Merasîmên bibîranîn jenosoida Şingalê destpê dikin!

Merasîmên bibîranîn jenosoida Şingalê destpê dikin!

Li Salona bingeha Laleşê ya li Duhokê îro 01.08.2019ê dê civata parêzgeha Nînowa merasîmên 5.mîn salvegera jenosoida Şingalê birêve bibe.

A+A-

Li Salona bingeha Laleşê ya li Duhokê îro 01.08.2019ê dê civata parêzgeha Nînowa merasîmên 5.mîn salvegera jenosoida Şingalê birêve bibe.

Endamê civata parêzgeha Nînowa Xelîl Şemo ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro civata Nînowa li demjimêr 10:00ê sibehê û pê de li binkeya Laleşê merasîmên salvegera jenosoida êzdiyan dê destpê bike û di merasîma bîranînê de gelek çalakî li ser wê roja reş a jenosoida Şingalê birêve diçin û fîlmên dekomanterî û goteyên bîranîna nexweş a gelê Kurd dê bên pêşkeş kirin. Berî 5 salan bi rengeke hovane terorîstên DAIŞê êrîşî ser qeza Şingalê kirin, encamê de bi hezaran hemwelatiyên sivîl hatin girtin, kuştin û bê serşûm kirin û bi rêjeya sedî 80 Şingal wêran kirin.’’

Herwaha got: ‘’Heta naha jî tiştek bo Şingalê nehatiye kirin, taybet di warên ava kirin û dabîn kirina ewlehiyê û ji ber wê xelk nikare weger. Me wek civata Nînowa gelek hewldan kirin li gel Bexdayê bo asayî kirina rewşa Şingalê, lê heta naha bo asayî kirina Şingalê ti tiştekî wisa neketiye warê bicîhanînê û ewlehî li Şingalê tine û xelk dibin qurbanê vê rewşê.’’

Roja 03.08.2014ê rêxistina terorîst a DAIŞê êrîş kir ser qeza Şingalê û encamê de 6.417 kes hatin revandin û bê serşûm kirin û xelkê Şingalê koçberî herêma Kurdistanê bûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin