Mêvan Kerem Gerdenzerî ye

Mêvan Kerem Gerdenzerî ye

Kerem Gerdenzerî ku bi Efsaneya Ruka Kurdî tê naskirin, ji aliyê rêveberiya Heftemîn Festîvala Film a Dihok ya Navdewletî hatiye vexwandin wek mêvanê taybet.

A+A-

Kerem Gerdenzerî ku bi Efsaneya Ruka Kurdî tê naskirin, ji aliyê rêveberiya Heftemîn Festîvala Film a Dihok ya Navdewletî hatiye vexwandin wek mêvanê taybet.

Cihê amajê ye ku Gerdenzerî dibe yekemîn Kurd stranên Ruk gotî  û Koma Wetan ya taybet bi hunerê rukê li welatê Gurcistanê damezirandî û yekem berhema xwe ya bi navê “Bayê Payiz” li sala 1988 belav kiriye û dahatiyê vî berhemê pêşkêşî qurbaniyên Helebce kiriye.

Gerdenzî  ji Kurdên Gurcistanê ye û li 6 Adara sala 1952 ji dayik bûye. Niha di temenê 67 saliyê de li welatê Rûsyayê dijî.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin