Meaşê karkeran li Tirkiyeyê: Hêjarî li ber derî birçîbûn li ser sifrê ye

Meaşê karkeran li Tirkiyeyê: Hêjarî li ber derî birçîbûn li ser sifrê ye

.

A+A-

Îro 1ê Gulanê, Roja Cîhanî ya Karkeran e li Tirkiyeyê meaşê karker û xebatkaran ji ber enflasyona bilind û kêmbûna bihayê lîreyê Tirkî, her diçe dihele û hêza kirînê dadikeve.

Li gorî rapora sendîkaya karkeran, li Tirkiyeyê sînorê birçîbûnê ji asta meaşê herî kêm, ango ji 22 hezar lîreyî derbas kiriye û gihiştiye 26 hezar lîreyî. Her wiha sînorê hêjariyê jî gihiştiye 80 hezar lîreyê Tirkî.

Stenbol li Tirkiyeyê bajarê herî biha ye. Ji loma jî jiyana li Stenbolê ji bo hejar û karkerên ku bi meaşê herî kêm dixebitin, her diçe girantir dibe.

Karkerên ku bi meaşê herî kêm dixebitin ji Rûdawê re axivîn û daxwaza zêdekirina meaşên xwe û başkirina şertên kar kirin.

Di bin sînorê birçîbûnê de Jiyan

Muzaffer Guleçê 66 salî ye ev 2 sal in ji karê aşpêjiyê malnişîn bûye lê li gel ku ji 40 salan zêdetir xebitî be jî, encax 14 hezar û 500 lîreyê Tirkî mûçeya malnişîniyê digire.

Ew jî yek ji wan malnişînan e ku ji bo debara mala xwe bike ji neçarî dixebite.

Muzaffer Guleçê kalemêr, rojê 6-7 saetan li Beyogliya Stenbolê bi vî ereboka destan mast û rûn difroşe loqenteyan û rojane encax derdora 400-500 lîreyê Tirkî pere qezenc dike.

Muzaffer Guleç li ser rewşa karkaran got,”Ev 2 sal in ez ji kar malnişîn bûme lê ji neçarî em dixebitin, lewra bi vî mûçeyî debar nabe.

Em êdî ditirsin mesref bikin û li xerciyên malê binêrin. Em bi kartên bankayan mesref dikin. Jixwe meriv nikare pere bide ser hev.

Em du malbat bi hev re li malekê rûdinên. Mesela em nikarin li gorî dilê xwe jî pêlavekê bistînin û bixin piyên xwe."

Jiyana li Stenbolê her diçe girantir dibe

Stenbol bi nifûsa xwe ya 16 mîlyonî li Tirkiyeyê bajarê herî biha ye.

Ji loma jî jiyana li Stenbolê ji bo hejar, kesên kêmdahat û karkerên ku bi mûçeya herî kêm dixebitin her diçe girantir dibe.

Aşpêjê bi navê Fikret Dilo jî dibêje, "Ez xelkê Bazîda Agiriyê me. Ez 48 salî me û li Stenbolê li bazara masîfiroşan dixebitim.

Meaşê ku em distînin têra debara malbata me nake. Jixwe nîvê meaşê me diçe kirê. Nîvê din jî diçin mesrefên malê."

Li gorî Ajansa Plansaziya Stenbolê (ÎPA), di meha Adara îsal de, li Stenbolê ji bo malbateke 4 kesî mesrefên jiyanê li gorî heyama sala par ji sedî 51,95 zêde bûye û gihiştiye 87 hezar û 485 lîreyî.

Karkerê bi mûçeya herî kêm dixebite yê bi navê Ahmet Acar jî got, "Em bi meaşê herî kêm dixebitin.

Jiyana li Stenbolê pir zehmet e. Em rojê 10 saetan li ser piyan dixebitin. Mesref zêde ne, çûn û hatin heye. Ji loma jî meaşê herî kêm 22 hezar pir kêm e, têr nake."

Ciwanê bi navê Eyyup Toprak ê  xwendekar jî ji neçarî dixebite.

Li gorî gotina Eyyuyp ew di nava rojê de dixebite û êvarî jî ji bo xwendinê diçe zanîngehê.

Bandora enflasyonê ya li ser meaşan

Li gorî rapora Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger ên Tirkiyeyê (DÎSK), di meha a de ji ber enflasyon û bênirxbûna lîreyê Tirkî, ji meaşê herî kêm 2 hezar û 224 lîre heliyaye.

Li gorî Konfederasyona Kamu Îşê, di meha nîsanê de sînorê birçîbûnê 26 hezar û 179 lîre, sînorê hêjariyê jî gihiştiye 79 hezar û 413 lîreyê Tirkî.

 Her wiha enflasyona xurekan a salane jî wek ji sedî 51,58 hate eşkerekirin.

Li Tirkiyeyê sînorê birçîbûnê ji meaşê herî kêm, yanê ji 22 hezar lîreyê Tirkî derbas kir û gihişt 26 hezar lîreyî.

Ji ber şertên xirab ên aboriyê, di 1ê Gulanê de bi mîlyonan karker, xebatkar, kedkar û malnişîn dadikevin qad û meydanan û daxwaza mafên xwe û başkirina şertên kar dikin. 

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin