012an de Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ava kir, armanca me ev bû: Em navê İsmail Beşikcî û fikr û ramanên Îsmaîl Beşîkçî di nav jiyanê de belav bikin, bidin jiyandin û di warê Kurdolojî de bixebitin. Paşê me dît ku, çand û huner jî perçeyekî girîng yê Kurdolojîyê ye.
Li ser ve meseleye car cara min di civîna rêveberiyê de û car cara jî ez û Kemal Orgun me sohbet dikir. Loma nêzîkî salek berê dema me biryar da ku, em di bin banê weqfê de xebatên çand û hunerê berfireh bikin, piştî 35 salan ez dîsa wekî roja paşîn kelecan bûm. Sedema kelecana min a îro jî ev e. Ji ber ku em dibînin, ew biryarên me îro hêdî hêdî fêkî didin.
Endamê rêveberiyê û berpirsê Beşa me ya Hunerê ya Amedê, Kemal Orgun, di dema NÇM yê de hevalê min bû. Ew hunermendekî pirr hêja ye ku, bi salan e karê xwe yê şanoyê bi dil û can didomîne. Mîna dervîşan.Ez pir şanaz im ku em îro dîsa di bin banê Weqfa İsmail Beşikcî de ne û mîna teyrên Simurgê dîsa hatin ba hev.
Ez Sebahattîn Xoce jî, ji 1983an vir de nas dikim. Hunermendekî netewperwer bû û serbixwe kar dikir. Ew muzîsyenekî pir hêja ye. Îro di karên me yên Amedê de keda wî jî, pirr heye. Me di axaftinên xwe de biryar da ku, em muzîka Kurdî ya klasîk biparêzin û pêş bixin. Em dizanin ku, koka muzîka Kurdî di muzîka klasik a Kurdî de veşartîye.
Wekî encama van xebatan; di bin derhênerîya Kemal Orgun de Koma Şanoyê ya “Çar Dem Şano” û di bin derhênerîya Sebahattîn Xoce de Koma Muzîkê ya “Klasîkên Kurdî” ava bûn. Ev xebatên hunerî ji bo me şanazîye. Çalakiya me ya îro, berhem û hevdîtina yekem ya muzîkê ye. Sêzdehê mehê jî em dê bibin temaşevanên ÇARDEM ŞANOYÊ û li lîstika xwe ya ÇOL û Av’ê temaşe bikin. Ji ber vê yekê, îro em tenê li çalakîyekê temaşe nakin; em dibin şahidê gava pêşîn ya saziyeke nû ya çand û hunerê. İnşallah emê di demekê nêz de Akademîya Kurdolojîya İsmail Beşikci ya Başûrê Kurdistanê jî ava bikin. Ev xebatên me niha dom dikin.
Belê, me nedikarî hemû xeyalên xwe yên berî 35 salan bi cih bînin. Lê me hêvî û kelecana xwe wenda nekir. Ji ber ku têkoşîna neteweyekî ya ji bo çand û azadîyê, tu carî naqede. Hatina we ya îro, ya vir jî, nîşana vê ye.
Ez bawer dikim ku em ê, ji niha û pê ve jî bi hev re, karên pir xweş bikin; ji bo çand, huner û zanista Kurdî tiştên nû ava bikin.
Di dawiyê de, ez spasiyên xwe yên jidil pêşkêşî nûnerê me yê Amedê Nezîr Çetîn, endamên desteya rêvebir Öztekin Çaçan, Kemal Orgun, Sebahattîn Xoce û Fehrî Karakoyunlu dikim. Her wiha, ez bi taybetî spasiya kedkarê me Öztekin Çaçan dikim ku hewldan û fedakariyeke mezin, koordînasyon û organîzasyonên xebatên weqfê, bi rê ve dibe.
Careke din hûn bi xêr hatin, we em bi tenê nehiştin û hûn bûn şirîkê kelecana me. Ji bo vê yekê, ez ji dil spasiya we hemûyan dikim. Ez we hemûyan bi hezkirin û hurmet silav dikim.
Îbrahîm Gurbuz
10ê Hezîrana 2026an

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin