
Trump li ser êrîsa li Sûriyê gefa tolhildaneke tund xwar
.
A+A-
Serokê Amerîkayê Donald Trump gefa tolhildanê ji bo kuştina 3 welatiyên Amerîkî xwar ku di nav de du leşker û wergêrekî sivîl, di êrîşeke DAIŞê ya devera Palmîra de li Sûriyê hatine kuştin.
Herwiha 3 leşkerên din jî birîndar bûne, lê rewşa wan baş e.
Di daxuyaniya Qesra Spî de hate gotin, Serok Trump êrîş weke "êrîşeke DAIŞ'ê li dijî DYAyê û Sûriyê, li devereke gelek xeternak a Sûriyê, ku tam di bin kontrola wan de nîne" bi nav kir.
Serok Trump herwiha anî ziman ku Serokê Sûriyê, Ahmed Şara, "gelekî hêrs û aciz e ji ber vê êrîşê."
Li gorî daxuyaniyê, Serok Trump bi tundî gefa tolhildaneke dijwat xwar û got: "Wê tolhildaneke gelekî cidî hebe. Spas ji bo eleqedariya we ya li ser vê mijarê!"

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin