Mîrê ziman û zemana xwe, firarê zemana mezin

Mîrê ziman û zemana xwe, firarê zemana mezin

Di nav çîrokên wî de du çîrokên wî hene ku bergeha çîrokên wî yên hunerî û sîyasî nîşan dide. “Li Ber Tevna Mehfûrê” çîroka malbatekî ye ku prototîpa Kurdistanê ne.

A+A-

Ger hemû gotin, nivîs û gotegotên li ser kurdî û bo kurdî bihatana dijîtalîzekirin, di ewra peyvan (word cloud) de dê teqez peyva herî ber biçav û mezin peyva klasîk bibûya, Xanî, Cizîrî û Celadet jî dê li pey wê bihata. Divê li xwe mikur werim ku tu carî nava min klasîkan baş nebûye û wekî ku Calvino dibêje kesên klasîkan dixwînin nabêjin “ez dixwînim”, dibêjin “ez cardin dixwînim”; ez jî ji wan kesan im, dema behsa klasîkekê bû û min xwendibe rûyê min sor dibe. Di vir de qesta Calvino helbet ji xwendin û nexwendinê pêve taybetmendîya klasîkan dide nîşandan ku xwendinên wan ên dubareyî, sêbareyî û çend carên din gengaz e. Li gor hinek rexnegirên mîna Jale Parla jî ji xwe “her xwendin ji nû ve xwendin e”. Ev yek herî bêtir jî li klasîkan tê. Mirov dikare bi vî çavî li gelekên metnên kurdî binêrin ku klasîkên kurdî bi temenê xwe ciwantirîn klasîkên neteweyî ya dinyayê ne.

Gelo ji nû ve xwendina nav û berhemên Celadet Alî Bedirxan gengaz e?

Qesta min ji ji-nû-ve-xwendinê ev e ku berhem di dem û mekaneke (erdnîgarî) sabît de ne bes wateyeke xwe hebe; an jî di demên dîtir de yanî gelek wext li ser çapkirina berhemê bikeve jî, pêncî sal şûn de bo mînak, li erdnîgarîyên din ên gerdûnî jî bikaribe bê fahmkirin, her carê ku hat xwendin jî wateyan li xwe zêde bike. Bo mînak, çîroka “Gazinda Xencera Min” alegorîya qedera Kurdistanê ye di navbera qelem û xencerê de, yanî di navbera erka sîyasî/zanîn û şerê çekdarî/parastina bi hukmê leşkerî ye û gelo bes di şertên wan deman de dikare bê fahmkirin ango di salên îroyîn jî dikare bê fahmkirin; wateya xwe heman e, ango têgihîştina wê bi demê re guherî ye; çend xwendinên din jê dertên gelo; gelo çîrokên îroyîn ku xwe dispêrinê hene an na… Mirov dikare nimûneyên ji-nûve-xwendinê zêdetir bike.

Di serî de ji ber ku C.A.B (ji ber timakarîya Kundê wiha bi kurtî dinivîsim) bi karê zimên (linguistik, ferheng, kovargerî, folklorî hwd.) mijûl bûye, bersiva me “na” ye. Ne tev be jî, gelek ji van qadan rê nadin ji-nû-ve-xwendinê, piranî xebatên bingehîn in ku mirov divê ji wan dest pê bike. Kes û xebatên afrîner ji wan jî tiştên afrîner derdixin helbet… Lê dema min çîrokên C.A.B xwendin min dît ku çîrokên wî rê li ber xwendinên cuda vedike, lê belê ji naverokên xwe bêtir “nav” û “kirinên” wî, wî dike kesekî “klasîk”.

C.A.B hem bi navê xwe Celadet Alî Bedirxan hem jî bi navê mustear ên mîna Cemşîd û bêtir jî bi Bişarê Segman nivîsandine. Gelek mijar û biwarên cur bi cur dane ber xwe: wergêrî, çîroknûsî, kovargerî, zimannasî, folklorîstî, sîyasetmedarî hwd; kurteçîrok, çîrokên tarixî, çîrokên kevn (mîtolojîkî), ceribandin û nivîsên sîyasî, xebataên ferhengî û gramerî; bi zimanên osmanî, kurdî û frensî nivîsandine; di her çîrokên wî nivîsî de, ango bijartî de jin rolên sereke dilîzin (Nahîde, Rindê û Zîzê, Fehîme, Vîyoletê, Jinikê ku mêrê xwe dikuje, Dayîn; di çîrokên tarixî de, Klêopatre, Vêna, Marîya, Dimitrîya, Lûna, Honorya,); li Stenbolê (kalamiş), li Dihokê, Bêrûtê çîrok nivîsandine, ji welatê ûrîsan heya Asya Navîn, ji Kurdistanê heya Ewropayê serê qelema xwe dirêj kirîye. Ez dibêm mirov grafîkeke ji cihên ku wî nivîsandine ber bi cihên ku çîrok tê re derbas dibin xêzan çêbikin wê wekî reklama şîrketên balafiran qelema wî xwîneran bibe gelek deverên cîhanê. Tevna C.A.B wekî atlasa kişweran e.

