Roza Kurd

Roza Kurd

Hemû nivîsên nivîskar >

Em dikarin, emê bikin!

A+A-

Îro 8ê Adarê, roja jinên cîhanê ye. Ev roj li hemû cîhanê wek roja têkoşîna jinan tê pîrozkirin. Rewşa jinê li hemû cîhanê li ber çavan e. Li hin welatan  wekhevîya jin û mêran di civatê de pir bilind bûye û li gelek welatan û teybet li rojhilata navîn pir nizm e. 

 

Em rojane nûçeyên şîdeta li ser jinan dixwînin û dibihîsin. Bê guman, çawa bi gulekê bihar nayê, tenê bi rojekê jî pirsa wekhevîyê di rojeva mirovatî û civakê de nabe xala bingehîn. Ne tenê bi rojekê, divê salê 365 rojan li ser pirsa jinê û wekhevîyê xebat were kirin. 

 

Ez du sal berê beşdarî seminerek li ser bîranîna salvegera cangorîya Kurdistanê Leyla Qasim bûm .Wek tê zanîn Leyla Qasim di 12.05.1974an de li Bexdadê ji alîyê rejîma Beasê ve hatibû darvekirin, Navê vê şêrejinê û ceger û helwesta wê li herçaralîyê Kurdistanê belav bûbû. Hema bêje li her malbatê navê keçên wan Leyla heye. 

Semîner li ser jiyan û keda Leyla Qasim ya siyasî bû.  Ez gelek şad bûm  ku her çiqes zêde nebe jî, kurd  êdî şehîd û şexsiyetên ji bo kurd û Kurdistanê kar û xebat kirine, canê xwe feda kirine radiwestin û wan bibîr tînin. Yek ji şertên netewebûnê  ew e ku kêm zêde, divê mirov li şexsiyetên xwe xwedî derkeve û wan bike weke normeke jiyana civakî. 

 

Piranîya gelên cîhanê  wek beşeke kultura wan, şexsiyetên xwe bibîrtînin , peykerê wan çêdikin, pirtûk û bernameyê televizyonan li ser wan çêdikin, ji bo ku ew neyên jibîrkirin. Sembol di jiyana civatê de gelek girîng in.

 

Ez dixwazim li vir nimûneyekê bi were parve bikim.

 

Jinek bi nave Rosa Parks rojekê ji karê xwe li otobusê siwar dibe da ku here mal. Ew di otobusê de cîhekî vala dibîne û li wir rûdinê. Li gora qanûna Amerîka ya wê demê diviyabû heta yekî/yeka sipî li ser pîya bûya mafê kesên reşik rûniştinê tunebû . Her weha mafê wan yên rûniştinê tenê li dawiya otobusê bû.

 

Di sala 1955an de Rosa parks westiyayî ji kar dihere mal û li otobusê siwar dibe, ciyekî vala dibîne û li wir rûdinê. Şofêr ji Rosa û sê kesên din yên reşik daxwaz dike ku ew  ji cîhên xwe rabin û rê bidin miroveke sipî. Sê kes ji şûna xwe radibin û diçin li dawiya otobusê rûdinin lê Rosa Parks ji şûna xwe ranabe. Şofêr dîsa îkaz dike û dibêje ku ew ranebe wê gazî polîs bike, her weha şofêr gazî polîs dike. 

 

Dema polîs tê û ji Rosa re dibêje:

-Tu çima ji şûna  xwe ranabî? 

-Ez pêwîstî nabînim ku rabim. Hun çima me wisa biçûk dibînin.

 

Rosa Parks piştî vê bûyerê dikeve hepsê û ji karê xwe jî dibe. 

Ev bûyer pir balê dikşîne û di nav gel de belav dibe. Hemû  reşik piştgirî didin Rosa Parks û hemû otobusan  boykot  dikin. 

 

Şaredarî êdî mecbûr dimîne ku ev qanûna ku ji bo reşikan û otubusan danîbûn diguherînin. Rosa Parks bi vê bûyerê dibe sembola  mafên mirovatiyê, wekheviyê û berxwedana serkeftinê li hemû cîhanê. 

 

Ew otobusa ku Rosa Parks têde rûniştibû  nuha di muzeyekê de ye.

 

Serokê Amerika Barak Obama ji bo ku Rosa Parks bibîrbîne çû li ser wê kursiya ku Rosa Parks lê  rûniştibû, rûnişt û ew fotoyê Obama li ser wê kursiyê li hemû cîhanê belav bû û deng da.

 

Pir balkêşe ku 44 sal di ser darvekirina Leyla Qasim de derbas bûye hîn jî gelê Kurdistanê mirovek û sembolek weke Leyla tenê bi beyanan, salê carekê bibîr tîne. Li ser Leyla Qasim ewqas agahdarî kême ku gelên Kurdistanê dema salvegera bîranîna wê de herdem fotoyê Leyla Qasim û  qehremanek din ya jin Margeret Şello yê  tevlîhev dikin. 

 

Îro di roja jinên cîhanê de banga min ji jinan re; Her jin divê li jinê û doza wekheviyê xwedî derkeve û xwedî helwest be. Ji bo vê armancê jin divê bi rêxistin bin. 

Li bendê nemînin ku hinek din doza we bimeşînin û mafê we biparêzin! Hun dikarin, hun bikin!

Yes we can!

Belê em dikarin !

2018-03-08 Stockholm

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar