Receb Dildar

Receb Dildar

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Mêrxas û Dildar DEWRÊŞÊ EVDÎ

A+A-

Donzdeh suwarên ciwan bi bayê bezê ji Qerejdaxê berjêr dadiketin. Berê xwe dabûn berrîya jorîn û hespên xwe bi çargavî dibezandin. Leza wan hebû, bêhnvedanê ji xwe re heram kiribûn. Leza wan ji bo şerê man û nemanê bû. Hemûyan baş dizanibûn ku yên mirinê ne, lê dîsa jî dilezandin. Tu kesî ji bo mirinê ewqas nedilezand. Lê wext teng bû. Dibe ku leza wan pêşî li talanan bigirta. Dikaribûn bi leza xwe wargehên xwe şên bihîştana. Dikaribûn bi leza xwe zozanên bilind, mal û malbat, kon û pezên xwe di nav ewlehîyê de bihîştana. Donzdeh suwarên ciwan, paşê xwe dabûn mulkên bavan û berê xwe dabûn şer û cenga man û nemanê.

Suwarê pêşî kekê Sadûn, kilê çavê Edûlê Dewrêşê Evdî bû. Por û simbêlên kej, li ser pişta Hedban li ba dibûn. Gelek caran li van zozanan bi dû xezalan ketibû lê tu carî bi hêrs û lezeke wisa ji Qerejdaxê daneketibû. Leza Hedban têra wî nedikir. Bi herdu pahnîyên xwe bêsekin zikê Hedban dikuta. Çavê xwe kutabû asoyê berrîyê û ber bi hêvîya xwe ve dibezîya. Heke ew hêvî tune bûbûya, jîyan jî lê tune dibû. Loma xwe bi ser gulîyên Hedban ve xwar kiribû û bi çargavî ber bi hêvîya xwe ve difiriya.

Hêvîya di asoyê de li ber çavê Dewrêş xuya dikir, herdu çavên Edûlê bûn. Hemû dar û devîyên Qerejdaxê, hemû çem û kanîyên zozanan, hemû kerîyên pezên Milan, hemû kon û eşîr ji nav çavê Edûlê, bi ser Dewrêş ve hildipekîyan. Pê îman anîbû ku Edûla gulîmor hebe wê ev hêvî hemû hebin, lê ku têk biçin wê kon û pez bibin malê talanê. Erê ji berê ve egît bûn, lê egîdîya wan a niha ji ber vê xîretê bû.

Dewrêş û Hedban ber bi mirinê ve difiriyan lê dilê wî li bin konê reş rûniştîbû, ji destê Edûla Mîrê Milan fîncana qehwê vedixwar. Ew hîn di wê kêfxweşîyê de bû. Ew di nav kêfxweşîya evîna xwe de wenda bibû. Û her dibezand. Halanan dida xwe digot “ez kilê çavê Edûlê me” û dilezand.

Evîna wî bêsînor bû, loma tirsê di nav sînorên dilê xwe yê bêsînor de kuştibû. Mineta wî ji felekê tunebû.

Helbet behskirina Dewrêşê Evdî ne tiştekî hêsan e. Lewra Mêrxasî û Evîn di tu destan û çîrokan de ewqas neketîye nav hevdû. Ev destana bêhempa roj bê, wê di qada cîhanê de gelek li ser bê axaftin. Lê em hîn jî qîmeta wê nizanin. Ji bo destaneke wisa divê heta niha bi hezaran kitêb li ser bihata nivîsîn. Mixabin kitêbên li ser hatine nivîsîn pênc tilîyên destan derbas nakin.

Di nav van kitêban de ya herî pêşîn û bi min ya herî xweş hatîye nivîsîn ya birêz Eyüp Kıran e. Eyüp Kıran kedeke mezin daye vê kitêbê. Guhê xwe daye gelek dengbêjan îskeleta romana xwe derxistiye û paşê rûniştîye li gorî zanîna xwe ya dîrokê, li gorî orf û edetên Kurdan û bi taybetî jî li gorî çanda Qerejdaxê û eşîrên Milan ev roman xemilandîye, bi goşt kirîye û pêşkêşî ber destê xwendevanan kirîye.

Heta niha romana “Dewrêşê Evdî” gelek çap kirine lê mixabin hîn jî xort û qîzên Kurdan Dewrêşê Evdî baş nas nakin. Qehremanek wisa bi destê kîjan miletî biketa ew ê wî bikirana taca zêrîn û bidana ser serê xwe. Lewra netewe bi qehremanên wisa tên afirandin.

Çend roj berê me li bajarê Îzmîrê careke din, ji nû ve li ser mijara Dewrêşê Evdî li kekê Eyüp Kıran guhdarî kir. Min bi xwe ji nû ve fam kir ku Dewrêşê Evdî tu carî ewqas nebûye lehengekî nûjen. Mala Eyüp Kıran ava ku her tim Dewrêşê Evdî di rojeva me de dihêle û dibe sebeb ku em ji nû ve lê difikirin.

Önceki ve Sonraki Yazılar