Di nav çîrokên wî de du çîrokên wî hene ku bergeha çîrokên wî yên hunerî û sîyasî nîşan dide. “Li Ber Tevna Mehfûrê” çîroka malbatekî ye ku prototîpa Kurdistanê ne. Li gor tevna çîrokê bav “wesandîye” ku kur (Gefo li gor wetana erotikî ya Afsaneh Najmabadi, netewe ye) divê bixwîne, bibe zana da ku welat rizgar bike. Jin dixebitin, dayik dixebite, her du xwişk-Zîzê û Rindê, dixebitin ji bo ku Gefo bidin xwendin. Di vê çîrokê de du tişt bala min kişand ku yek jê hunera tevna mehfûrê ye. Edîbên baş ên gerdunî gelek caran di pêşkêşkirina hunerên xwe bi metoforeke din a hunerî, bi awakî metafiksîyonel pêk tînin. Nivîskara navdar a ermen Zabel Yesayan -ku hevçerxa C.A.B- di novellaya xwe ya Surgun Ruhum (Ruhê Min ê Sirgun) de pêşangeh û nîgarkêşîyê dike mijarokek mesela, fikrên xwe yên hunerî di ser wan re dide. Di çîroka “Li Ber Tevna Mehfûrê” de jî bi ya min tevna mehfûrê bi xwe hêla C.A.B a hunerî ye şanî me dide. Hêla din ya çîrokê jî alegorîyeke bindestîya Kurdistanê ye, ne alegorî ye, raste rast ew bi xwe ye. Zanebûna heyî (di ser Zinar re), yanî fikrîyata întelektuwelî ya wê serdemê têrê nake ku barê bindestîyê ragire û qedera neteweyekê dîyar bike, lazim e Gefo ji qelemên haziran hîn tûjtir be, belkî lazim e bi şûreke zengnegirtî, bê tûjkirin. Di vê çîrokê de felata mutleq di qelemê de veşartîye.

Di çîroka “Gazinda Xencera Min” de jî dubendîya qelem û şûrê heye. Xencer û qelem du hêmayên sereke ne di edebîyat û fikrîyata kurdî de ku secereya wan heya Xanî dirêj dibe. C.A.B tevlî nîqaşa salane dibe bi vê çîroka xwe re, “gazinda xencerê” digihîne nifşên li pey xwe. Li gor wî xencer ji ber tercîha qelemê ji bîr çûye loma jî zeng girtîye. Lê gelo serencama qelemê çi ye? Ez dibêm C.A.B wekî kevirekî anakronîk vê pirsê davêje nav bîra nifşên nû. Di rêzefîlma navdar a bi navê Narcos (ya resen) de Escobar tevî gerîlayên M-19 hevkarî dike, ji muzexaneyê şûra Bolîvar didizin, li wir dîmenek heye, di nav camên şikestî de ku şûr tê de nîşan didin, dibêje “şûrê Bolîvar vegerîya nav şer”. Şûrê Bolîvar sembola serxwebûn û yekpareyî ya Amerîkaya Latînî ye. Bûye mîteke avakar di gelek karên wan ên hunerî de. Hin sembol hene şopa wan hem kevnar e, hem jî di bîra nifşên dahatûyê de tovên wan hene. Xemên ku C.A.B xwarine jî bi vî rengî ye, hem rabirdû tê de ye, hem jî dahatû. Ev jî berê me dide têgeha kairosa yewnanî. Kairos yek ji têgeha demê (zeman) ya yewnanî ye. Şîrovekarên van têgehan kesên mîna Agamben û Walter Benjamin hêlên wê yên şoreşî/polîtîkî/dîrokî dinirxînin. Şîroveyên hêsankirî jî dîyar dikin ku kronos (kronoloji) jimareya demê, kairos “çawanîya” demê ye; hinekan jî kronosê dişibinîn çemê, kairosê dişibînin golê. Li gor Bulent Diken jî kairos hem zeftkirina rihê zemên e, hem jî di heman demê ji alîyê zemên ve zeftkirina kirdeyê bi xwe ye. Li gor vê pênaseyê C.A.B yek ji kurê wê secereya xencer û qelemê ye. Mîna ye surfjenên behran; ne wekî kesên ji rêzê di çemê kronolojîyê de çem û çem diçe, ne jî di goleke bê pêl de avjenî dike, wî bi xwe wekî surfjenan li alavên xwe amade dike, dema pêlên demê jî zevt dike pê re hunera xwe dide nîşandan. Bi her du lingên xwe li ser textê surfê ye, xwe radestî pêlê nake, hukmê pêlê dike; her pêl jê re hunereke din e ku li jor me behsa wan kirî. Loma wekî wergir û mudaxilê zemên ji tevî berhem û bêtir jî bi navê xwe ne “qanon” e “klasîkek” e CELADET ALÎ BEDiRXAN. Bi her xwendinê re xwendinên nû wehd dike.

Ferzan Şêr

Ev nivîs di hejmara 4'an a kovara Kundê de hatîye weşandin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin