Li Herêma Kurdistanê di 6 mehan de 31 karker li ser kar mirin

Li Herêma Kurdistanê di 6 mehan de 31 karker li ser kar mirin

.

A+A-

Li gorî amarên Sendîkaya Karkeran a Herêma Kurdistanê, di 6 mehên destpêkê yên îsal de li deverên cuda yên Herêma Kurdistanê 31 karker li ser kar mirine.

Herî zêde mirin di 2 mehên borî de çêbûne.

Serokê Yekîtiya Sendîkayên Karkeran a Herêma Kurdistanê Hengaw Ebdullah ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

"Tevî ku me hemû hewldanên xwe kirine ku em piraniya mercên ewlehiyê ji bo karkeran dabîn bikin jî lê salane bi dehan karker li ser kar dimirin."

Hengaw Ebdullah li ser zêdebûna amaran got:

"Di du mehên borî de mirina karkeran herî zêde hatiye tomarkirin û bûyerên bi vî rengî zêde dibin."

Li gorî amarên ku sendîkayên karkeran dane Rûdawê, di 4 mehên destpêkê yên sala 2026an de 17 karker mirine.

Herî zêde li parêzgeha Silêmaniyê mirin çêbûne ku 10 karker in.

Her wiha li Hewlêrê 3, li Dihokê 3 û li Helebceyê jî karkerek miriye.

Di Gulan û Hezîranê de 14 karker mirin

Amar nîşan didin ku di mehên Gulan û Hezîranê yên îsal de mirin zêde bûne û 14 karkerên din mirine.

Bi vî awayî bi giştî di 6 mehên destpêkê yên îsal de 31 karker di dema karkirinê de mirin.

Dabeşbûna mirina karkeran a di mehên Gulan û Hezîranê de bi vî awayî ye:

·         Hewlêr: Karkerek

·         Silêmanî: 2 karker

·         Dihok: 6 karker

·         Îdareya Soranê: 3 karker

·         Îdareya Raperînê: Karkerek

·         Îdareya Zaxoyê: Karkerek

Li gorî gotina Hengaw Ebdullah, di 2 mehên borî de 20 karkerên navxwe û 2 karkerên biyanî jî birîndar bûne.

Herî zêde li parêzgeha Silêmaniyê karker birîndar bûne.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin