Merkel: Zêdebûna Pêketinên Nû yên Vîrusa Korona Fikaran Çêdike

Merkel: Zêdebûna Pêketinên Nû yên Vîrusa Korona Fikaran Çêdike

Merkel: Zêdebûna Pêketinên Nû yên Vîrusa Korona Fikaran Çêdike

A+A-

 

Serokwezîra Almanya Angela Merkel bi 16 serokên eyaletên welêt re civîneke ser tedbîrên dijî vîrusa korona çêkir.

Merkel piştî civînê ser zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona hişyarî kir.

‘’Zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona bi min re fikaran çêdikin. Divê em vê rawestînin. Divê em rê li ber zêdebûna pêketinên nayên kontrol kirin, bigirin.’’ Merkel got.

Xanim Merkel dîyar kir ku Almanya dê jiber vîrusa korona bi qasî 250 mîlyar euro deyndar be û da zanîn ku xênji sîstema saxlemîyê, ew jiber aborîyê jî nikarin bi pêla duyê ya nexweşîyê re rû bi rû bimînin.

Li gor biryara civînê, li cîhên ku bo 100 hezar kesî hejmara pêketinan nû yên vîrusa korona di hefteyekê de 35 e dê tedbîr werin ragihandin.

Restoran, kafe û barên wan herêman dê piştî 23:00 girtî bin û li wan cîhên dê karanîna maskan jî mecbûr be û herwiha kombûnên li mekanên girtî jî bo 10 kesan hat sînordar kirin.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Almanya pirtir ji 340 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 9695 kes bi wê mirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin