Peyama tund a Kongreya Amerîkayê: Heta S-400 hebin F-35 nînin

Peyama tund a Kongreya Amerîkayê: Heta S-400 hebin F-35 nînin

.

A+A-

Endamên krîtîk ên Kongreya Amerîkayê, ji bo vegera Tirkiyeyê ya bernameya F-35an şertê berdana bi temamî ya sîstemên S-400 ên Rûsyayê ducare kir.

Senatoran bertek nîşanî sînyala Donald Trump a nermkirina cezayan da û destnîşan kir ku qanûn zelal in.

Sê navên gelekî krîtîk ên ji baskên Komarî û Demokrat ên Kongreya Amerîkayê ji rojnameya Kathimeriniyê ya Yunanistanê re axivîn.

Wan li pêşiya dan û standinên Enqereyê û Washingtonê yên li ser F-35 û cezayên CAATSAyê astengî danî.

Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di Lûtkeya NATOyê de sînyal da, dibe ku cezayên li ser Tirkiyeyê nerm bike, Kongre ket nava amadehiyê.

Senatorê Komarî yê Eyaleta Idahoyê û Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Senatoyê Jim Risch, helwesta neguhêr a Kongreyê ya li ser vê mijarê bi zimanekî zelal anî ziman.

Risch piştî daxuyaniyên Trump ên li Lûtkeya NATOyê yên li ser îhtimala çavdêrîkirina cezayên CAATSAyê axivî.

Risch diyar kir ku li pêşiya hevkariya parastinê ya di navbera Washington û Enqereyê de astengiya tenê mûşekên Rûsyayê ne û got:

"Hebûna sîstemên S-400 ên Rûsî di destê Tirkiyeyê de, li pêşiya kûrkirina hevkariya me ya leşkerî û parastinê astengiya herî mezin û demdirêj e.

Bi saya serkirdayetiya Serok Trump, ez hêvî dikim ku Tirkiye dê di dawiyê de dest ji van sîstemên S-400î berde û em dê karibin vê krîzê bi temamî li pey xwe bihêlin."

"Fikirîna wê jî şokek e"

Senatorê Demokrat ê Marylandê Chris Van Hollenê ku sala 2019an di sepandina cezayên CAATSAyê yên li ser Tirkiyeyê û derxistina wê ya ji bernameya F-35an de rola sereke lîstibû, zimanekî gelekî tundtir bi kar anî.

Van Hollen dijberiya xwe ya li hemberî her cure veguhastina F-35an a Tirkiyeyê ducare kir û da zanîn ku birêvebiriya Trump nikare qanûnan bin pê bike.

Van Hollen di rexneyên xwe yên tund de got:

"Enqere sîstemên S-400 ên Rûsyayê yên ku rasterast gefê li ewlehiya balafirên me yên F-35an dixwin di destê xwe de digire.

Her wiha Erdogan îsbat kir ku ew hevpeymanekî NATOyê yê ne aram e ku êrişî demokrasiyê dike.

Fikirîna Serok Trump a li ser radestkirina van balafiran şokek e.

Ev rewş hem ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê sabote dike û hem jî qanûnên Amerîkayê bin pê dike.

Qanûn gelekî zelal e, heta ku S-400 di destê Tirkiyeyê de bin, ew ji bernameya F-35an hatiye menkirin.

Kongreyê li ser vê mijarê bi lihevkirina her du partiyan biryar daye.

Her hewldaneke hikûmeta Trump a ji bo derbaskirina vê qanûnê tekez nayê qebûlkirin."

"Dayîna teknolojiya bipêşketî ya Tirkiyeyê dê şaşî be"

Nûnerê Komarî Mike Lawler li ser van hewldanên astengkirinê axivî û destnîşan kir ku helwesta wî hem dispêre ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê hem jî qanûnên heyî.

Lawler destnîşan kir ku heta Tirkiye helwesta xwe neguhere divê ambargoya leşkerî bidome û wî axaftina xwe wiha bi dawî kir:

"Firotina yek ji balafirên şer ên herî bipêşketî yên Amerîkayê ji bo Tirkiyeyê, xizmetê ji berjewendiyên Amerîkayê re nake.

Ev rewş dê hem teknolojiyên me yên leşkerî yên krîtîk bixe metirsiyê û hem jî dê peyameke gelekî şaş bide hevpeymanên me yên rasteqîn ên li Rojhilata Navîn û Ewropayê.

Heta ku Serokkomar Erdogan sîstemên S-400 ên Rûsyayê di destê xwe de bigire û bi kar bîne, wekî ku qanûnên Amerîkayê destnîşan dikin divê sînordarkirinên firotina F-35an bi biryardariyeke tam di meriyetê de bimînin."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin