Mihemed Yûsif: Çareseriya krîza Sûriyê li Şamê pêk tê

Mihemed Yûsif: Çareseriya krîza Sûriyê li Şamê pêk tê

Çavdêrê siyasî Mihemed Yûsif ragihand ku çareseriya krîza Sûriyê li Şamê pêk tê û destnîşan kir; dema ku platformeke Kurdî çêbibe, Kurdên rojavayê Kurdistanê bi hev re biçin danûstandinan dê bibe hêzeke qewî.

A+A-

 

Mihemed Yûsif ji Qamişloya rojavayê Kurdistanê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser daxuyaniya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya derbarê amadebûna danûstandinên ligel rejîma Sûriyê de axivî.

Yûsif diyar kir: “Rêveberiya Xweser dibêje 'em amade ne, em diyalogê bi Şamê re bikim', em tev dizanin çareseriya Sûriyê dê li Şamê çêbibe, li ku be, herine Cinêvê, herine New Yorkê, herine Washintonê, çareserî Şam e. Şam paytexta Sûriyê ye û li wê derê çareseriyeke siyasî dê çêbibe. Rêveberiyê gelek hewl da, ku bi rejîmê re diyalogê bike û Rûs gelek li ser vê kar kir.. Rejîm heta niha ne amade ye ku diyalogê bi Kurdan re bike. Heta niha Kurdan weke pêkhateya duyem li Sûriyê nabîne.”

Li ser mijara ku eger Kurd bi hev re biçin Şamê bandora wê dê li ser danûstandinan çawa bibe, Mihemed Yûsif eşkere kir: “Çavê miletê Kurd, rojava, çavê hemû li vê diyaloga Kurdî-Kurdî ye. Mixabin gelek hêdî hêdî bi rêve diçe, lê em hêvîdar in biçe serî, ji ber ku Amerîka û Yekîtiya Ewropayê li ser vê diyalogê disekinin. Hêviya me ye ku ev diyalog here serî. Wextê ku platformeke Kurdî çêbibe, Kurdên rojava bi hev re herin Cinêvê dê bibe hêzeke qewî, hêzeke eskerî çêdibe û dîplomasiya Kurdî bi hev re kar bikin, bêguman em ê gelek tiştan qezenc bikin.”

(K24)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin