Siddik Bozarslan

Siddik Bozarslan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Gotinên Pêşîyan

A+A-

Siddîq Bozarslan

Gotinên Pêşîyan B: 1313 (201+158+170+149+150+150) (24)

Biçûk, pê li rêça mezinên xwe dikin.

Biçûk radibin, li mezinan dinêrin.

Biçûka mezin neke; mezinan biçûk neke.

Biçûkan mezin, mezinan biçûk neke.

Biçûkê malê, gula salê / malê.

Biçûkê malê, şîrînê malê.                                                                              

Biçûkê negirît, memikê naxut.

Biçûkê mala, kûçikê malan e.

Biçûkê malê, delalê dê û bavê.

Bide, netirse; bistîne, şerm neke.

Bifiroşe kera reş, bixwe xwarina xweş.

Bivir, destikê xwe nabire.

Bivirvan dar birî, yê li ser serê darê guman ji Xwedê nebirî.

Bigere li gundan; bibîne rindan.

Bigire qedrê kal û pîran, ku rindîya te li mirinê neçe ji bîra.

Bihar bi kulîlkê nayê.

Bihar hat, rûmeta kincê zivistanê hilat (kêm bû).  

Bihar hat, zivistan hilat.

Bihar xweş e bi nan û dew.

Bihara paşîn, bihara mirovan; bihara pêşîn, bihara heywanan.

Bihara pez, havînê rez, payîzê agirê dara goştê bez, zivistanê jî ez.

Bihara sitewr û havîna avis, xerabhal e; bûka sitewr û qîza avis, xerabmal e.

Bihata qoçên poşmanan, dê bigihîştina asîmanan.

Bihata şaxên poşmanan, wê bigiha ezmanan.

Biharê birçî nemîne; payîzê dereng nemîne.

Biharê xwe têr neke, payîzê xwe derengî nexe.

Biharê zû hilkeve, payîzê zû derkeve.

Bihayê belaşîyê giran e.

Bihayê mêr, bi bextê wî ye.

Bihayê mûmê, ne xema kora ye.

Bihayê şeb û şêkir, ne yek e.

Bihîstin û dîtin, yek nabe.

Bihostek bêxemî, gezek xisaret e.

Bihuşt li rûyê erdê ye.

Bihuşta ku sofî lê, xêra wê tune ye.

Bivir, destîyê xwe nabire.

Bike jibo kesê kesa; wê bê pêşîya pisê pisa.

Bike kal, bixwe mal.

Bike kala, bixwe mala; çi bikî xortê kundirvala.

Bike kalan, bixwe kalan; çi bikî xortên aqilvala.

Bike kalan, bixwe malan; tê çi bikî bi xortên totikvala.

Bike kala, bixwe mala.

Bike karê reş, bixwe xwarina xweş.

Bike ji min ra, bixwe ji xwe ra.

Bike, lê nebêje.

Bike zehmet, bixwe ne´met.

Bikene da ku fahm nekin hûn çi difikirin.

Bikene, heta jîyan bi rûyê te dikene.

Bikim mêrê xelkê; bimre mêrê xelkê.

Bila avis be, bila bi derengî be.

Bila avis be, kengê dizê bila bize.

Bila ba bê, textê te bibe; lê bila bextê te nebe.

Bila bar be, bila kur be.

 Bila baş be, bila dir be.

Bila bela te, li ber derîyê te be.

Bila bêjin, xencera Xaço heye.

Bila bîr be, bila kûr be.

Bila canê merivan sax be, bila qet meriv bixisirin.

Bila cih bilind be, bila li ser sing be.

Bila çavekî mirov tûnebe, bila bextê mirov hebe.

Bila çavê mirov derkeve, ne ku navê mirov derkeve.

Bila çavê mirov li rîya dûr be; ne li qebra kûr be.

Bila çê be, bila keça sê (se) be.

Bila beden li pîya be, bila xwarin gîya be.

Bila ber sîya rovî nîn be, bila şêr te bixwe.

Bila bi dil be, bila bi kul be.

Bila bi xatir be; serîyek sîr be.

Bila bihur be, bila kûr be.

Bila bihur be, bila qet kûr be.

 Bila bor bihur be, bila kûr be.

Bila boxeyek rojê bim, ne ku çêleka sed salî bim.

Bila dil bi dil be, kirasê caw li mil be.

Bila dilê min dil be, bila kirasê mû li min be.

Bila dilê mirov xweş be, bila balgîyê serê wî jî kevir be.

Bila dilî bi dil be, tûrê parsê li mil be.

Bila dax be, li pişta destê rastê be.

Bila di çilê da xwîn bibare, baran nebare.            

Bila di malek da şîn hebe, şer tunebe.

Bila dilê min dil be, bila tûrê parsê li milê min be.

Bila diz hebin, şevereş gelek in.

Bila dijminê mêra şêr be, ne rovî be.

Bila ev jî daxek be li destê min be.

Bila ew jî nehikê li ser dehan be.

Bila girar bol (fireh-pir) be, bila kaçî (guneh) qol be.

Bila ew nan ji sibehê ra bimîne, lê bila ew kar ji sibehê ra nemîne.

Bila girtîyê girtîgehê be, ne mirîyê gorê be.

Bila gur, gur be; bi pêşda kera min bixwe.

Bila helaw şêrîn be, bila mirî gor bi gor be.

Bila her kes baş be, lê li mala xwe be.

Bila hindik be, bila rindik be.

Bila keç be, bila pîr be.

Bila kes nizanibe, çi di beroşa we da dikele.

Bila kes nizanibe, çi di tûrê we da ye.

Bila kes nizanibe, çi li bajarê we heye. 

Bila kor be, bila kur be.

Bila kul bikeve malan; ne ku kîn bikevê.

Bila kûçik neçe ber çûçik.                                                                                                                                                                                                                                                                                 Bila kur be, bila çêlegur be.

Bila kurikek bibe, navê qîza lê bibe.

Bila lawik şane be; bila meaş, qet tune be.

Bila lawikê min şehne be, meaş´î qet tunebe.

Bila lawê min law be, bila kirasê min caw be.

Bila lawikê min lawîn be, bila kirasê wî cawîn be.

Bila li daran be, ne li zaran be.

Bila li hespê be, ne li siwêr be.

Bila mala te xira bibe, lê bila rûyê te spî be.

Bila malê te ne mal be; bila bazara te bazar be.

Bila mê be, şîr qismet e.

Bila mêrê min sîyar be, bila deyndar be.

Bila mêrî mêr be, bila hazara deyndar be.

Bila mirov bixusire, rûmeta mirov nexusire.

Bila mirov dîkê rojekê be, ne mirîşka sê salan be.

Bila mirov here ser heft hêwîyan, nere ser du sêwîyan.

Bila mirov here ser sêwîyan, lê neçe ser hêwîyan.

Bila mirov şûştî be; bila mirov, birçî be.

Bila meriv ji tidarekê nemîne, tidarek ji mirovan bimîne.

Bila merî xwedîyê qedir be, ne bin sîya qedra be.

Bila mirov deyndarê dewlemenda be, ne yê teze pêkhatîyan be.

Bila mirov li cîyê xwe feqîr be, ne ku li cîyê xelkê mîr be.

Bila mirov mêr be, kelemê ber çavê neyar û dijminan be.

Bila meriv mêr be, bila rojekê li dinê be.

Bila mirov se be, ne ker be.

Bila mirov bêtext be, lê ne bêbext be.

Bila mal be, ne can be.

Bila mele pere bigire, mirî gor bi gor be.

Bila mîx be, lê di dîwarê te da be.

Bila meriv sefîl be; lê ne erzan be.

Bila meriv xwedî qedir be; ne di bin sîya bêqedran da be.

Bila mirov li rayê (rê) nemîne; bila ray li mirova bimîne.

Bila mirin hebûya, kalbûn tûnebûya.

Bila mirina kerê (yan hespê) ji ce be.

Bila mirov li ser du daran be; ne li ser dev û zaran be.

Bila mirov xundar be, deyndar nebe.

Bila mirovahîya mirov zirav û dirêj be; ne kin û qalind be.

Bila namûsa merîya cîh (cî) be, bila parîyê merîya nîv cîh be.

Bila nefsa min birçî be, bila erzê min li cî be.

Bila ne di min da be, bila di dêya min da be.

Bila ne ji bira(ya)n be, bila ji guran be.

Bila nêr be jî bizê, mê be jî bizê.

Bila parî xwe bi rûn be, serî xwe bi xwîn be.

Bila pêşî bibe şerbik, pişt re bibe sevilk.

Bila piştî bel be, bila tûzik û xerdel be.

Bila pî bişikê, neşinge.

Bila razana te hebe, rabûna te tune be.

Bila rezê min li nava rezan be, bila tirî li min heram be.

Bila rûyê mirov biêşê, bila serê mirov neêşê.

Bila sax be, bila qet li xerîbîyê be.

Bila Saqo Axa siwar be; bila siwarê çêlekê be.

Bila sercaw ji te ra be, bincaw ji min ra be.

Bila serê keçel di bin kum da be. 

Çavkanî

1.Mem û Zîn, r. 241-243, Kurdîya xwerû: M. Emîn Bozarslan 

2. Martin van Bruinessen, Kürdistan Üzerine Yazılar, İletişim Ya. 1993 İstanbul, s. 85-122.

3. Mesud Barzani, Barzani ve Kürt Ulusal Özgürlük Hareketi, Cilt I, Doz yay. 2005, s. 23- 28.

4. Rêzan Ekinci, Azîz Efendi´nin Islahatnamesi Üzerine, Kürt Tarihi, Sayi 2, 2012, r. 17.

5. Ahmet Kardam, Cizre-Bohtan Beyi, Bedirhan, Direniş ve İsyan Yılları, s. 52-59, Dipnot Yayınları 2011, Ankara. 

6.Botan Amedî, Kürtler ve Kürdistan Tarihi I, Fırat-Dicle Yayınları İstanbul 1991, s. 126-127.

7. Botan Amedî, eynê eser r. 128.

8. Botan Amedî, eynê eser r. 128-129.

9. Botan Amedî, eynê eser, r. 125-126.

10. Wikiepedya 

11. Kurdistan 1898-1902, cild I, r.92, wergêr ji tîpên erebî bo tîpên latini: M. Emîn Bozarslan, Weşanxana Deng 1991 Swed. 

12. Kürd Teavün ve Terakkî Gazetesi (1908-1909), Weşanxana Deng 1998 Swed, Wergêr ji tîpên erebî bo tîpên latinî: M. Emîn Bozarslan, r. 54-55, 120-121. 

13. Mem û Zîn, r.25, kurdîya xwerû: M. Emîn Bozarslan.

14. M. Emîn Bozarslan, Mem û Zîn, r. 25.

15. Friedrich Nietzsche, Böyle Söyledi Zerdüşt, Hasan Ali Yücel Klasikler Dizisi, Almancadan Türkçeye Çeviren: Mustafa Tüzel, Türkiye İş Bankası Kültür Yayınları, 2021 İstanbul, Ev kitêb jibo soranî jî hatîye wergerandin)

16. Cemşid Bender, Korku ve Cesaret- Kürt Tarihine Sataşanlar-, Berfîn Y. 1996, İstanbul.

17. Programa PKK- Manifesto- Kürdistan Devriminin Yolu, Ekim 1978, Sayı: 1.

18. Dr. Î. Beşikçi, Berpirsîyarîyên Çapemenî û Zanayê kurdî /25/08/2025  Rûpelanu / Netewe 

19. Amir Hasanpour, Salnama Ehmedê Xanî Yıllığı, Belge Yayınları İstanbul 2010, s.147.

20. A. Hasanpour, and, r. 148.

21. A. Hasanpour, end, r.148-149.

22. İbrahim Küreken / Rusya İmparatorluğu Dış Siyaset Arşivi (RIDSA), Persiya masası. B, d. 559 2.böl. / 13.11.2023.

23. M. Barzanî, knd.

24. Mirov dikare lîsteya 42 kitêbên çavkanîya peyvên pêşîyan, di Beş I da bibîne.

25.09.2025 / Siddîq Bozarslan

Önceki ve Sonraki Yazılar