Michael Chyet: Ferheng dîyarîya herî mezin a ji bo Birûskî bû

Michael Chyet: Ferheng dîyarîya herî mezin a ji bo Birûskî bû

Chyetî di sala 2003yê de ferheng cara pêşîyê û weke cildekê dabû ber çapê. Di vê dema derbasbûyî de zimanzanê amerîkî peyvên nû li ser ferhenga xwe zêde kirîye û hin guhertin tê de kirîye. Yek ji van guhertinan jî bikaranîna du alfabeyan e.

A+A-

 

Ferid Demirel

Michael Chyet, zimanzanê amerîkî piştî 17 salan çapa duyem a ferhenga xwe ya Kurmancî-Ingilîzî derxistîye. Ferheng bi navê Ferhenga Birûskî û weke du cildan hatîye çapkirin.

Chyetî di sala 2003yê de ferheng cara pêşîyê û weke cildekê dabû ber çapê. Di vê dema derbasbûyî de zimanzanê amerîkî peyvên nû li ser ferhenga xwe zêde kirîye û hin guhertin tê de kirîye. Yek ji van guhertinan jî bikaranîna du alfabeyan e. Chyetî di çapa yekem de tenê cih dabû alfabeya latînî lê di çapa duyem de li gel latînîyê alfabeya erebî jî bi cih kirîye.

Chyet li Washingtonê di Pirtûkxaneya Kongreyê de pisporê pirtûk û dokumantên nivîskî yên zimanê Rojhilata Navîn ên weke kurdî, farisî, tirkî, erebî û siryankî ye. Xwedîyê pisporîyeke taybet e di warê dersdarî, zimanzanî û folklorîstîyê ya kurmancî û soranîyê ye.

Ev zimanzanê ku bi 40 zimanan dizane li gel pirsên me yên derbarê naveroka Ferhenga Birûskîyî de, yên derbarê nîqaşên li ser soranî û kurmancîyê, mijara du-alfabetîyê, standartkirina zimên û hin tiştên din de bi rêya Skype-ê bersiva pirsên bianet kurdîyê da:

"Nexweşîya min dîyarîyek bû"

“Dema sala 2003yê da (ferheng) çap bû, min dizanî çend kêm bû. Destpêkê baş bû lê min dizanîbû ku ferhengên baş ti caran naqedin û min dizanî hêj gelek maye. Piştî derketina wê bi çend salan, min ti tişt nekir. Sala 2014an min computereke nû kirîbû, min biryar dabû ku dest bi amadekirina çapa duyem bikim. Meha tirmehê bû ez dibêjim. Hêdî hêdî min dest pê kiribû. Sala 2006ê an jî 2005ê de dizek ketibû nav mala min û computera min dizî bû. Hemî dosyayên ferhengê min bi awayekî peyda kirin. Min dan vegerandin. Hemî tişt tevlihev bûn. Ez mecbûr bûm ji serî heta binî ji nû ve çêkim. Mesela pîtên erebî, her tişt tevlihev bû. Wê yekê jî derfet da min ku ez li ser hemî ferhengê ji nû ve çav bigerînim. Min ev yek wek fêdeyek dît, ne wek kêmasîyek.

Li îlona 2014an ez birim nexweşxaneyê. Dilê min emelîyat kirin. Sê çar mehan ez li mal bûm. Ev jî di rastîyê de dîyarîyek bû. Her roj li malê li şûna ku di nav livînan de bimînim, ez radibûm li ber computerê rûdiniştim, hinekî li ser ferhengê dixebitîm. Ev serdemeke gelekî xweş bû. Li şûna ku ez xemgîn û bêhêz bûm, ferhengê taqet da min ku ez ji nivînan rabim û kar bikim.”

"Ez dixwazim hevokên nimûneyî hebin"

“Li ser înternetê mirov dikare gelek tiştan bi kurdî peyda bike. Vêca ji bo her peyvekê ez dixwazim ku hevokên nimûneyî hebin. Û eger mînakeke baş tunebûya di destê min da, ez diketim înternetê û ez li mînakeke baş digerîyam. Û gelek caran min tiştên baş peydakirin. Çend caran jî hayê min ji peyvekê çêbû. Min got ez ê teqez vê li ferhenga xwe zêde bikim. Bi vî awayî min gelek peyvên nû li ferhenga xwe zêde kir û ji peyvên heyî min malûmatên, pêzanînên nû jî lê zêdekirin.”

“Tu rastîyê dixwazî, ez niha li ser çapa sêyem kar dikim. Her ji çend salan dîyar e ku ez ê çapeke nû zêde bikim. Lê hêvîya min ev e ku ji niha û pê ve ez ê bi tenê vî kari nekim. Ez dixwazim ku ne tenê hevkarê min nebin, ez dixwazim hînî kadroyekê bikim. Wan perwerde bikim ku ew jî bizanibin ferhengsazî çawa tê kirin. Eger sibê ez bimrim, ez naxwazim ev hemû pêzanîn bi min re bimrin.”

“Ev pêşnîyara min e, ez nikarim li ser kesên din ferz bikim. Em dikarin hefteyekê carekê çend kesan bi rêya Skype-ê bicivin û behsa peyvên nû bikin. Lê ez dixwazim hîn bikim çawa mirov peyveke nû li ferhengê zêde dike. Her dû rastnivîsan, ya latînî û ya erebî û eger nav be zayenda wê çîye, nêr e an mêr e û tewanga wê çî ye û maneya wê… Heger du sê çar wate hebin divê ku em wan jî rêz bikin. Ji bo her wateyekê çend hevokên nimûneyê hebin. Tevî wergera wan a ingilîzî. Ev ne tenê bo ingilîzî, mirov dikare kurdî-kurdî bike, kurdî-tirkî bike, kurdî û her zimanekî din. Bingeh eynê ye. Eger li ser etîmotojîya wê peyvê malûmat hebin, eger bi soranî jî, bi farisî jî eynî peyv hebe, reh û rêçala wê ya Hindî-Ewropî çibe, eslê wê çibe… Û hemwate hebin… Di dawîyê de ez ji peyvên girêdayî hez dikim. Mînak, eger  be, vêca li wir bav û kûr û keç wê hebin. Peyvên têkildar wê hebin. Lê ez hez dikim vê metodolojîyê bi kesên din re par ve bikim.”

"Min dît ku kurdî rojane tê guhertin"

“Di pêvajoya amadekirina çapa yekem a ferhengê de, ji sala 1986ê heta 2003yan, li ber çavê min ku min dît zimanê kurdî rojane tê guhertin. Nemaze piştî Şerê Kendavê yê sala 1992yan. Ev ferheng bi tenê ferhengeke Kurmancî ye. Gelek peyv hebûn ji ber ku tenê bi soranî bûn, lê kurmancaxêv bikar naynin, min nexistin ferhengê. Lê piştî 92yan min dît ku gelek peyvên soranî bûne kurmancî. Yanî kurdan bi xwe bikar dianî. Weke mînak çapemenî. Gelek peyvên wisa hene. Berovajî jî peyvên kurmancî hene ku ketne nav soranî. Niha bi soranî dibêjin heval, bizav. V gelek kêm e bi soranî. Lê niha peyvên wisa ketne nava soranî jî. Ev diştekî lu layenî ne. Divê ku ferheng neynikek be ji bo zimên. Eger di zimên de guhertinek çêbe divê di heman awayî de di ferhengê de jî guhertin hebin. Yanî niha gelek peyvên wisa hene di çapa duyem de. Di çapa yekem de jî çend nimûne hebûn. Nimûne nimûneyek e. Mînak peyveke nû ye. Peyva kevn mesel bêjim ji erebî. Lê ez bêjim ku rojnameya Azadîya Welat peyva mînak darişt, di destpêka salên 90an de. Nimûne di soranîyê de heye. Niha her du hene. Ziman dewlemendtir dibe. Lê di eynê wextê de bi dîtina min, nemaze li Behdînanê korkorane hem peyva soranî bi kurmancî bikar tê, bêyî ku bifikirin bê ka li deverên din ên Kurdistanê em behsa çi dikin. Ev gelek girîng e. Û eynî tişt bo kurdên bakur dikare bêgotin. Kurdên rojava û rojhilat û başûr bi tirkî nizanin. Eger mirov tirkmancîyê bikar bînin, peyvên bi tirkî peyv bi peyv wergerînin ser kurmancîyê, hevalên me yên li deverên din fêm nakin. Wek mînak, ez ê li te bigerimSeni arayacağım. Tu wenda bûyî ku ez ê li te bigerim? Yanî ez ê telefonî te bikim, ez ê te bagn bikim. ew ê herkes fam bikin.”

"Min metodolojîyek peyda kirîye"

“Di pêvajoya amadekirina ferhengê de min metodolojîyek peyda kirîye, bo standartkirina kurmancî û soranî. Ji bo wan nêzîktirî hev bike. Ez ê çend mînakan bidime te. Gava ku di zaravayekî de peyvek bi tenê hebe lê di zaravayê din de cîherengî hebe, gelek varyasyon hebe, em çibikin? Wek mînak, bi kurmancî dibêjin gotin, qedîya û çû. Bi soranî li hin deveran dibêjin witin, li hin deveran kutin li hin deveran jî gotin. Vêca eger em gotin weke peyve standart di her du zaravayan de hilbijêrin gelek hêsantire bo herkesî, nemaze bo xwendekaran. Bi kurmancî pirsîyareke me hebe divê em li soranîyê binêrin û berevajî jî. Gava ku em wisa bikin, bersiva me kifş e. Ez dikarim mînakeke din bidim.”

"Birûsk rojnamegerekî serkeftî bû"

Zimanzanê amerîkî her weha behsa navê ferhengê kir ku bê ka çima kirîye Ferhenga Birûskî. Birûsk Tûganî rojnamegerekî kurd e. Chyet û Tûganî hev nas dikin û demekê li dengê amerîkayê beşa kurdî bi hev re kar dikin. Chyetî bi serfirazî û serbilindî behsa Tûganîyî kir ku di rojnamegerîya xwe de jêhatî bûye. Tûganî li gel dengê amerîkayê li hin rojnameyên amerîkî yên bi ingilîzî jî kar kirîye û piştî demekê ji ber mesela zewacê neçar maye li Fransayê bi cih bibe. Li vî bajarê jî karê rojnamegerîyê berdewam kirîye. Chyetî ev pêvajo bi van gotinan anî ziman:

“Wî qet bi frensî nedizanî. Wî dixwest li Ewropayê jî karekî wek karê rojnamevanîyê peyda bike. Gelek karên wisa hebûn bo soranîaxêvan bi tenê. Bi soranî kêm zêde dizanî bû lê wi dixwest soranîya xwe bipêş ve bibe ku bikaribe bi vî karî jî rabe. Ew çû li Calaisê. Li Bakurê Fransayê kampeke mezin heye bo penaberan. Ew çû wêderê da ku bibe werger. Ji soranî bo frensî. Rojekê sala 2016 an  2017 bû, wan termê wî di behrê de peyad kir. Heta niha em nizanin çi qewimîye. Ke ew hat kuştin lê ji cihekî bilind kete nava behrê. Nayê zanîn. Her roj gava ku em bi hev re bi pîyan dimeşîyan dengê amerîka gelek caran digote min, ‘Mayko ez zanim ko ez ê pîrtîyê/kaltîyê ez nabînim, belkî ez ê bigihêm 50 sala lê ne zêdetir. Û ew 46 salî bû gava ku ew mir. Gava ku ew kete bîra min ez gohiş îm. Ji gelek kesan eynê tişt gotîye. Berî du sê mehan ez çûm Parîsê, cara pêşîn min bêrîvan û zarokên wan nas kirin. Min çend dîyarîyên biçûk jî bo wan anîn. Lê min got dîyarîya herî mezin a ez dikarim ev e ko ez ferhengê bikime ser navê wî, ferhenga birûskî wisa bû.”

Bianet

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin